|
Nunerê
Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur Dr. Musa KAVAL di van rojên
borî de li Yekîtiya Ewropa birek xebatên siyasî û diplomasî meşandin.
Bala
Serokên Dewlet û Hukmetên Yekîtiya Ewropa û serok û endamên
Parlementa Ewropa kişandin
ser tehdîdên Dewleta tirk li dijê Kurdisana Başur û li ser îlankirina
sê wilayetên Bakurê
Kurdistanê wek herêmên leşkerî.
Her
wesan bal kişand li ser armancên van tehdîdan û encamên bi tehlîke
yên ku mumkunin ji êrêşkirina li ser Başurê Kurdistanê peyda
bibin.
Bi
munasebeta civîna gupka (zirve) Yekîtiya Ewropa li Bruxelles,
21-22-06.2007 nunerê HDKB nameyek ji bo seroka demê ya Yekîtiya Ewropa
Xatun Angela MERKEL nivîsand û bi awayek rasterast gihande berdestkên wê.
Nunerê
Hevbendiyê herwesan birek hevdîtin jî, li Parlementa Ewropa li Strasbourgê,
roja 20.6.2007 pêk anînin.
Balkişande
ser helwesta dijkurd ya Leşkerê
Tirk, nameyek ji bo serokê Parlementa Ewropa Brêz Hans-Gert PÖTTERING nivîsand
û bi dest gihande Serokatiya Parlementa Ewropa.
Ji
aliyek din ve Nunerê HDKB, di vê çarcevê de nameyek vekirî jî bo hemo
endamên Parlementa Ewropa nivîsî û nusxeyek ji wê li ser 660
Parlementerên 27 Dewletên endamên YE belavkirin.
|
|
|
li
jêr tercuma metnê nameya Hevbendiyê ji bo Xatun Angela MERKEL
Paris
li 20.06.2007
SEROKATIYA
YEKITIYA EWROPA - BRUXELLES
Ji
bo Xatun Angela MERKEL Seroka Yekîtiya Ewropa
Babet:
Daxwaza rawestandina tehdîdên
Dewleta tirk li dijê Başurê Kurdistanê û peydakirina çareseriya
pirsa gelê Kurd li Tirkiye,
Seroka
Berêz,
Bi
destora we be, em di vê nameyê de bala cenabê we û ya nunerên
Dewletên Yekîtiya Ewropa dikişînîn li ser gefên (tehdîd)êrêşkirina
Dewleta tik li dijê Başurê Kurdistanê û li ser zererên mezin yên
îro gelê kurd yê medenî hem li Başur hem jî li Bakurê
Kurdistanê dibêne.
Belê
leşkerê Tirk, vê gavê, dora I50.000 çekdar û hemo curên melzemê pêwîst ji bo
êrêşek leşekerî ya pir mezin, li ser tuxubên Başurê
Kurdistanê komkirîne. Desthilatdariya
tirk hejmara leşkeran
û ya çekan rojbiroj pirtir dikin. Di encama vê yekê de civata kurd
li ser herdu tuxuban ( Îraq û Tirkiye) di rewşek
pir tundûtal de dijît.
Baş
aşkereye ku armanca komkirina hewqas leşker û melzemê cenga
hemdem ne ewe ku pê şerê
milîtanên PKK bikin yên ku mumkune dora 2-3 hizar kesbin
di herêmê de. Leşkerê tirk bi behana şer li dijê
PKKê dixwaze hind armancên din bi cih bîne, nexasime
evên li jêr tên rêzkirin, hêjayî îşaretkirinê ne:
a.
Leşkerê tirk xwe amade dike ku Başurê Kurdistanê
dagire, da ne hêle ku referanduma li ser statuyê bajarê
Kerkukê bête kirin. Gora benda 140 ji destora Komara federala
Iraqê ev referandum dê di
meha çiriya paşîn 2007
de bête kirin. Eger Tirkiye êrêşê bibe ser Kurdistanê, encamên
pir bi tehlîke dê peydabibin. Lewma gelê
kurd dikare bi serhildank berfireh û giştî li dijê leşer
û polîsên tirk rabe, ev yeke dikare bibe sedemê qirkirinek mezin û
jenosidê li hember gelê kurd hem li Tirkiye hem jî li Kurdistana başur
Ev yeke dê bê îstîqrariya herêmê hêj mezintir bike û arêşên
heyîn ( kirzên) dê pirtir aloz
bike.
b.
Ji aliyek din ve , leşkerê tirk , bi vê yekê re dixwaze ku
hukmeta Kurdistana federal neçar bike ku li dijê PKKê şer bike.
Ew dixwaze bi vê yekê şerê birakujî di navbera Kurdên Bakur û
Başur de peyda bike. Bêguman eger ev armanc binecih bibe, leşkerê
tirk dê hewul bide û hemo îmkan bikarbîne da ku vî şerî her
gurtir bike û hindî mumkun be bi dete domandin. Desthilatdariya gelê
kurd vê tehlîkê his
diket û red dike. Rêveber û gelê kurd hem li Başur hem jî li
hemo parçeyên din yên Kurdistanê bi tundî li hember şerê
birakujî di navbera Kurdan de radiwestin.
c.
Bi hêceta hebûna tehlîkê
li dijê ewlekariya Tirkiye, leşkerê tirk di xwaze rewşek
siyasî ya bi arêşe (
kriz) derîne da ku bikaribe piştî hilbijartinên 22.07.2007,
bandora xwe li ser desthilatdariyê bi domîne, lewma di pêvajoya
demokratbûna Tirkiye de tehlîke heye ku desthilatdari ji destên leşkeran
derkeve.
Iro
pir sê wîlayetên Bakurê Kurdistanê,
wek herêmên leşkerî hatîne îlankirin, hemo curên zulim
û zordariyên eskerî tê de tên
rewakirin. Hemo herêma li ser tuxubên Tirkiye-Iraq berdewam
ji layê leşkerê tirk ve tête bombekirin, û êrêşkirin.
Di vê dema hevînê de ku xelkê gundan debara xwe ya zivistanê dikin û dexuldahên xwe komdikin,
bi dehan gundên kurdên başur yên li li ser tixubên tirkiye
valabûne xelkê wan neçar
bûne, ji ber bombekirina leşkerê tirk revîne û pir meûzbûne.
Seroka
Berêz, em ji cenabê we û
ji hemo serokên hukmet û dewletên Yekîtiya ewropa tika dikin ku hun,
helwestek xurt bigirin
û ne hêlin ku projê
dijkurd yê leşkerên tirk bi ser bikeve, ev projê ku bi behana
şerê li dijê PKKê, dixwze
statuyê federal yê Başurê Kurdistanê hilweşîne û şerek
birakujî di navbera Kurdên Bakur û Başur de biafirîne. Herwesan
em ji we tika dikin ku hun ji bo çareserkirina pirsa gelê kurd li
Tirkiye, bi kevin di nav hewuldanek cidi de.
Seroka
berêz,keremkin baştirîn rêz û hurmetên me wergirin.
Dr.Musa
KAVAL ,
Nunerê
Hevbendiya demokratîka Kurdên Bakur.
8.
rue St Marc
75002 Paris
Tel..
+33.140.28.40.54.
Courriel :
hevbendi@gmail.com
|
|