Roman

Payiza Dereng

 

Romana Firat Cewerî Payiza Dereng derket

 

Firat Cewerî

Payiza dereng, Roman, 407 rûpel

 

01.11.2005

firat.ceweri@chello.se

 

Romana Firat Cewerî ya bi navê Payiza dereng vê payizê li Stembolê di nava weşanên Nûdemê de derket. Firat Cewerî di vê romana xwe ya ku ji 407 rûpelan pêk hatiye de sirgûn, êşa sirgûnê, psîkolojiya sirgûniyan, ramana vegerê û nexweşiya nostaljiyê kiriye mijar. Ferda, ku qehremanê romanê ye, ji roja ku terka welêt kiriye û li Swêdê bi cih bûye, dilê wî her ji bo vegerê lêxistiye, lê rewş û kambaxiya welêt ya siyasî firsend nedaye Ferda ku xewna xwe bi cih bîne. Lê, veger qet ji bîrê naçe, xerîbî pê zor e, jê re kirasekî ji êgir e, wî roj bi roj dişewitîne. Tenêtiya ku berhema jiyana sirgûnê ye, jê re dojeh e, gava ew dixwaze ji wê dojehê derkeve, ew riya rizgariyê di evînê de dibîne, lê dilê wî yê tenik dikeve xefika evînê û di destarê evînê de tê hêran.

 

Vegera ku piştî bîst û heyşt salan ji Ferda re dibe qismet, vê carê wî li welatê wî beramberî zehmetiyan û adaptebûna civatê dike.

 

Ev romana ku ji kolektivîzma civakî wêdetir konsantreyî îndîvîd e, mîna sê romanên cihê û bi sê stîlên cihê di hundirê hev de hatiye hûnandin, di siya rebeniya Ferda de wêneyekî jiyana sirgûnê û rewşa welêt ya siyasî, civakî û psîkolojîkî ya sî-çil salên dawiyê radixe ber çavan. 

 

Ji romanê

”Gotinek heye, dibêje; ’mirov nikare dê û bavê xwe hilbijêre, lê mirov hevalên xwe hildibijêre’. Dibe rast be. Lê ez nikarim bibêjim ku min hevalê xwe î Ferda hilbijart.

Ev hevalê min ê zarotî û xortaniyê, ê xwendin û têkoşînê, ê sirgûnê û niha jî ê li ser riya vegera welêt e, ne mîna hevalekî lê mîna birayekî min e, ji birayekî jî wêdetir mîna perçeyek ji dilê min e.

 

Ev hevalê ku me cara pêşî bi hev re lingên xwe li topê xist, ê ku me di eynî demê de porê xwe şeh kir û ji keçikan re fîkand, ê ku me demekê bi hev re li ser dîwaran slogan nivîsandin, ê ku me bi hev re hutikên xwe li ba kirin û li dijî zilmê qîriyan, ê ku me bi hev re kitêb ne ku xwendin, lê daqurtandin û ê ku em ji ber bela kitêban li vî kujê cîhanê bi cih bûn, ew niha li ser riya vegera welêt e. Hevalê min ê ku ev bîst û heyşt sal in bûye çêra sirgûnê û bi evîna welêt roj bi roj dihele, niha berê wî li oxira vegerê ye.”

*

 

Firat Cewerî ji Mêrdînê ye, di sala 1980 de bi armanca nivîsandineke azad koçî Swêdê kir û ji wê salê bi vir de di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist.

 

Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.

 

Firat Ceweriyê ku çîrokên wî wergeriyane gelek zimanan heta niha di mijarên cihê de sêzdeh kitêb nivîsandine û çardeh kitêb jî ji edebiyata dinyayê wergerandine kurdî. Payiza dereng romana wî ya pêşî ye.

 

Bigire - Kapat