Stirana Aram Dîgran-î

10.04.2008, xelkedondurma.com

Beşîr Sebrî Botanî

zarathustra_news@comhem.se

 

 

Aram Dîgran-î xizmetek mezin kiriye û hejî gotinê ye ku stirana wî resen e, ji lew re dê muzîkzan û muzîkjen li paşerojê li ser stirana wî bi zanistî kar bikin.

Aram Dîgran xwedan dengek rast, hestek û derbirrînek nazik e. Eger dengê wî bi zanistî bihêt şîkirin û şirovekirin, ji me re diyar dibe ku ew tenê li ser oktavekê (8 deng) distire û jê dernakeve. Aram baş dengê xwe nas dike, ji lew re li pey karîna dengê xwe awazên folklorî û millî hildibjêre û hem jî diafrîne. Eger em behsa stiranên kurdî yên folklorî û millî bikin wek hewa (miqam) û pesteyan, dibînin ku Aramî çi xwendine, yan ew çi dikare bixwîne:

 

1- Heyranok û peste

Xwendina vê morkê (stîlê) bi giştî pirr sanahî ye, awazên wan ji oktavekê (8 deng) kêmtir in. Ev mork li hemû deverên kurmancan peyda dibe.

 

2- Lawik û peste

a- Lawkên pirr asan, yan tevlihev

Têkstên wan bixwe lawik in, lê awazên wan heyranok in, anku ji du babetan tevlihev bûn, her wesan ji oktavekê kêmtir in. Xwendina vê morkê wek heyranokan pirr sanahî ye. Ev mork li hemû deverên kurmancan peyda dibe.

b- Lawkên tekûz

Awazên wan oktavek in û xwendina wan jî sanahî ye. Ev mork li pitiriya deverên kurmancan peyda dibe.

c- Lawkên dewlemend

Awazên wan ji oktavekê bêhtir in, ji lew re pitiriya stiranbêjan ne şên vê morkê bistirin. Ev mork bi tenê li Botan hebû, lê nuho li hemû rojhelata navîn belav e. 

 

3- Pahîzok û peste

Awazên wan ji oktavekê bêhtir in, ji lew re pitiriya stiranbêjan her ne şên vê morkê bistirin.

Lê carcar stiranbêj ne şên hemû livînên vê morkê bistirin, êdî awazê kurtir dikin û dibe pahîzokek sanahî. Ev mork tenê li Botan heye û ji bo çêjê (tamê) gehişt Hekarî û Badînan.

 

Ji van her sê morkên navbirî, Aram Dîgran-î şiya tenê heyranok, lawkên normal û sanahî bixwîne. Bi kurtî û bi zanistî Aram Dîgran-î xizmetek mezin kiriye û hejî gotinê ye ku stirana wî resen e, ji lew re dê muzîkzan û muzîkjen li paşerojê li ser stirana wî bi zanistî kar bikin. 

 

 
 

Bigire