Hînbûna Zimanê Kurdî

Pirtûka Xwendinê, Pirtûka Hîndariyê û CD

 

Dilop Verlag

Selim Büsse

Postfach:302211

10753 Berlin

 

celadet.com

08.11.2005

 

Weşanxaneya Dilopê ji bo hînbûna kurmancî sê berhemên ku bi hevre werin bikaranîn weşand. Pakêta ku ji Pirtûka Xwendinê, Pirtûka Hîndariyê û CD´yek a diyalogan pêk tê, ji hêla mamostayê zimanê kurdî Evdile Dirêj ve hatiye amadekirin.

Pirtûka xwendinê rengîn e û bi wêneyên ku sîstematîk hatine amadekirin, balê dikişîne li ser xwe. Dema kesekê ku xwe nû hînî kurdî bike, dikare bi vê paketê pêşveçûnê mezin bi dest bixe.

 

 

Recep Maraşli wêneyên diyalogan û bergê pirtûkan amade kirine. Pakêta ji bo fêrbûna kurmancî ji bo kesên temenê wan zêdeyî çardeh saliyan e û kesên ku qet kurmancî nizanin ango yên li ber pêla asimîlasyonê ketine dikarin sûdê jê bigirin.

Evdile Dirêj di pêşgotina pirtûkê de di derbarê vê berhema xwe de balê dikişîne ku rêbazên hînkirinê ji bo hînbûna zimanekî roleke mezin diliîzin.

 

Dirêj di berdewamiyê de weha dibêje:” Rêbaz çiqas nûjen û teknîkî be, pêvajoya hînkirin û hînbûnê jî ewqas hêsan dibe. Di vê pêvajoyê de nûjeniya materyalên guhdarîkirin, xwendin û nivîsandinê gelek girîng in û ev materyal li cîhanê bi aweyekî nûjen standart in. Min ev berhem li gor standartên nûjen amade kir. Pirtûkên zimanê kurdî yên ku hatine çapkirin bê bi nirx in. Min xwest ku bi vê pirtûkêhin kêmasiyên ku hene temam bikim“.

 

Buhayê pakêtê ku ji Pirtûka Xwendinê, Pirtûka Hîndariyê û CD´ya guhdarîkirinê pêk tê,  25 Euroye û  5 Euro jî heqê posteyê ne.

 

 Bigire - Kapat