Li Kurdistanê demek e nû:

Serkevtina Partiya AK ê û rewşa DTP ê

DTP bi programekî alternatîf di pratîkê de derneket pêşberî xelkê. Girêdanê DTP ê bi kurdên derveyî welêt û başûrê welêt  baş e. Girêdanên wir ji bo dewlemendiya fikir û herêmê organîze nekir.

Gabar Çiyan

zarathustra@telia.com

24.07.2007, xelkedondurma.com

 

Xelkê, bersiva xwe bi dengên xwe da. Ji paşveçûyina DTP ê Ahmet Türk û Aysel Tuğluk, birêvebiriya partiyê ya niha di dereca yekem de berpirsiyar in. Pêwîst e DTP xwe nû bike. Programa xwe tekuztir bike. Li hemberî hejartiyê û pirsên bijîjkî bê helwest nemîne.

Serkevtina Partiya AK ê û rewşa DTP ê

 

Partiya AK ê ne tenê li Tirkiyê, lê li Kurdistanê jî hejmara dengên xwe bilind kir û li gelek deveran DTP ê li dawiya xwe hişt. Li Tirkiyê, sedema serkevtina partiya AK ê piralî tê niqaşkirin. Lê li Kurdistanê ev alî cihê niqaşên nû ye. Ji bo pirsê bersivek têr nake. Cewabên ilmî ku pişta xwe bidin lêkolînên civakî, aborî û polîtîk pêwîst in.

 

Partiya AK  ê

Partiya AK ê weke partî ne kevin e. Lê serokê wê di nava îdelojiya turkî-îslamî de bi dirêjî xebitî ye. Recep Tayip Erdogan li ser nakokiyên civakî yê Tirkiyê ne mirovekî vala ye. Ew di nava partiya Refahê de mezin bûye. Ji ber dîtinên xwe hatiye dadgehkirin û cezekirin. Di dema birêvebiriya Talîbanan de, têkiliyên xwe bi wan re (video) çêbûye. "Bikaranîna îslamê mîna navgîneke polîtîk" jê re ne dijwar e. Li ser xeletiyên sîstema dewleta Tirkiyê, weke pirsa olî, Pirsa Kurd û dizîya di dezgehên fermî de, pirsa bijîjkiyê û bûrokrasiya giran ne bê fikir û program e. Avakirên partiya AK ê di destpêkê de xwe li ser hinek ji van pirsan kur kirin û ji bo çareseriyan xebitîn. Dema hatin ser hikûm, li ser pirsa olî, aborî û bijîjkiyê rawestiyan. Buhayê diravên welêt ji nû ve xurtkirin û enflasyona bilind xistin bin kontrolê. Di polîtîka derve de hinek gavên realîst avêtin û li hundir qala çareseriya Pirsa Kurd kirin.

Pirsa olî, şerê li hemberî hejartiyê û qala çareseriya Pirsa Kurd bala Gelê Kurda kişand...

 

Dezgehên olî li Kurdistanê

Birêvebirên tirka ji bo kurda bixapînin herdem li ser navê "biratiya olî" nêzî kurda bûne. Ji vî aliyê kurda ku lawaz e, wan gelek caran bi xwe ve girê dane û li gorî armanca xwe bikar anîne.

 

Li Kurdistanê bi destpêka avakirina partiya AK ê re, ji aliyê kes û dezgehên turkî-islamî û niwêneriya partiya AK ê ve xebatek bê westan tê meşandin. Li wir dibistan, motelên xwendevanan (yurt) û dersxaneyan vedikin, kursên cewaz tên dayîn. Ciwanên kurdan bi dizî an jî vekirî di wan de dixwînin, dijîn. Bi mîlyonan pere ji bo vê yekê terxan dibe. Di wan de zaniyariyên "îslamiyek e berevajiyê medreseyên kurda" tê belavkirin. Beşek ji ciwanên me dibin xerîbê Ehmedê Xanî, Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Melayê Batê. Ji ilmê wan ku ji rastiya îslamê pêk tê, dur dikevin. Dibin evîndarê turkî-îslamiya Fatih, Kanunî, Evdilhemîd û hwd. Islamê li gorî berjewendiyên xwe şirove dikin û herku diçe piştgirên wan di nav kurdan de zêde dibin.

Partiya AK ê  li Kurdistanê bi şêweyeke sîstematîk xwe organîze dike. Hevalbendên xwe xurt dike. "Neyartiya polîtîka îslamî" ku li cîhanê û Tirkiyê heye, ji xwe re dike navgîn û polîtîka xwe ya turkî-îslamî gav bi gav li Kurdistanê pêş ve dixe.

 

Programa DTP ê di pratîkê de li ser polîtîkayên nû yê cîhanê ne têr û tije ye. Pirsên "peydekirin û çêkirina neyartiya îslamê û organîzekirina hêzên îslamî" û "îslama bêalî û mirovhez" zêde nexistiye rojeva xwe. Li ser propogandeya "terora oliya polîtîk û organîzekirina wê ji aliyê kes, dezgeh û dewletan" ve jê re ne pirsek e balkêş e. Xetera "polîtîka îslamiya sexte ya turkî-îslamî" li Kurdistanê, li ser ziman, çand û olên din bi xurtî nehatiye rojeva DTP ê.

 

Aborî

Îro li Kurdistanê bi sedan fabrîke devê xwe girtî ne. Bazar ji bo yên vekirî peyde nabe. Malên ku ji febrîkeyan derdikeve, di ambaran de dimîne. Bêkarî zêde dibe. Hejartiya li Kurdistanê heye her ku diçe dijwartir dibe. Tenê li Amed ê 3000 zarok li ser sergûyan kar dikin. Li Rihayê mirov nanê ser zibilxanê didin hev û dixwin. Li aliyê Hekariyê malbatek di axuran de dijî. Li Kurdistanê ji ber nebûna mecalên aborî fuhuş, laşfirotina jinan zêde dibe...

 

Partiya AK ê  li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî gavên serkevtî avêt. Kurd vê yekê dişopînin û hêvî li cem wan jî çêdibe ku gavên wisan li aliyê Kurdistanê jî bên avêtin. 

 

DTP bi programekî alternatîf di pratîkê de derneket pêşberî xelkê. Girêdanê DTP ê bi kurdên derveyî welêt û başûrê welêt  baş e. Girêdanên wir ji bo dewlemendiya fikir û herêmê organîze nekir. Pirekê ji bo pêşxistina aboriyê li Kurdistanê di navbêra kurda de ava nekir, li nik wan helwestek wisan xuyanî nekir. Programek aboriyê ku ji aliyê aborîzanên kurda ve hatibe çêkirin û pirsgirêkên ku ji aliyê DTP ê ve karîbe bê çareserkirin ji xwe re nekir pirsek e giring. Ji bilî xebatên çend belediyan pê ve gavek e ciddî nehate dîtin.

 

Pirsa Kurd

Di demek wisan de ku serokê partiya AK ê qala Pirsa Kurd kir, piştî wê bi demekê ji birêvebiriya DTP ê Aysel Tuğluk derket pêşiya çapemeniyê. Wê bi erênî qala îdeolojiya Kemalîzmê kir û li dijî statûya başûrê Kurdistanê beyan belav kir. Serokê partiyê Ahmet Türk di hevpeyvîneki xwe de bi serbilindî kala rola pêşiyên xwe di nava Siwariyên Sultan Evdilhemîdî de dikir. Xwe bi Siwariyên Sultan Evdilhemîd ku qatilê bi hezaran kurd, ermenî û asuriyan e bilind kir. Türk, wesfê navê meta/xaltika xwe da ku kirine Tirkiyê...

 

Partiya AK ê li Amed ê namzetên xwe ji kesên kurdîzan hilbijart. Mercên partiya AK ê li Amedê ew bû ku berendamên wan bi kurdî zanîbin da ku ji derdê xelkê fêm bikin.

 

DTP, mîna ku "xela kurdên zana" çêbûye, "kurdên xwende û siyasetmedar qeliyane", hinek ji namzetên xwe ji Tirkiyê îxracatî Kurdistanê kir. DTP di meclîsê de, hejmara tirkan, bi saya serê kurdan bilind kir. Mirov ji Amed ê anîn Mêrdînê û yê Mêrdînê birin Sêrtê û ew kirin namzetên xwe. Hejmarek namzetên xwe di saeta dawî kişand. Parlementerên kevin û hejmarek kesên nasdar ji bo garantîkirina kursiyê meclîsê ketin xebatên şexsî. Beşek ji namzetên wan kurdînezan bûn... 

 

Encam

Di hilbijartinên 2002 an de Dehap ê li Kurdistanê û li Tirkiyê ji % 6.22 deng wergirt. Encama dengên 2007 an diyar e. Namzetên serbixwe li tevayê Tirkiyê (Muhsin Yazicioğlu, Mesut Yılmaz, Kamer Genç jî di nav de) ji % 5.20 deng wergirtine. DTP li Kurdistanê li gorî hilbijartinên 2002 an têk çûye. Programa wê û sloganên wê bersiva hêviyên xelkê nade. Nakokiyên di nava partiyê de ji aliyê xelkê ve tê dîtin. Beyanên wan xelkê hêrs dike. Programek xwe ya alternatîf li hemberî bêkariyê û pirsên bijîjkî ûhwd. di pratîkê de tune ye.

 

Xelkê, bersiva xwe bi dengên xwe da. Ji paşveçûyina DTP ê Ahmet Türk û Aysel Tuğluk, birêvebiriya partiyê ya niha di dereca yekem de berpirsiyar in. Pêwîst e DTP xwe nû bike. Programa xwe tekuztir bike. Li hemberî hejartiyê û pirsên bijîjkî bê helwest nemîne. Şelafiya li hemberî birêvebirên dewletê ji xwe re neke kar. Bi hêzên kurdan re rûne û li ser payvekirinekî demokratîk gavan bavêje. Prensîba ku parlementeriya wan ji bav derbasî law, ji bira derbasî bira bibe li dawî bihêlin. Piştî demekê bibin aqilmend û rê ji kesên nû re vekin... 

 

Helwesta xelkê li hember partiya Kemalîst CHP ê û ya neteweperest MHP ê vekirî ye. Li gelek deverên Kurdistanê ew partî têk çûne. Lê partiya AK ê bi progarama xwe ya aborî, gavên çareserkirina pirsên bijîjkî, lawaz jî be qalkirina Pirsa Kurd bala kurda kişandiye û hêviyek li cem kurda, ji DTP ê bêhtir çêkiriye.

 

Serokê DP ê Mehmet Ağar helwesta xwe ji bo têkçûnê partiya DP ê diyar kir û ji serokatiya partiyê îstîfa kir, xwe kişand. Ew ji nuha pêve bi îhtîmalek mezin dê di partiyê de bêhtir aqilmendiyê bike. Ew ê rê ji siyasetvanên nû re veke, wan perwerde bike û ji bo serkevtina partiya xwe dê bavitiyê bike.

Lê serokatiya DTP ê ji bo têkçûna xwe heta niha helwestek diyar nekiriye?!

 

Fermo li encamên hilbijartinên salên 2002 û 2007 an binêrin. Serkevtin an îflaskirina partiyan li Kurdistanê temaşe bikin. Encama herdu hilbijartinan şiroveyek eşkere ye ku têkçûna partiyên polîtîk ji birêvebirên wan bersivekî aqilane û helwestekê dixwaze...

 

 

Amed                                                                                                                   

2002 - 2007

Hejmara dengan: 615 103 - 674 136

Hejmara dengên hate bikaranîn: 437 595 - 471 006

   

Partî  Paya dengan (%)  2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP     56. 13 - 43.5  236 689 - 200 747  
partiya AK 15.96 - 41.23    67 298 - 190 313  
Chp 5.92 -    1.92     24 963 -    8 884
Mhp  1, 52 -    2.86     6 415 -  13 186  

                                          

 

Hekarî

 2002 - 2007

Hejmara dengan: 95 937 - 103 150

Hejmara dengên hate bikaranîn: 77 662 - 89 284

 

Partî               Paya dengan (%)  2002-2007   Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP 45.10 - 50.11 33 881 - 43 830  
partiya AK  6.81 - 33.08    5 115 - 28 937  
Chp     8.15 -  3.52     6 121-   3 080  
Mhp     3. 99 - 1.90      2 994 -  1 658  

 

Mêrdîn  

2002 - 2007

Hejmara dengan: 312 132 - 311 655

Hejmara dengên hate bikaranîn: 236 836 - 244 355

   

Partî      Paya dengan (%)  2002-2007  Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP 39.58 - 34.86 89 113 - 84 021
partiya AK   15.43 - 43.78 34 716 -105 535
Chp   11.62 -  6.86 26 151 - 16 535
Mhp    2.77 -  1.32  6 241 -   3 179  

 

Agirî

2002 - 2007

Hejmara dengan: 210 094 - 218 439

Hejmara dengên hate bikaranîn: 153 636 - 165 516

   

Partî   Paya dengan (%)  2002-2007    Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP   35.06 - 22.86 51 947 - 37 316  
partiya AK 17.70 - 63.34 26 219 -103 362  
Chp   9.61 -   2.59  14 230 -  4 231  
Mhp    5.29 -   3.67   7 835 -  5 988  

 

 

Bîngol

 2002 - 2007

Hejmara dengan: 119 040 - 133 561

Hejmara dengên hate bikaranîn: 94 211 - 113 454     

 

Partî      Paya dengan (%)  2002-2007 Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP  22. 18 - 13.76   19 709 - 15 330   
partiya AK  31. 73 - 71.57  28 198 - 79 738  
Chp    7. 88 -   4. 20      6 998 -   4 684  
Mhp   8. 78 -   2. 49         7 801-    2 779  

                                        

Erzirom

 2002 - 2007

Hejmara dengan: 458 895 - 451 506

Hejmara dengên hate bikaranîn: 346 146- 373 909

   

Partî  Paya dengan (%)  2002-2007   Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP   9. 84 -   4. 56     33 291 -  16 878 
partiya AK 54.65 - 68. 09   184 870 - 251 939  
Chp    5.76 -   4.68    19 495 -   17 311  
Mhp 10.86 - 13. 58   36 749 -   50 231  

 

Qers

2002 - 2007

Hejmara dengan: 176 648 - 170 527

Hejmara dengên hate bikaranîn: 126 085 - 125 503

   

Partî    Paya dengan (%)  2002-2007    Hejmara dengan 2002-2007
Dehap-DTP 19.58 - 12.94   23 659  - 16 014  
partiya AK 17.24 - 41.72   20 831 -  51 625  
Chp  16.74  -13.46    20 227-   16 655  
Mhp 11.80  -19.79    14 257 -  24 493

                                   

 

Mûş

2002 - 2007

Hejmara dengan: 168 085 - 181 137

Hejmara dengên hate bikaranîn: 133 873 - 143 003

   

Partî      Paya dengan (%)  2002-2007   Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP 38. 09 - 33.67   49 302  - 47 248  
partiya AK  16. 90 - 38.51   21 876 -  54 041  
Chp      6. 23 -    3.13    8 067 -   4 395  
Mhp    3. 09 -    2.30    3 999 -   3 230  

 

Riha

2002 - 2007

Hejmara dengan: 570 168 - 553 032

Hejmara dengên hate bikaranîn: 444 163 - 451 796

   

Partî    Paya dengan (%)  2002-2007  Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP   19. 28 -  6.10     83 600  - 27 125
partiya AK  22. 90 - 59.86    98 331 - 266 408  
Chp    9. 90 -   4.83     42 946 -  21 502  
Mhp     7. 94 -   5.49   34 442 -  24 436  

                                                                                       

 

Wan

2002 - 2007

Hejmara dengan: 341 562 - 414 681

Hejmara dengên hate bikaranîn: 268 840 - 313 227

   

Partî    Paya dengan (%)  2002-2007     Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap -DTP 41.05 - 30.21  105 320 - 92 443 
partiya AK 25.86 - 53.31     66 797 - 163 142  
Chp    5.21 -    4.13  13 371 -  12 646  
Mhp    3.21 -    3.24      8 297-    9 918  

 

 

Batman

 2002 - 2007

Hejmara dengan: 201 528 - 213 033

Hejmara dengên hate bikaranîn: 152 854 - 161 207

 

Partî  Paya dengan (%)  2002-2007    Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP   47.10 - 39.01 70 027 - 61 694  
partiya AK  20.62 - 46.25 30 654 - 73 137  
Chp   6.88 - 3.83  10 229 -  6 059  
Mhp     1.98 - 0.94      2 942 -   1 481  

 

Şirnex

2002 - 2007

Hejmara dengan: 142 173 - 151 874

Hejmara dengên hate bikaranîn: 108 530 - 129 040  

 

 

Partî      Paya dengan (%)  2002-2007  Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP 45.94  - 53.57      47 567 - 68 198  
partiya AK   14.02  - 27.90 14 512 - 35 520  
Chp     4.71 -    6.41     4 876 -   8 159  
Mhp     2.88 -   2.00     2 979 -   2 549  

 

 

Dersim

2002 - 2007

Hejmara dengan: 57 002- 55 351

Hejmara dengên hate bikaranîn: 42 420 - 43 013

   

Partî     Paya dengan (%)  2002-2007   Hejmara dengan 2002-2007  
Dehap-DTP  32.58 - 27.11  13 437 - 11 515  
partiya AK     6.61-  12.42       2 727 -  5 275  
Chp       24.59 -16.60   10 144 -  7 052  
Mhp   9.84 -   6.51       4 057 -  2 767  

Çavkanî: Belge net-kurtuluscephesi.org, hha (Zarathustra News)

 

 

Bigire