Dengê
dayikên bi kûl û keser Eyşe Şan |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
Wergêra ji tirkî: Gabar
Çiyan & Zarathustra News) |
|||
|
26.06.2007,
xelkedondurma.com |
|||
|
Dengê wê mîna êgir bi şewat bû. Tevayê Kurdistanê dixwest li stiranên wê guhdarî bike. Lê hayê çi kesan ji jiyana wê ya bi kûl û keser barkirî tunebû. Ji ber ko jiyana wê bi tevayî li sirgonê derbas bûbû: |
Dengê
dayikên bi kûl û keser Eyşe Şan Ev
hefte, hefteya dayikan e. Roja dayikan, anku hefteya dayikan li tevayê
dayikên cîhanê, bi taybetî li dayikên kurdan pîroz be. Îro roja wê
ye ko cî û nirxê dayikan bê diyarkirin. Gelê kurd li ser fedekariya dayikan gelek tişt anîye zimên. Mezinbûn, fedekarî û dilbikûlbûna dayika kurd di gelek çîrok, serpêhatî û stiranên kurdî de cî girtine. Lê têr nake. Dayika kurd, di qonaxên dîrokê de fedekarî û lehengiyên mezin kiriye. Li Dêrsim, Mehabad, Amûdê û Helebcê. Li hemberî zilmê derketiye. Zarokên xwe feda kiriye. Wê bi xwe jî di şerê rizgariyê de cî girtî ye. Roj hatiye bûye qûrban. Anjî hewî anîne ser wê, anku bûye qûrbana toreyên beyanî. Û nanê xwe yê tisî di nav hêstirên xwe de cûtiye û cûtiye. Lê gepa jehrdayî bi hêrsa re neçûye xwar...
|
||
|
Bi
mûnasebeta roja/hefteya dayikan, me xwest em qala jiyana dayikek kurd
bikin. Ew, ne tenê dayikek kurd bû. Her wisan hunermendek mezin bû. Ew,
dengê dayikên bi kûl û keser bû. Jiyana wê, nimûneyek ji ya dayikên
kurdan e. Em qala hunermenda hêja û nemir Eyşe Şanê dikin. "Prensesa
bêtac û text: Ayşe Şan" Dengê
wê mîna êgir bi şewat bû. Tevayê Kurdistanê dixwest li stiranên
wê guhdarî bike. Lê hayê çi kesan ji jiyana wê ya bi kûl û keser
barkirî tunebû. Ji ber ko jiyana wê bi tevayî li sirgonê derbas bûbû:
Ji Diyarbekirê hetanî Entabê. Paşê Stenbolê, Almanyayê, Bexdayê
û Hewlêrê. Û Izmîrê ko jiyana wê li wir bi dawî hat... Abîdeya
kûl keseran e Eyşe Şanê. Ev
10 sal in ko di ser mirina wê re derbas bûye. Lê hişkayî û
neheqiya li hemberî wê îro jî berdewam e. Ew
bi navê Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî hatibû
naskirin. Wê, stiranên mîna "Qederê", "Dayikê"
afirandibû. Eyşe
Şan di sala 1938-ê de li Diyarbekirê tê dinyê. Bavê wê dengbêj
bû. Ew bi hunermenda re, bi mûzîkê re mezin bû. Li mala bavê xwe di
dîwanên dengbêjan de çavên xwe vekir. Jiyana wê ya hunerî bi
xwendina mewlûdê û stiranên olî destpê kiribû. Dema dibe 9 salî
bavê wê dimire. Ji ber qedexeyên li ser stiranbêjiya jinan û
zordestiya feodalî, di dema ciwaniya xwe de Diyarbekirê bi cî dihêle
û berê xwe dide Entabê. Li wir xebatên xwe yê hunerî dide destpêkirin.
Di wan deman de zimanê kurdî qedexe ye. Eyşe Şan ê, di radyoyê
de stiranan bi tirkî distire. Piştî du salan, di sala 1963-yê de,
li gorî dîtina wê, berê xwe dide navenda çandê, diçe Stenbolê. Li
Stenbolê konserên bi kurdî û tirkî dide. Stirana wê "Ez xezal
im" di wan deman de deng dide. Piştî demeke kin, kasêta wê ya
bi kurdî û tirkî tê belavkirin. Bi saya wê kasetê, li tevayê
Kurdistanê tê nasîn. Nasdarbûna wê nikare rê li ber çewsandinên li
dijî wê bigire. Di wê demê de li dijî kurda û zimanê kurdî gef û
hişkayî piralî ya dewletê hebû. Eyşe Şanê ji ber gef
û çewsandinên dewletê nema dikare debar bike, bêçare dimîne û berê
xwe dide Almanya yê. Li xerîbiyê hewil dide ko karê xwe yê hunerî
berepêş bibe. Lê mirina keça wê ya 18 mehî, Şahnaz ê wê
perîşan dike. Stirana "Qederê" berhema wan salên bi kûl
û keser e. Naskirina
Cizrawî û Berwarî Diyarbekir
li ber dilê Eyşe Şanê şêrîn bû. Lê wê ji ber gefên
kûştinê yê bira û xizmên xwe, neçû Diyarbekirê. Li gorî
malbata wê, li hemberî mêran stiranbêjiya jinan, gunehkarî ye. Tenê
dayika Eyşe Şan ê xwedî lê derketibû. Lê xwedî derketina
dayika wê têr nekir ko aşitiyek were holê. Dayika Eyşe Şanê,
berî mirina xwe dixwest ji bo cara dawî keça xwe bibîne. Lê îcaze
nedanê de. Vê yekê brînek kûr di dilê Eyşe Şanê de vekir.
Eyşe Şan ê wê demê tevayê êşa xwe bi stirana "Dayikê"
anîbû zimên. Stirana wê di dilê kurdan cihê xwe çêkir û di mûzîkê
de şopek e kur hişt. Bi
dayikê bû dengê qîrîniya dayikan Jiyana
Eyşe Şanê ya bi kul û keser piştî nexweşiyek giran
ya kanserê li Izmîrê di 18 berçileya 1996 an de bi dawî hat. Wasiyeta
wê ew bû ko cendekê wê li Diyarbekirê bê bicîkirin. Lê daxwaziya wê
bi cî nehanîn. Hinek
ji stiranên wê ko ji bîra mirov naçin ev in: Lê lê bêmal, Lorkê
lorkê, Daykê qurban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal, Lê lê dînê,
Xivşê, Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê hewiyê, Hepsîyo, Min
tu dibu, Memê Alan, Nazliyê ve Wey Saliho Kurmam... DAYİKÊ
Şivan
Parwer û gelek hunermendên din ev stiran stirandine. QEDERÊ
Stirana
“Qederê” çi caran nayê jibîrkirin.
|
|||