|
|
|||
|
|
|||
Îro li Amed ê nêzî 50 hezar karkerên bêşixûl hene. Xeter heye ku ev hejmar bilind bibe. |
|||
|
|
|||
|
24.06.2007,
xelkedondurma.com |
|||
|
24.05.2007, |
|||
|
Li Kurdistanê xetera mezin: Li
bakurê Kurdistanê bê karî û biçîbûn bi şêweyek vekirî xwe
dide der. Berî niha serokê odeya dermanfiroşê Amed ê Ferat Değer
pirs anîbû zimên. Li gorî wî, Amed ê di sînorê birçîbûnê de ye.
Îro bi beyana serokê Sendîqeya TURKTIS ê Bedrettin Demirtaşî
diyar bû ku Amedê ne tenê di sînorê birçîbûnê de ye, lê ew bi
pirsgirêka bê karî û birçîbûnê re şerek mezin dike. Wî, ji
rojnameya Olay ê re dîtinên xwe wisan aniyê zimên: Îro li Amed ê nêzî
50 hezar karkerên bêşixûl hene. Xeter heye ku ev hejmar bilind
bibe.
Mehmet
Topal ku li Elezîz ê ji awira rojnamevaniya lêkolînerî nasdar e li
ser rewşa fabrîkeyên Kurdistanê lêkolînek piralî kiriye. Xebata
wî di nêta bajêr hatiye weşandin. Wisan dibêje topal: Li navçê
(Kurdistanê) ekonomî ber bi falincê (felc) ve diçe. Ji ber krîzên
ekonomiyê û krîzên bi rê de li Erzirom, Agirî, Mûş, Ixdir, Wan
û Qersê 36 û li Elezîz ê 14 fabrîke hatin girtin/girtîne. Li van
bajaran 100 fabrîke bi nîv qapasîte dixebitin. 25 tesîsên nû ji ber
pirsa tengasiya fînansê nikarin têkevin xizmetê û karkirinê. Li gorî
lêkolînê li Qers ê 3, li Mûş ê 5,
li Wan ê 4, li Agirî yê 5, li Ixdir ê 3, li Erzirom ê 16 fabrîke
hatine girtin, anjî girtî ne. Li aliyê Şirnex û Sîlopiyê jî rewşa xelkê ji awira aborî ve xirab e. Berî niha bi çend salan rewşa bajêr bi tîcareta sînor pir baş bûbû. Lê îro xelk di rewşek dijwar de ye. Li gorî rojnameya Şirnex ê ji ber tunebûna kar gelek malbat ji bajêr bar dikin cihên din. |
|||
|
Zarathustra News |
|||