|
Ji Rewşenbîr û Hunermendên Kurd re! Banga
KNK ê |
|||
|
17.05.2008,
info@xelkedondurma.com |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
Em komîta KNK (Kongra Netewiya Kurdistanê) yê Swêdê dixwazin ji bo cîvîn û yekîtiya rewşenbîr û hunermendan re malavaniyê bikin. |
|
Ji Rewşenbîr û Hunermendên Kurd re! Tê gotin ku rewşenbîr; ronahiya pêşeroj û wijdanê miletan e! Civak bi rewşenbîrên xwe bi pêşdikevin, demokratîktir dibin û şaristaniyan avadikin. Ti hêz nînin ku guhdarî rewşenbîran nekin û bê hêza wan rizgar bibin… Ji bo miletê Kurd jî girîngiya rewşenbîr û hunermandan, rol û berpisiyartiya wan hîn zêde ye. Rewşenbîr û hunermendên miletekî, xwedî raman û dîtinên cûda ne, ew gelek xwezayî ye; pêwîste jî. Lewra ew yeka nîqaşên demokratîk derdixin holê û riya rast nîşanî miletan û desthilatdarên wan dike. Em rewşenbîr û hûnermendên xwedî fikrên cûda wek gulên baxçeyekî dibînin û heta dawî jê re hurmet digrin. Lê, rewşenbîrên bo pêşêroja netew û welatê xwe neyên cem hev jî maqûl nayên dîtin. Eger ew netewa jî Kurd be, hîn zêde pêdeviya yekbûna hêza ramanî, dadmendiya bilind a reşwenbîran derdikeve holê. |
|
Em
komîta KNK (Kongra Netewiya Kurdistanê) yê Swêdê dixwazin ji bo cîvîn
û yekîtiya rewşenbîr û hunermendan re malavaniyê bikin. Ti armancên
me yên veşartî nîn in. Têne em dixwazin ji rewşenbîr û
hunermendên Kurd re bibin platformekî nîqaş û rêxistiniyê.
Dixwazin kesên xwedî ramana ronak li ser ”Yekîtiya Netewî” bibin
xwedî gotin! Bibin hêzêka netewî ya ku hemû partî, rêxistin, hizb,
şexs guhdarî dikin! Bibin dengê miletê Kurd. Li
ser vî esasî, em dixwazin ji bo rewşenbîr û hunermendên Kurd bibin
platformeka demokratîk a niqaşên li ser yekîtiya Netewî! Hêza
ramanî ya miletê bilind bînin cem hev, bila nîqaş bikin, xwe bi rêxistin
bikin û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Vê yekê em wek erkeka netewî dibînin
û hêvîdarin hemû kes jî li ser wan hestan beşdar bibe. |
|||
|
Dem: 2008.05.24- Şemî, Kat: 13:00-17:00, Cîh: Husby Träff Stockholm, Xwarin: Bullar û kahvê bê îkram kirin
Bangdar: Şoreş REŞÎ, Hesen NOZHATZADE, Siament MOINÎ , Xelîl GEDO Ji bo têkilî: soresresi@hotmail.com, alfa60@bredband.net , xelil72@hotmail.com, tel: 073 685 02 56 |
|||
|
|
|||