Rojên Bi Mij
İbrahim
KOYUN
Romana Serpêhatîyê
Dannasin
Ehmed ONAL
20.05.2005
Feqirî.
Bêhîvîtî. Bêkarî. Bênasnameyî. Hêvîşikesti. Xûmar. Di binê
diwaran de bi araq wexwarinê teselli bûyîn û dîtîn. Xesudî. Neşopandin
û nedîtîna evînî yê. Xemsarî.
Zikreşî. Neqebûlîkirina alîkarîyê.. Qûretî… Kesayetîya bîyanî..
Terkî selabûna bervî mirinê… Ji
xwe, ji jîyanê û civatê durketin… Gav bi gav bervî mirinê…
Ji xwe re dijminatî û dijmin dîtîn! Bervî hemû xirabîyan ango
“Rojên Bi
Mijî”
berdayîn… Beredayîtî…
Teslimbûyîna heri dijî xwe û dijwar!... Lê paşê?!
Paşê
jî:
Di nava van hêmû
xirabîyan de ku xwe digevizine misqalek ronahî dipijiqe.. Hêvî.. Bervî
insanetîye.. Hebûn.. Şikestina hêvîtîyan
bi bervî hêvîyan. Kesayetîya xwe
ditinê. Xwe û xwe bûyîn.. Di
nav agirê evînê de şewitayî û girêdayî.. An jî bi zanyarî terk
kirin. Ji xoşewistîye re têgihiştin.
Dil ziz û dilgeşi.. Bi destxistina xwe û jîyanê. Kêşeyên
civatê û ji civatê re mijûlbûyîn.
Evîn û hêvîya ku windabûbû bi nû ve ji bo ditînê xebat û dîtîn.
Xwendin
û fêrbûn. Ji jîyanê sûud girtin û tevi mirovetîyê
bi nû ve ji bo jîyandinê test
kirin. Şikestîya û dema
biryara ji bo mirovayetîyê bi hevre girtin
û gihandina insanan, jîyana
ku ji insanan re parvekirin.. Û bi
nûve ferbûyîna mirovetîyê. Ji reşetarîya jîyanê bervî çûyîna
bihûştê… Û ditîna insanetîye, evînî, hêvîtî û rûmetî. Ji pêxwasîyê şermezarîbûyî û di nava afrênêrîya
cihânê de hûnandin. Dijî reşetarîye xwe li ronahîye girtîn… Reşetarîye di nava lawazîyê de, di demekî herî
nazik de biqelêşî û bervî ronahîye bûyîn. Serkeftin… Ji rewşeki
heri xirabe ve derketin û serkeftin… Wê hevî û evîne weki ajdarekî di
dilî de dayne û bi hunerekî herî mezin û jîndarî de serkeftî bûyîn…
Di jîyanê de, di karê herî giran de serkeftin…
Ji
alîyê civaknasîyê de; jîyana ku di navbera gundeyatî û şaristanîyê
de serpêhatîya parçe parçeyî bûye
û fena erdhejê her çi heye serû bin dike.. Kelecanîya salên 1968 û 1978
û paşê jî loxa ku di ser ciwanên wê demê de derbasî bû, ya 12
İlona 1980î..
Ji
gund derketin…Koçberbûyîn… Bi hêvî û paqijîya xwe daxili şoreşê
bûn û demokratîya bi zahmetî…
Rasthatîna gundeyatîya li bajarî. Sistema bi qurnazi, zikreşî û durûtî
ya xwe ku diji aqil bi serketî. Jîyana bê berjewendî.
Gelo ev çi hovîtî bû?.. Lê
çi Imparator daruxîyan û winda bûn.. Bes di dîrokê de her tiştê ku
daneruxîyaye mirovayetî ye, çand û hunera insanetîyê ye..
Bi
kurtî İbrahimê Dersimî ji jîyana
xwe ya keti û daketî, û cardin serketî de bi penivîsek xwerû, zelal
û dilgermî romana xwe ji jîyana xwe standîye, hunandiye ûxwastîye
ku ji were parve bike û parve kiriye. Hal û mercên insanan ji Dersimê, Xartpêrtê,
Enqerê û Aydinê girtîye û pêşkêşî we xwendevanan kirî ye.
Pirtûk
sanal nine, tabîye.. Qasî ku tabîye
ev qasî jî herikbar û edebî ye..
Pirtûk bi van mijarên jorin mijûl bûye…Daku bala we xwendevanan nekişîne ne mumkun e. Bo ku di jîyana her kurdekî de ev jîyan sedîde sed derbasî bûye. Kêmasî eve ku ev pirtûk dimenek ji jîyana kurdekî hêjare ku mixabin bi zimanê tirkî hatîye nivîsînî…