|
Zimanê
Kurdî û Fêrbûna Zimên -I-
Bavê
Barzan
Mêjû û avahiya zimanê kurdî
Zimanê kurdî zimanê kevn ê Avesta ye. Alfabeya kurdî ji 31 tîpan pêk
hatiye. Zimanê kurdî bi sê (3) alfabêyên cihê dihê nivîsînê.
Alfabeyek a kevin a zimanê kurdî heye. Î roj pir kes ni karin bi vê
alfabeyê bixwînin û binivisînin.
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M
N O P Q R S S T U Û V W X Y Z
Kurd li bakurê Kurdistanê (Tirkiye) bi kurmancî dipeyivin û alfabeya latînî
(romî)* bi kar dihênin. Kurdên li başûr (Iraq) û li rojhilatê (Îran)
bi zaravayê soranî (silêmanî) dipeyivin û alfabeya ku jê re dibêjin
erebî, bi kar dihênin. Kurd li rojavayê Kurdistanê (Sûrî) jî bi kurmancî
dipeyivin.
Besek ji kurdên li Kurdistana basûr û rojhilatê jî bi kurmancî dipeyivin.
Zaravayê
ku ji hêla piraniya kurdan ve dihê peyivtinê, kurmancî ye.
Li jêrê nexseya têkuz a lîsteya tev zarava û devokên lokal (mehellî) ên
zimanê kurdî diyar e.
Çar zaravayên sereke:
KURMANCÎ (K) yan jî KURMANCIYA JORÎN
SORANÎ (S) yan jî KURMANCIYA JÊRÎN
GORANÎ (G)
LORANÎ (L)
Zaravayên lokal (mehellî) ên her çar zaravayên sereke û têkilbûna (integration)
wan a bi hev re:
1- Bacalanî (G)
2- Badînanî/badînî (K)
3- Bextiyarî (L)
4- Beyazidî (K)
5- Botanî/botî (K)
6- Erdelanî (S)
7- Feylî/behreyî (L)
8- Germiyanî (S)
9- Hawramanî/hawramî (G)
10-Kelhorî (L)
11-Kuhgalû (L)
12-Konyayî/haymanayî (K+S)
13-Lekî (L)
14-Mamasanî (L)
15-Mukrî (S)
16-Rojava/berfiradî (K)
17-Silêmanî (S)
18-Semdînanî/hekarî (K)
19-Sêxbizinî (K+S)
20-Torî (K)
21-Zaza/dimilî (G)
KURMANCÎ (/kurdî/kurmanciya Jorîn): botanî/botî**, badînanî/badînî,
beyazidî, Şemdînanî/hekarî, cizîrî, rojava/berfiratî
SORANÎ (/sorî/kurmanciya Jêrîn/kurdî): mukrî, erdelanî, silêmanî,
germiyanî,
GORANÎ (/gorî/kurdî): zaza/dimilî, bacalanî, hewramî,
LORÎ (/lorî/kurdî): feylî/behreyî, bextiyarî, mamasanî, kelhorî,
lekî, kuhgalû
(KURMANCÎ, SORANÎ, GORANÎ, LORÎ = KURDÎ)
Cografya zimanê kurdî:
Bacelanî li rohilata Kurdistanê dihê peyivtin. Navçeyek xêlî (eşayirî)
ye, ji gelek gundan pêk hatiye. Li qezayên wek Kamjaran, Şêrwan, Qela,
Qeysewend, Maraw, Kemanger dihê peyiftin.
Badînanî li deverên başûra herêma Botan, li Dihok, Amêdî, Akre,
ŞSêxan, Zêbar û Barzan, her wisan jî li rohilata Hekarî, Soma, Xoy,
Mako, Ûrmiye û li gundên Şino dihê peyivtin.
Bextiyarî li başûra rohilata Kurdistanê, li deverên Daran, Mescîdê
Silêman, Şehre Kurd, Çarmihal, navçeya Piştgoy'ê û li deverên
mayîn dihê peyivtin.
Beyazidî li bakura Kurdistanê, bi nêzîkî li tevayiya Serhedê dihê
peyivtin, Qers, Agrî, Erzerom, Erzincan û deverên wan.
Botanî/botî Li navrasta Kurdistanê li, deverên pêşî li Cizîr, Sêrt,
Şirnex, Silopiya, Diyarbekr, Zaxo, Dêrika Hemko (Malikiyê), paşê
jî li deverên Farqîn û Diyarbekr'ê dihê peyivtin.
Cizîrî li deverên Mêrdîn (Amardîna), Midyad, Nisêbîn, Qamîşlo,
Şengal û Amûdê dihê peyivtin.
Erdelanî li Rojhilata Kurdistanê, li derdorên Sine, Rewanser û Ciwanro'yê
dihê peyivtin.
Feylî/behreyî li başûra Kurdistanê li Bedra û Bexdadê dihê
peyivtin.
Germiyanî li başûra Kurdistanê li êrdimên Kerkûkê dihê peyivtin.
Hewramanî/hewramî Li rojhilata Kurdistanê li Awa, Biyare,Tewêle, Hewraman-î
Text, Hewraman-î Lihon, Paweh, Newsûd, Dizlî, Nodse, Dînewer, Zengene,
Siyamensûr, Şêxan, û beşek jî li devera Sinê û Ciwanro'yê jî
dihê peyivtin.
Kelhorî li rojhilata Kurdistanê li deverên Kermanşan, Xaneqîn, Mendelî,
Bedra, Kût û li Bicar, Qurwe, Hersîn, Kengawerö Sehane û Sonqur'ê dihê
peyivtin.
Kuhgalû li başûra rohilata Kurdistanê li deverên Behbehan û Qeleyê
Golabê dihê peyivtin.
Lekî li dorhêlên Kermanşan, Îlam û Eywanşarê dihê peyivtin.
Mamasanî li êrdimên başûra Kurdistanê, li Loristanê dihê peyivtin.
Mukriyanî/mukrî li rojhilata Kurdistanê, li navçeya Mahabadê dihê
peyivtin. Mahabad di dema xwe de navenda Emareta Mukriyan bû. Weke din
mukriyanî li dorhêlên Şino, Nexedeh, Xane (Pîranşehr), Serdeşt,
Bokan, Sanqele û li Seqize dihê peyivtinê.
Rojava/berfiradî Li Ruha, Mereş, Dilûk (Entab), Mazra û li başûra
rojavaya Kurdistanê li êrdimên Efrînê dihê peyivtin.
Silêmanî/soranî/sorî li êrdimên Silêmaniyê, li Şehrezor, Qela Çolan,
Çiwarte, Mawet, Penciwîn, Çemiemal, Qadî Kerem, Leylan û yên mayî dihê
peyivtin.
Semzînanî/semzînî/hekarî Weke nav li ser e, li hemû deverên Colemergê
û li van navçeyên li jêr nimandî dihê peyivtin: Colemerg, Nehrî, Oramar,
Gever.
Şêxbizinî Kurdên ku ji demên kevin ve hatine ber bi nav Tirkiyê
ajotinê. Ev devoka pir mehellî, bi tenê ji hêla kurdên li deverên Enqere
û Stanbolê dihê peyivtin.
Torî li deverên Kercews, Kerboran û Midyad'ê dihê peyivtin.
Zaza/dimilî li bakura rojavayê Kurdistanê li deverên Cebaxcor (Bîngol),
Mazra (El-Azîzî), Palo, Gênc, Hêne, Sêwreg û Çêrmûg'ê dihê peyivtin.
Zaza/dimilî û hewramî pir nêzîkî hev in.
Alfabeya kurdî bi sê alfabeyan latînî, kîrîlî û erebî
TBN: Xebatên ji bo bi awayek giştî naskirina devokên zimanê
kurdî, bêguman îro ji ber hebûna van atengên li ber kirina xebatek vekolînî
ya rêk û pêk li ser tevayiya axa Kurdistanê, xwedî kêmasî ne. Ev erk bi
awayekî baş bi tenê di rewş û pergalek serbest û azad de û li
ser axa welêt dikare bi cih were. Ji lewre jî dê kêmasiyên vê xebatê
hebin. Em hêvîdar in, ku rojek dê xebatkarên din vê babetê, vî karî ji
vê derê rahêjin û bibine serî ta armancê.
FERHENGOK
Avesta: zimanê kevin ê hind-ewrûpî ye
Êrdim: herêm, mintiqe
Mêjû: tarîx
Pergal: çap, rews
Rewş: weziyet
Têkuz: kamil, mukemmel
JÊRENOT/SERINC/TÊBÎNÎ (TBN):
* ROMÎ: Mebest (meqsed) ji vê peyvê: Roma/Îtalya-antîkî ye.
* * BOTANÎ/BOTÎ: Li mêjû, ev devoka mehelî, ji ber ku bi sedsalan bûye
navenda siyaset, aborî û çanda Kurdistanê, loma di warê zimên de jî
rolek navendî leyistiye. Emareta Cizîra Botan, bi sedsalan bûye navenda
tevayiya emaretên kurdan. Ji ber ku Mîrên Botan, ku serokatiya tevayiya
Kurdistanê dikirin, her dem li vir rûniştine. Loma ev devok pêşve
çûye û wek tîrêjên hetavê, kar û tesîra xwe gihandiye ser tevayiya
zaravayên din ên kurdî. Ta zaravayên wek soranî, mukriyanî jî, ji vê
devoka
botanî/botî kar û tesîr wergirtine.
|