Di Hevpeyvîna Oldarekî Êzdiyan De 2

Mahne û Giringîya Feqîrên Êzdiyan Têne Naskirin

 

Kemal Tolan

kemal_tolan@web.de

 

25.04.2008, info@xelkedondurma.com

 

Di Hevpeyvîna Oldarekî Êzdiyan De 1

 

Hevpeyvîn 2

Kemal Tolan:  Rêzdar Feqîr Elî, dema ez li zargotina Êzdayetiyê dinêrim û guhdarî dikim, dibînim ku zahf peyva “XERQE” di nav de hatiye û hêjî tê bikaranîn. Eger hûn destûrê bidine min, ez dixwazim pêşîn çend mînakan ji We re bînime ser ziman.

Feqîr Elî: - Belê mirîdê min, keremke ez li te guhdarî dikim !

 

Kemal Tolan:

Mînak: 1

Di sebeqeyeke „Terqîn û nasîn” de dibêje:

Xerqe ji kafa nûnê

Elah mewla cumle alem miletîTemamî di: *1

 

Mînak: 2

Di sebeqeyeke “Du´a Heyvê”de dibêje:

5- ya Melek Fexredîn! te em xûndîne li hizretê

tu me bisitrînî ji dirba Xerqê

ji şerîetê, ji terîqetê

şikir, te em havêtîne ser pişka sunetê.“ Temamî di : *2

 

Mînak: 3

Di çend sebeqeyên “Qewlê Lawikê Pîrano de dibêje:

“67- hey lawek yî pîrano :
xerqe libasê cebare
kesê ji pêş xerqê şîxadî hilînit dare
roja axretê ew xafilekî gunekare ….

68- hey lawekî pîrano :
kesê serma xerqeyî bi girî
û bi awirêt xezeb tê bi fikirî
roja axretê dê kafir mirî ….

69- hey lawekî pîrano :
li roja li pê pira selatê
xerqeyî hilînin , dê bene bisatê
belê qalibê kafir dê mînit li kiş û matê ....

70- hey lawek yî pîrano :
ewe roja pê pira ne’îmê
xerqeyî dê hilînin û bene xizînê
qalibê kafir dê mînit li kela cehîmê ....”Temamî di *3

 

Mînak: 4

Di sebeqeyeke „Qewlê Derwêş Adem” de dibêje:

“Hindek xerqê xwe bi kiçê re sipar e
Dabuye keçê xerqe ye
Silav bike li babê ye
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye”
Temamî di : *4

 

Mînak: 5

Di sebeqên „Qewlê Qendîla” de dibêje:

 

“Şîxadî hate Lalişe
Xemilî bi xerqêt reşe
Edewîya hal pê xweşe

 

Şîxadî li Laliş bû
Xemilî bi xerqê reş bû
Edewîya hal pê xweş bû“ Temamî di :*5

                                              

Mînak: 6

Di helbesta „Ebû Bekirê Şîblî û Şêxê Cuneyd ” de jî weha dibêje:

“Xerqe û tekmîl îna wî di Ebû Bekir werîna

Guh bidin ey guşenişîna, hû dê berket xirqetê

Xirqe libsê ewlîyane, ’safî dilê e’sufîyane

Dûr ji qewê eşqîyane û ehlê kizb û bîd’etê”

Temamî di: *6

 

Mînak: 7

 

Êzdî vêga hêjî bi libasên “Tanc û hilên”

Şêx Adî sond dixwin û lê ziyaretî dibin .

 

Û hîna gelek mînakên dinê...

 

 

Vêca,  rêzdar Feqîr Elî, hûn jî dikarin ji me re bibêjin, ka giringiya “XERQE” di nav zargotina Êzdiyatiyê de çiye û “XERQE” ji kengî ve hebûye ?

 

Feqîr Elî:  Li goriya ku ez dizanim, Xerqe bi hezarên salan beriya Şêx Adî de jî hebuye.

 

Binêre ezê vî qewlê  “XERQE” yê ku heta vêga hîna di tu deverî de tevaya wî ne hatiye gotin û nivîsandin  ji te re bêjim.

QEWLÊ XERQE dibêje:

 

Berî dinya ne bû,

Ew roj Xerqe hebû,

Xerqe libsê Xwedê û

Tawsî-Melek bi xwe bû

 

Berî dinya nebû, ne di sêwrand

Mihbet ew bû mêran ne hengirand

Ew roj padşayî xerqe di dehirand

 

Berê ne erd, ne ezman bû

Berê ne çiya, ne sekan bû

Û ne bahr , ne bînyan bû

Hingê di nav xas û

Ewliya de Xerqe îman bû

 

Koro te  çavî spî ye,

mahniya xerqê Şêx Adî çiye?

Erd e bi kilît û ne vekiriye

Ema ji sirra melkî bihiriye

 

Koro te çavî kor e,

mahniya xerqê Şêx Adî çiye?

Ne vekirî, ye bi zimzim û mor e

Derenca xerqê Şêx Adî li jor e

Ew ji sirra padşahê jor e

 

Di kilimî grîvan e

Xerqe libasê padşê minî giran e

Ew xerqe qubleta çiqas xasan e

 

Tac dêje Xerqe ye

Sed evdê guhnekar e

Qestke berde mala te ye

Bi heqiya Xwedê destekî li ser yê te ye

 

Xerqe xelatê mêrê axa

Hincî di bin kirê Şêx Adî de

Neke kul û emelê saxa

Roja bangê yî rût û çîplax e

 

Xerqe dirre, rastî sir e

Xerqe xelata mêrê hir e

 

Xerqe xelata Xwedê bi xwe ye

Êwiriye ser qalibekî bê terşe ye

Ewan  xêr nedikir û guhne li xwe dikir zêde ye

 

Xerqe dibê, ezê li wê me

Bê bav û bê dê me

Ez li ber kerema mewlê me

 

Ez li ber kerema vî mewlayî,

Ez dah me destê vî hosta yî

Ser min çêkirin xoş û şahî

 

Ya rebê min !

Xoş û şahiye bi dem e

Berî Adem, berî Hawa,

berî Îsa û  Mêyrem e

Not hezar sel hebûm e li dîwana te me .”

 

Kemal Tolan: Rêzdar Feqîr Elî, ez dixwazim ji bo aghehdariyê bibêjim, hinga ku Feqîr Hecî Şemo(yê ku eva serê çilûheşt salan xizmetkarê ber mala Şêx Adî ye) hatibû Almaniya – bajarê Oldenburg`ê, hingê min û birê Sedîq Dûzgun di 16.01.2000 de hevpeyvînek bi wî re çêkir. Rêzdar Feqîr Hecî Şemo jî hingê çend sebeqên “qewlê xerqe” ji me re gotin, lê me ew hevpeyvîn hingê ne weşand.

 

Vêca, min îro dîsa li wî bandê hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Hecî Şemo re guhdarî kir û ez niha van çend sebeqên “qewlê xerqe” yên ku ji gotinênên Feqîr Elî gotî cûde ne anjî yên ku “qewlê xerqe” temam dikin,  ji ber gotinên Xwedê jê razî Feqîr Hecî Şemo  dinivisînim.

 

 

Kemal Tolan û Feqîr Hecî

Şemo(16.01.2000)

 

Rêzdar Feqîr Hecî Şemo  jî dibêje:

 “Qewlê Xerqe

Dilê vêkirî muhtac e

Çî dewrêşekî lewaz e

Berkirina siltan Şêx Adî de berke û tac e 

 

Xerqe libasê cebar e

Hincî kesê hilgirte ser xerqê Şêx Adî de dar e

li axretê li ber Şêx Adî û Melik Şixîn guhnekar e        

Hincî bi sirûba xerqe bigirî

û bi xezeb tê fikirî ew bê şîk kafir bî

 

Pîrê xerqêm Siltan Êzîd e

Û ew mahniyeke bêhîd e

Û atqata min û çendî mirîd e  Temamî di : *7

 

 

Rêzdar Feqîr Elî,  gelo mercên ku oldarekî Êzdî bixwaze Xerqe hilgire çine?

 

Feqîr Elî: Weke ku em di sebeqên „Qewlê Axretê“ de jî dibînin, divê berî her tiştî ev kes bîryarê  bi xwe bide, „ Xwe ji xweşî û levzeta dinê bike” û  xwe ji bo xizmeta axretê amade dike. Ji Xwedê û Şêx Adî re sê rojan rojî bigre. Gazî oldarekî Êzdî ku Xerqe hilgirtiye dike û wî ji xwe re bike birayê axretê. Tevî endamên civakê û Birayê axretê, nan û zadê qurbana Xerqe hilgirtinê bixwin. Dûre birê axretê libasê dinê û kefenê axretê li birê xwe dike...

 

Gava kesek xerqê xwe ji xwe deyne dibêje:

“Tahl, nûr, sitar, xefar, cebar,  libasê dinê , kefenê axretê

Bi qevda melîk Şîxsîn milê rastê

Yar û birê axretê fer e li me sinetê ”

 


 

Rêzdar Feqîr Elî, xerqe ji çê û çewa çê dibe ?

 

 

Feqîr Elî: Tenê Feqîrên dûnav dikarin xerqe çêkin.  Xerqe, ji hiriya miyan ya ku mîna rîs hatiye rêstin tê çêkirin. Gava rîs temam dibe, meriv wî tevî hinek ava zimzimê berdide nava ava di sîtilekê de û dû rojan dikelîne. Dûre hinek pel û çiqilkên dara zerguzê  davêjine nava ava kelandî û xerqe reng dikin.

 

 

Dayika Êzdî hiriya Xerqe dirêse (k.t.)

 

Kemal Tolan : Xwedê xizmeta We qebûl bike û rahma Xwedê li dê, bav We û hemû seydayên Êzdiyatiyê be.

Feqîr Elî : Amîn !

 

 ....

Çavkanî:

  1. http://www.yezidi.org/259.0.html

  2. http://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf.

  3. http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=241

  4. http://www.yezidi.org/305.0.html

  5. http://www.ezdixane.com/content/view/62/3/

  6. http://www.koord.com/webbook/book/aras/aras1/Book/Nooradeen/Nooradeen3/221-271.PDF .

  7. Kemal Tolan û Sedîq Dûzgun (16.01.2000) Hevpeyvîna bi Feqîr Hecî Şemo re