|
Di Hevpeyvîna Oldarekî Êzdiyan De Mahne û Giringîya Feqîrên Êzdiyan Têne Naskirin |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
Kemal Tolan |
|||
|
|
|||
|
22.03.2008,
info@xelkedondurma.com |
|||
|
|
|
|
Hevpeyvîn
Kemal
Tolan: Rêzdar Feqîr Elî,
weke ku ez ji Êzdiyatiyê fahm dikim, ji xeynî We çend dûnavên me Êzdiyan
pêve, êdî kêm kes hene ku dikarin ji kevnarî û kuraya zargotina me Êzdiyan
birastî xeber biden. Ji xwe gava ez bala xwe didime nava zargotina xwedîocaxên
Êzdiyên di herêma Xaltiyan de, dibînim ku xizmeta binemala hinek pêşîmam
û bi taybetî jî keda çend feqîrên dûnav û yên mîna We gelekî xwanê
dike. Vêca,
berî ku ez hinek pirsên li ser naveroka baweriya Êzdiyatiyê bikim, ez
dixwazim ku hûn bi kurtasî hinekî behsa kesayetiya xwe bikin û ji me re
bibêjin, ka Feqîr Elî kengî ji dayîka xwe re buye, kengî,
li cem kîjan seydayan û çewan dest bi vê xizmeta di nava civaka me
de kiriye? |
|
-
Ez di payîza sala 1930 de ji bavê xwe Piçî ew jî kurê Feqîr Ûsiv e
û dayîka xwe Xezal re,
li gundê Hemdûna ku di herêma Misircê de ye çêbûme. Hingê sê
bira û xuşkeke min hebûn e. Gava
temenê min bû deh sal û pêve, êdî min bi bavê xwe Feqîr Piçî re
dest bi xizmeta gera nava civaka Êzdiyan de kir. Di vê demê de jî
ilimdarên ku di nava civaka Êzdiyan de xizmet dikirin gelekî kêmbûn. Tê
bîramin rahmetiyê Feqîr Temê, Hisî, Heso, şêxekî Şerfedîna
Şêx Nasir ku ji başûrê rojavayê Kurdistanê bû û Hesenê
Takorî dihatine ba bavê min
û fêrî ilmê Êzdiyatiyê dibun. Lê
min jî, ilmê xwe ji Xwedê jê
raziyê bavê xwe Feqîr Piçî girtiye û ew jî ilmê xwe ji Qewal Kewê,
yê ku ji Lalişê dihate nava me Êzdiyên Xaltiyan û welatê Serhedê
de digeriya, girtiye. Tê bîramîn
hingê di nava herêma Serhedê de dora 50.000 hezar Êzdî û zêdeyî 100
gundên Êzdiyan di nava herêma Xaltiyan
de hebûn. Ji
xwe ancax Xwedê tenê pê dizana, bê ka hingê çiqas zahmetî û pirsgirêk
me hebûn........... Rêzdar
Feqîr Elî, weke ku ez di
sebeqeyeke „Qewlê Axretê“ de dibînim
û dibêje: „Feqira
yeke çê kir, Xwe
ji xweşî û levzeta dinê kir Li
dinyayê ber bi axretê kir“ Gelo
hûn dikarin ji me re bêjin, ka wateya vê sebeqê çiye? -
Belê, gava Feqîr anjî oldarekî Êzdî libas hildigire ser xwe, ew
hingê dibe hevalê axretê. Libas
çî ye ? -
Em Êzdî ji Kulik, Xerqe, Meftûl
(ji rîsê miyan çêdibe û meriv
dixe stuyê xwe), Mihik- yanî kembera ku xadim pê ve dirûtine
(hinek oldar jî dibêjinê: riste . Rengê rista her oldarekî
/ê Êzdiyan ji hevûdinê
cûde ne k.t. ) û ji gopalê ku ji dara kenêrê çêbuye re dibêjin, “libasên
Şêx Adî”. Gelo
hûn dikarin ji me re bêjin, ka wateya gotina
“feqîrê yek û dûnav” di nava zargotina Êzdiyatiyê de çî
ye? -
FEQÎRÊN DÛNAV yên ku mîna me ji binemala pîrê Ormexala ne. Ev pîr
haveynê sirra koka pîrantiyê ne û gelekî kevnin. Li goriya zanîna min,
haveynê pîrantiyê kilîma Xwedê ye. Tu ins û cins bê pîr çênebuye
û tûne ye. Ji pîrantiyê îman, ol, aqubet û axret çêbuye. Lewma jî
heta îro hêjî her kes dibêje, ev kes anjî tiştî bi pîr e. Gava
pîrên Ormexala bi kulik, sûret, xerqe û ilimdar bin Êzdî ji wan re dibêjin
MEREBÎ. Seydayên
min li ser peydabûna FEQÎRÊN YEKNAV yên ku mirîden weha digotin: Birêz
Feqîr Elî, FEQÎRÊN DÛNAV tenê ji binemala pîrên Ormexalan dertên
anjî ew dikarin ji hinek binemalên dûnavên Êzdiyan yên dinê jî
derkevin? -
Di wî wextê ku Şêx Adî hatiye lalişê de, hingê hinek ji
binemalên şêxantiyê jî xwe ji bona erkên FEQÎRÊN DÛNAV dane pêş.
Şêx Adî dibêje şêxên ji binemal Şemsaniyê, Şêşims
nûre û eger kevir bibine penîr jî hûn şêxên ji binemal Şemsaniyê
ne nabine feqîr. Lê, şêxên ji binemala Şêxûbekir û Şêxîsin,
ew dikarin bibine FEQÎRÊN DÛNAV
û hingê libas li wan şêxan kiriye. Belê,
gava em bala xwe bidine ser van çend sebeqên
'Du´a Xerqa' , di vir de jî li
ser rola Feqîran weha dibêje: „3-
hûn xerqe hilînin li
pê feqîra bisînin da
feqîr bi serê xwe hilînin feqîrî
erkana ser deynin. 8-
Feqîrî 99not û
neh erkane ewil
îbadet û zimane naskirin
ser xitmê wane ya
Tawsî Melek! tu miraza me bikî
li ber Kursiya rehmane 9-
Feqîrî 99 not û neh erkanêt miqerimin heke
we bivê ji 99 not u neh erkana sêya bielimin da
hûn li dîwana mîr biwesilin. 10-
Erkanek jê rastî Padşa
ji ba xwe veguhastî bû
mom û
çirayê pêşiya wan veguhastî. 11-
Erkanek jê nasîne hinciyê
rêya Xûdê heq bibîne li
dilî namînê, ne qehre, ne kîne ya
Tawsî Melek! tu hîvîya me bikî li dîwana Rebil Alemîne 12-
Erkanek jê heyaye Padsa
ji ba xwe kir peydaye pêsiya
wan gûrî bu mom û çiraye em miraza xwe dixwazîn ji Xudaye.“ Temamiya
vê duhayê di : http://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf
ye. Belê
rêzdar Feqîr Elî, weke ku We di van gotinên xwe de da xwanê, min jî di
kitêba xwe ya bi navê Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê-Weşanên
Perî 2006-, rûpel:163-165 de, li ser vî babetê nasîna FEQÎRÊN Êzdiyatiyê
weha gotiye,” di nava civat û meclisa rûhaniyên dînê Êzdî de, rola
Feqîran jî mîna ya Qewal, Koçek,
Fuqre, Pêşîmam, Mîr û hwd. Bilinde, Feqîr timî xizmetkar, şîretkar
û rêvebirên civaka Êzdiyatiyê ne”. -Raste,
min jî kitaba te dît. Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta te qebul bikin!
Berdewama vê hevpeyvînê heye ! Têbinî-
Sersaxî: Gava min ev hevpeyvîn di 12.03.08 de, li nav mala Xwedê jê razi Kalo yê Gulê de girte kamera xwe û şûn de Kalo yê Gulê di 14.03.2008 de û ji nişka ve çû ber dilovaniya Xwedê. Hêvîdarim Xwedê Kalo yê Gulê afû bike û bila serê neferên kulfet û dosten wî sax be ! |
|||