yê herî bi nav û deng

Xelîlê Berfê

06.04.2008, info@xelkedondurma.com

 

Kemal Tolan

kemal_tolan@web.de

 

 

Heyla dayê Delane

Heyla bavo Delane

Nûrê digo:

Emo lawo de deleane

Qaso birayo delane

Lê lê Rewşê mala bavê şewitiyê delane

De hûnê dev ji malê dinya yê berdin

Malê dinya yê hemûk qirêja destaye

Xelîlê Berfê

Kirasguhastina rêzdar XELÎLÊ BERFÊ, dengbêjê ku şahîdê zargotina Êzdiyan yê herî bi nav û deng, ez egelekî xemgîn kirim!

 

Min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku şahîdê zargotina me Êzdiyan yê herî bi nav -deng û dengbêjê di nava civaka me de zahf dihate hizkirn XELÎLÊ BERFÊ (1920-2008), di 03.04.2008 de kirasguhastiye.

 

Ez dizanim şahîdên mîna dengbêj XELÎLÊ BERFÊ, yê ku di peyvên stranên xwe de gelek serpêkhatiyên netewa me Kurdan û bi taybetî jî piraniya buyerên bi serên endamên civaka me Êzdiyan ve hatî zelal didana xwanê kêmbûn.  Dilêşa min ya herî mezin jî ewe, gava ev şahîdên zargotin û floklora me Kurdan kiras diguhêz (dimir)in û bi taybetî jî gava yekî ji “revebir”, “berpirsyar” û “rêberên” civak anjî netewa me ew arşîva di dilê  wan de hebû tomar ne kiri be, hingê  piraniya xizna arşîva çande û kultura me ya herî zindî û ne hatî lêkolîn kirin jî bi wan re binax dibe…

Mixabin heta nih tu firsenda min çênebû ku ez li ber rêzdar, dengbêj, zahmetkêş û Xwedê jê raziyê XELÎLÊ BERFÊ rûnêm û xwe berdime nava vê arşîva di dilê wî de hebû. Lê, min çend stranên dengbêjê di nava civaka xwe de hizkirî ji ber kasetekî dengê wî nivîsandibûn û ew jî di kitêba xwe ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zîndîne-2000” de weşandine. Ez niha çend malikan ji wan stranên rêzdar dengbêj XELÎLÊ BERFÊ pêşkêşî we hêjayan dikim.

 

Şerê Şêx Mîrza (1828..?)

 

Wezîro wezîro oyo,

Lo lo şêxê mino,

tiştê te kir, kesî li darê dinya yê nekir,

kesekî perî bavê Hesen û Melo,

Şêxê Anqosya, şêxê Doqatê,

berxê Koza wezîr,

derê sara Diyarbekirê bi xwûnî nekir.

 

Lo Wezîro,wezîro oyo

welle ezê çibikim,

kolênciya destê, bavê Hesen û bavê Melo,

şêxê Anqosya, şêxê Doqatê,

berxê koza wezîr,

xwe iro ji nava xwûna kûçikê kumsora lez berdaye

 

Lo lo wezir wezîro oyo

xopana Kelê sara Diyarbekirê,

bê sewite dê Kanîne

ezê nakewime ber kustina,

bavê Hesen û bavê Melo,

Şêx Hesen, Şêxê Anqosiya, berxê

koza wezir, xortê nû hatî,

gelek hene, li Dinya yê

berxê koza Ézîdi, xortê nûhatî,

ezê ketime ber wê yekê kuçîkê ,

koçerên van Medîyan û Keçkoriya,

iro sê rojin li zozanê jorin lê ser

pez û Berxê me danîne.

ax wezîr  yir …………..

 

Şerê Delan (1830)

 

Heyla dayê Delane

Heyla bavo Delane

Nûrê digo:

Emo lawo de deleane

Qaso birayo delane

Lê lê Rewşê mala bavê şewitiyê delane

De hûnê dev ji malê dinya yê berdin

Malê dinya yê hemûk qirêja destaye

 

Min dî eskerê mala Dewrêş begê hat û girane ,

ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaço

azbata bavê min rebenê, anîne ber mîratê.

Ezê piştî xortên Êzîdiyan, Peyayên Neqîbiyan

Çibikim ji Terş û Talanê giran, malê dinya yê

Digo:

Dewrêşê mala Dewrêş begê

Serê xortên Êzîdiyan jê kirine

Cenazên wan bi ava çemê Ridwanê ve berdane

Cenazên Xortên Neqîbiyan,

çûne heta serê Dû avê,

newala şêlîwa û pira Bota

Eza gulî birê

Îro sê roje cenazên

Xortên Neqîbiyan 

Çûne li gola Materê geriyane

…………………..

 

Şerê Erenzê

 

Rindê digo: Edlayê

Erenza Şêxan bi şewite bi darê tere

Erenza Xopan bi şewite bi darê tere

Hesabê Cibo hatiye li Kela Rimêlê,

bi tevlî koma Şêxên Ereban û eskerên:

Eynikê, Eyndarê, Eynkafê, Eynberanê,

çiqas Hecî, Sofyên Xerzan, Xiya û Bekiran

hemû anîne bixwere.

 

Min dît Mêçoyê mala Şêxo

Li Êganê Meyro,

li Keleşê Çelo,

li Şêx Hemê Seyro,

li Gêeçanê Gîro,

li peyayên Neqîban,

li xortên Qizilan û Êzîdiyan

dikre gazî û digo:

Bav û Biran, hûnê mêhrî çêbin,destê xwe xweş hilînin.

Êganê Meyro li egît û xweş Mêran dikre gazî û digot:

Ezê bi bayrqa Êzî kim, heger Xwedê û Siltan Êzîdî îro bi mere rast hilîne, emê bikin; heft roj û heft şevan, Aşê Sipî û aşê Ridwanê li ber xwîna reş bigere.

……………

(Ev stranan ji ber dengê Xelîlê Berfê, ku di kasetekê de gotibû hatine nivisandin.)”

 

Dibêjim, bila rahma Xwedê li rêzdar XELÎLÊ BERFÊ  be... !

 

Sersaxiyê û sebrê ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên wî  ra dixwazim.