Canbeg (Cihanbeyli)
Kolik – Kahta
Xorasan
Şoreş
Reşi
04.01.2006,
xelkedondurma
Parçên Kurdên hîro li Anatoliya Navînê: li Xorasan a Iran; Qafqasya; li rojavayê Kurdistan: Ji Qersê bigre hetanî Maraş, Edene, Hama û Humusê belav dibinê. Ji bo wê me xarîteka taybet jî çêkir û di hêjmara Vegerê I-II’ în de hat çapkirin. Di hêjmara sêyemîn de em li ser Kurdên li Semsûrê rawestîyabûn, lê me giranî dabû Reşîyan û navça Kolikê. Xer ji Reşîyan êlên li wirê ku parçên xwe li Anatoliya Navîn henî jî: Canbeg, Celikan û Mirdêsin.
Lê, êlên li navenda Semsûrê parçê xwe li Anatoliya Navîn, Xorasan û Surîyê jî hene:
|
Semsûr(1) |
Anatoliya Navîn |
Xorasan |
|
Berkatî |
Berkatî |
--- |
|
Kawî |
--- |
Kawî |
|
Komur Kawi |
--- |
Kawî |
|
Payamli |
Huseyin |
--- |
|
Reşî |
Reşî |
Reşî |
|
Rumyan |
--- |
--- |
|
Turkoglu |
Têrika(?) |
--- |
|
Bilikan |
Bilika |
Bilika |
|
Dimişkan |
--- |
--- |
|
Hidir/Hizir-soran |
--- |
--- |
|
Mûsirkan |
--- |
--- |
|
Rûtan |
Rûtan |
Rûtan |
Li navçên Semsûrên jî hinek êlên dine hene, ku parçên wan li Anatoliya Navîn in; wek mînak:
|
Navçên Semsur |
Êl/Eşîr |
Anatoliya Navîn |
|
Çelîkhan |
Çelîkan |
Celikan |
|
Gerger/ Kahta/Samsat |
Mirdês |
Mirdês |
|
Golbaşi |
Nasiri/Nasirli |
Nasûrli |
|
Sincik |
Xelika |
Xelika |
|
Kahta |
Canbeg |
Canbeg |
Di wan tablona de jî wekîrî xûyadike ku, xer ji êla Şexbizinî ya li Anatoliya Navîn, piranîya êlê li Semsûrê hîro li Anatoliya Navîn jî hene. Bi wan re giredayî li Xorasan, Qafqasya, Dersîm û Sûrîyê jî parçêyen wan êla nê hene. Ev jî ispat dikê ku xarîtê me çêkirî tiştekî xeyalî ne.
Di her nivîsekê de eme qala Reşîyan dikinî; mumkûne hinek xwandewan ji wê aciz bibin, lê wekî te zanîn li ser êlên din zêde jêder (kaynak) tûnin. Êlê ku li ser herî zêdê belgê û jêder heyî Reşîyanê û ji ber wê sedeme eme ji neçarî qalê wê zêdê dikinî. Lê mirov dikarê bi dil rihetî bibêje ku: rast nîvîsa li ser dîroka êlêke jî, dikarê dîrokê êlên din jî kêm zêde aşkerê bikê…
Di wê nivîsê de eme hewl bidin ku li ser Canbegan rawestin; lê makaleyeka bi dile min nabê, ji ber ku jêder û belgê kêmin û lêkolînen di cîh de jî hîro ne wek me xwestine. Be gûman ji bo wê jî îmkanên maddî û ciwakî, kadro û wext pêwîste…Lê emê wek gaveka yêkêmîn binîvsînin û hêvîdarim gavên din jê ji xelkê li wan hêremana û kesên ku derfetên xwe henî ye warin. Gelêk kes li der û doran tatîlên xwe derbas dikin; dikarin mehekê herin wan mintiqana û lêkolînan bikin.
Gor zanînê me hîro, Canbegê; li Anatoliya Navîn ( Ji Yunak-Cîhanbeylî bigrê heta Polatli -Haymanê ), Sivas, Semsur, Meletî, Dersîm, Serhat û Xorasanê hene. Canbegên li Anatoliyê xwe bi Gawêstîyan va giredidin; lê ew dîtina geregê warê kolandin. Tişte ku ez lê ecep mayîm evê ku: dengkirinê Sêvikên (li Anatoliyê ew êla ye giredayî Reşîya yê) li Xorasanê (gotin 60 gundê) nêzikî Canbegên li Anatoliyê, lê min tu giredana wan bi hevre nedît.
Lê, Ahmet Refîk di pirtûka xwe bi navê: Anadolu da Turk Aşîretlerî de, dest nîşanê xelêkeka balkeş dike: " Fermanê ji begê Enqerê û kadiyên li wî bajarî kar dikirî re! Tu serokê bajêrî û ji min re mektubê dişinî û dibêjî ku: ‘ Cîhan Bexlu ye girêdayî Qeramanlu û Bozcalu ye giredayî tayîfê Haymana ye ku di nava sînûrên Aksaray û Enqerê de nîştêcîhê (warbûnî) diziyê dikine û riyan dibirinê. Bi wî avayî ewê kesên li wê herême rûdinin û kesên rêvîtiyê (yolcu) dikin, tûçar û nîvanan dikûjinê û gûh nadin ser emirên hûkûmdariya min û bi berdewamî şêr dikine. Ew gelêk êl bûne û ê li wê axê rûdininê. Wextê emrê min ji te re hat hema bi şer herê ser wan…Fî Gurreî Muharrem- 998 " (7).
Eger min rast hesab kiriyê xerê (998+592=1590) li 1590 an Canbegê li Enqerê û Aksarayê bi war bûnê û ewê giredayî konfedarasyona Qeremanliyên bi nav û dengin. Qeramanli jê giredayî konfedarasyona êla bi nav û deng Çemişgezek in. Li Xorasan bi wan re dibêjin Zaferan-lo. Di dema Sefevîyan de konfedarasyona êla herî mezin ya Xorasan bû û ji 32 êlên mezin pêkdihat.. Êla Zaferanlo ji alî kesekî bi navê Îlxan vê dihatê birêvebirin û 32 êlbegî ji bin fermana wî de hebûn. Her êlbegî, yan jî xan serokê êla xwe bû. Ew sîstema di nav Kurdên Anatoliya Navîn de jî berê hebû. Êla herî biçûk hezar mal bû ku hên ji wana wek êlên: Kîkan, Şêxkan, Qereman, Kîvan, Sofîyan û Topkan bûn ku ji 5.000 mal bûn(8).
Dîroka Qeramanliyan
Di dema Abbasîyan de (P.M 750) gelêk Mîrîtî li Kurdistan çêbûn, yek ji wan jî Çemîşkezek ( a. Mencîkurd, b. Pêrtek, c. Sekman) bû. Wan mîritiya na bi avakirina wan kelan xwe ji erîşen Moxol,Tatar û Tirkan parastinê, lê gelêkan jî xwe nikarinê biparêzin û winda bûne (9). Ji ber wê sedemê tê zanîn ku Qeremanliyên li Azerbeycan gîştik bûne tirk. Şerefxan jî dibêje: "Wexta Kurdistan dihatê gotin Mîrîtîya Çemîşkezek dihatê bîra xelkê." Mîrîtîka pir mezin û bi hêz bû û heta sala 1514’an bi serê xwe û azad bû. Em hîro dikarin bi ceseretêka hîn zedê bibêjin ku Canbeg jê di nava wê mîrîtîyê de bûn.
Di dîrokê Osmaniyan de Dulkadirî, yan jî bi gotina wan Dulkadirogulari ( di jêderên Misir û Suriyê da jî Zulkadirê) wek kok jî Xorasan hatine derbasdibe. Balkeşê. Lê ji berku ev Xorasan welatê tirka dibînin û evên ku ji wir hatinî tirk dihesîbînin. Gor wê mantiqê bi wî şiklî dîtin jî normalê. Wekî min berê jî nivîsî, gelek êlên di nava coxrafya ku me di xarîtê de dîyar kiri de ye ji Xorasan hatine û çûne wir. Ev çûyin û hatinê çend caran pêk hatiyê û emê di demên pêşte li ser binîvsînin. Dulkadirî jî ye ji Xorasan hatine, lê hîro emê nizaninî ku ev kijan konfedarasyona êlên Kurdê. Mumkûne ku konfedarasyona êlên Canbegan bê jî, lê hîro ew dîtina tenê texmînê. Evê berê li aliyê Maraş û Elbîstanê rudiniştinê. Bi devleta Memeluk re giredayî bervê Malatya, Xerputê fireh bûne. Hukûmdarê xwe yî yekêmîn jî Zeyneddîn Qerece yê. Serokê eşîrê ye jî, ji sedema qehremaniya wî sultanê Memlukan Melik Nasir ev wek serokê hukumetê naskir. Li dijî Ermeniyan serkeftî bîye. Li nivîsa li ser kela Zamanti de "Emîr Halil bin el merhum Emir Zeynuddin el Zulkadir Xorasanî" hatiyê nivsandin. Gorê prof. Y. Yucel (4) dinivsîni: "Dulkadiriyê li dora Haleb û Antebê dijiyanê (1335). Bi teşvîqa Sultanê Memlukî û bi daxwaza wan bi xwe, ewê êrîşî ser Devleta Eretna (Sivas, serokê wê devletê Qadi Muhammed jî eslê xwe Xorasanê ) dikin. Ji bo ku Eretna xutbê li ser navê Memlûkiyan naxwînê, Sultan Melikû’n-Nasir piştgiriya Qerecê Begê Dulqadir (Bozok) dike. Ji êrîşên Dulkadiriyan şunde, Darendê dikevê destê Qerece, Dulkadirî bervê Mereş û Meletî ye belav dibin û Sultan bi vê yêke kef didê û emîritiya Qerecê qebûl dikê. Di sala 1341/42’ an de valiyê Helebê bi Sultan re dibêje: ’Qerece û Eretna ye dixwazinê êrîşî ser Helebê bikin.’ Bi ser wê fîtneyî de Memlûk êrîşî Qerecê dikin û ev jî xwe dawêje bextê Memedê Eretna. Wî jî, ji ber zora Memlûkan neçar ma ku Qerecê teslîm bike û di sala 1353’an de li Kahîre hat kuştin(4). Di şûna wî de kurê wî Xelîl bû serok û Memluk du caran têk birin. Tirkmenên giredayî Memlûkan jî têk birin. Lê hezar mixabin Memluka bi riya birayê wî Îbrahîm ev kuştin,1386. Di van salanê de emê dibînin ku, Dulkadiryê birayê serok Xelil, Osman dişînin alîkariya Qadi Burhaneddîn. Di şerê li Kazabad (nêzikî Amasya) de Qadi ji çemberê dujmin rizgar dikin. Îtîfaqa Xelîl û Qadi, Darende û Dîvrîxî ya giredayî Memlûkan talan dike. Bi ser vê de Yelboxa, li Darende û Sivasê Dulqadirê bi tirkmenê Harranê û Ras al-Ayn ê di îttîfaqê de têk bir(4). Serokê Memlûkan Berkuk, Xelîl kuşt; bi ser vê de Qadi dujminatiya wî kir. Mintaşê Malatya jî ji Qadi îttîfaq xwest.
Di sala 1388’an de artêşa Memlûkan bi hêzeka mezin erîşî Qadi kir û heta Sivasê hat. Di vî şêrî de eşîretên cîran jî bi Qadi re alîkarî kirin û arteşa Memlûkiyan şunde reviya. Ji wî şerî şundê, Yelboxa (Heleb), Mintaş, Sulî Begê Dulkadir, Qadi Burhaneddîn li dijî Berkuk ê Memlûkî îttîfaq pêk anîn.
Şunê kurê xwe yî bi navê Timura li berxweda bê jî nikarî bi serkevê û îtaat kir. Kurê Xelîl Nasiruddin, Karaman û Ramazanoxullari têk birin,1419. Paşê dujminê Memelûkan Canbey Sofu girt lê teslîmî wan nekir. Ji ber vê bajarê Keyserî ye ji dest hat girtin û danê Karaman Oxullari ya. Canbey î Canbegî ye û ne îhtîmaleka dûre ku wê êlê me navê xwe ji wî serokî girtibê. Ev seroka di sala 1442’an de mir. Kurê wî keçika (Sitî) xwe da kurê Muradê II.’an, yek jî da Memlukan. Uzun Hesen ji wan Xerput stend û devleta Osmaniyan bi Memlûkan va jî li ser Dukadiran li hev xist.(5)
Êlên Çemîşkezek zivistanê diçun Xerpet, Meletî, Arapgîr û bi taybetî jî mintiqa Karayazi, Nazaruşaxi. Mîrîtiya wan paşê bû dû beş: Dersîma Rojava û a Rojhilat. li mintiqa Lertika Ovacikê bi cîh bibûn. Hîro jî li Dersîmê Canbegê henê.
Valîye Erzincanê Kemalî îddîa dikê ku, Canbegê giredayî Şadiyanê (10). Bê guman Şadî ne Konfedarasyona êlan bûn jî, ew dewlet bûn û ne dure ku demêke Canbeg jî ketibin bin sîwana wan. Piştî belawbûna Şadîyan jî mumkune ketibin bin bazkên Çemîşkezek û Qeremanliyan.
Di dema Padîşahe Osmanî Murat ê I ( 1362-1389) în de belawbåna Dewleta Osmanî gîheşt dora Konya ye. Li wir Beyliga Karamanoxullari hebû ku gelêk bi hêz bû û di sala 1387’ an de di şêrê bi Osmaniyan re Karamanan têk çûn (11). Herçiqes dîroknasê tirk bi wê mîrîtîye re dibêjin Turkmenê jî, bi dîtina min ew Kurdin û bav û kalê Qeremanliyên ku em niha qal dikine. Di wê demêde beşek tirk jî tevlî wan mîrîtîyana biye jî normale, lê ne desthilatin. Eger ew turkmenin çima Osmaniyan ew bi şêr ji holê rakirin?
Dema Pezreş (Qere Koyunlu) belav bûn (1403) eşîren ku nexwastinî tekevin bin desthilatdariya Pezgewran (Aq Qoyunlu) beşek jê çû Xorasan û ketin bin desthilatdariya Tîmur û beşêkî jî bervê rojava koç kir (12).
Şerfxan di Şerefname de dibêje: "Yek ji mêzinên êla Rojkan Dervîş Mahmud Keleçêrî bu ku, çû qesra Sultan Suleyman. Mirovê kî zanê, şaîr, bi terbîyê û dûristbû ku baverîya Sultan pê hat. Sultan sancêxa Palu ye da birazîyê wî ye bi qehramanî û dûrbînîya xwe dihatî nasîn ê bi navê Haydar Aka. Ew ji kar, bar û birêvebirina êla Canbegan berpisiyar kir û mulkîteta Palu da wî (9). Li wir derdikevê holê ku Canbeg, yan jî beşekî wanî wê demê (texmînî:1550-1566) li Palu ye biye…
Di sala 873’an ( 1465) da yêk ji emîrên Qeramanli yan tere ba Hesenê Direjê Pezgewran ku, di navbera Osmaniya û Tebrîzê (paytextê Safevîyane) varên xwe yê zivistanê(qişlax) danîbû û ji wi destek xwast. Lê, Hesên bi xwe re nedidît ku bi Osmaniyan re şer bike û daxwaza Qeramanliyan red kir. BI wî avayî Qeramanliya ku hêvîya wan bi Îranê re nema bû, tev li artêşa Osmaniyan bûn. Di sala 877 (1469) ’an da ku şerêk nawbeyna Hesênê Direj û Romiyan de qevimî beşdar bûn û Hesên şer winda kir. Bi derketina devleta Sefeviyan re piraniya Qeramanlo yan gehiştinê Şah Ebbas û bûne xwedî hêz. Yek ji kesên herî binavbang yê wê demê Bîram Begê Qeramani ye ku bi xwîşka Şah Ebbas re zevicî. Bîram Begê Qeramanli, Xorasan ji destê dagirkerên Ozbek rizgar kir û tixûbên berê yên Xorasanê carek din çêkir û dest danî ser Herat û Belxê. Di sala 967 (1559) an da ji ber mêrxasî û netirsiya xwe ku çûbûn naw dilê dijmin û li wir hate kuştin. Nivîskarê dîroka Qizilbaşa nivîsiye ku "Emîr Qeraman di dema Qera Yusufê Pezreşan de jî hemû yan mezintir bû."(8).
Dewleta Pezgewrê ku li cîhe Pezreşa û li Amedê (1403) hatî sazkirin, bi emîrlîk û beylige kurda ra dest bi şer kiribû. Dorê Amedê û Çermîkê şevitand û gelê Çermikê qir kirin. Sedama vê jî alikariya kurda ye bi Pezreşa dihatê nîşandayin. Wek mînak, eşîre Çemîşkezekê bi fêlika Pîr Hesan li hemberî eşîrê cîran derdexist bi hev dida kuştin. Serbazê Hesan Sofu Halil û Arap Şah eşîre Çemîşkezekê xapandin û ajot ser eşîrê Botan(12).
Qeramanloyên Xorasanê ye gelek jêhatî û mêrxas bûne. Ebolfezl Qasimî dibêje: "Xorasan serokê êla Qeramanli yan yê ji alîkar û piştvanên Nadir bûye. Berê ku Nadir bibe Şah, seroke dawî yê Qeramanlo Veli Xanê Qeramanlo ku gelek netirs û jêhatî bûye. Velî, yek ji wan kesanê ku hem bû sebeba kuştina Ceco Xanê Zaferanli û hem ji bû sebaba serkevtina kurdên Xorasanê li hember Kolonel Mohemmed Teqî Xanê pesiyan. Êla Qeramanli bin çiyayê Şaycanê dijîn. Nivîskarê dîroka Qizilbaşan bi şaşî "Qeramanlo" yan, jî Qewmên Tirkê Selçukî yên Aq Qoyunlo binav dike, lê tê zanîn ku di kurd bûna wan da tu cihê gumanê nînê û ji ber ku ji herêma Qeraman ku bin desthilatdariya Osmaniyan da bûn li Qeramanê,piştî ku ji bo alikariya Şah Îsmaîl çûnê naw Îranê her bi navê welatê xwe yê eslî Qeramanlo hatine binav kirin (8).
Sala 1704’an de Canbegê li dora Mêrdîn, Riha û Adiyaman; bi taybetî jî beşê li Gergerê xwestin derbasî mintiqa eşîreta Dersîme ye bi navê Şeyh Hasan bibin. Bi ser vê de şêr derket û qadiye Çemîşkezek hukûmet agahdar kir û wan jî di sala 1705’an de fermanek derxistin ku Canbeg herin Rakka ye(6). Fermaneka bi wî rengî jî di sala 1692’an de ji bo Reşîya derxistin û ew mecbûrî koça Hama, Humus û Rakka ye kirin( Ji bo agahdariya zêde hun dikarin li kovara Avaşîn hejmara 7’an de "Em ji Kurdistan Hatin" bixwînin), lê ev berî 1705’an wegerîyan Anadolê.
Ji ber ku li nava pîye çemê Firat ( Sûriye) bataklik û nixweşî gelek bû. Şeş salan şûnda Milli jî li Rakkaye bi cîh kirin lê di sala 1724’an de ew dîsa wegeriyan. Ewê din jî di şûna xwe de man. Li sala 1700 jî, ji Xerpût û Kixi ye xwestin derbasî bakûr bibin, lê nikarîn. Bi ser vê de li mintiqa dikevî hundire zikî Kizilirmakê ku nixweşî û ta lê digerî Canbeg bi cîh kirin. Canbegê ji tarîqeta Geylanî bûn(6).
Lêger Cersten Niebuhr dema di sala 1766’an de li Anatoliya geriya wiha dinivsîne: " Ji 1766’an wir de ji Dîyarbekir, Mêrdîn û heta Başûrê Musul 10 hezar kone Canbega hebûn." Canbegê li Agirî, Arapgîr, Gole, Karsê jî xuya dikine; ne zanîn ku evê hatinî şandinî Rakkayê ne an beşekî dinin. Li wê mintiqê jî xerê bi der û dora nekirinê û ê li Qonya, Kirşehîr û Sivasê bi cîh kirinê.
M. E. Zekî beşêkî di nav Milliyan da dimînê lê zedê tu agahdariyê li ser wan nadê. Gor wî Canbegên li Enqerê û Konya ye 5000 malbatin(12). Gorî deftera Osmaniyana Tahrir, eşîreteka bi Kirmancî axif û erîşkarê ku gelek zirar dayê der û dora xwe ji bo vê jî va eşîreta berê li Amed û Xerpûtê koçerê li Çankiri, Çorum, Kutahya, Enqerê û Kirşehîrê bi cîh kirinê. Dîsa ev jê bi Milan va girê didine. Gor Kazim Yeşîlgoz jî evê berê li Agirî, Arapgîr, Gole, Karsê dijiyan û ji ber êrîşkariya wan ev rakirin Qonya, Kirşehîr û Sivasê(6). Der-Zin/Deranli û Dirêjan jê Canbegî ne û berê li Mêrdîn, Musul û Amedê dijîn û rakirin Sivasê.
Wekî te zanîn, yek ji konfedarasyonê êlên li Kurdistanên herî mezin jî Milan (Mîllî) ê. Ji Serê Kaniyê bigrê, heta Enqerê, Qoçgîrî û Xorasanê ev konfederasyonê êlê belav dibê. Mirov dikarê her dera ku xarîtê me çêkirî de bibîne. Serokê xwe yî bi nav deng Îbrahîm Milî Paşê bû ku bi Osmaniyan re şer kir û hendik mabû ku bibe dewlet, lê mixabin bi ser neket. Di nivîseka din de emê fireh qalê bikin. Lê niha ji me re tiştê balkêş ewe ku di nav êlên Milan de gelêk êlên em li Anatoliya Navîn nasdikin jî hene. Ji nêzwa em lê mezkin; êlên Milan: Alkewat, Bakuran, Bucak, Beglîyan, Canbeglî, Canbeg, Cacîmanlî, Çemikan, Çiyareş, Çiwan, Çeqalî, Dodikan, Derîcan, Etrekşî, Hoşîna, Hacîbanli, Heci Beyrem, Hesenikan, Seyîdan, Kuyran, Iski, Kumreşan, Kassiyanî, Kawî, Kalindan, Mendan, Meşkinî, Matmiyan, Molikan, Merdîsî, Maxatî, Nasiriyan, Osiyaxan, Omranlî, Xelecan, Sertan, Şerefiyan, Zibrovikan, Taxbaş, Wana, Yîstadan, Têrikan, Xatûnoxli, Qeregeçîyan.
Wekî di wê tabloyê de jî xûya dikî Canbegê di nava Milan de ne. Li aliyê din, li Anatoliya Navîn Canbeg konfedarasyonekî bi serê xwe û qeza Konya Cîhanbeylî (Hespkeşan) jî navê xwe yî ji wê êlê girtiyê. Di nava Milan de jî mîna dû êlên cûda Canbeg û Canbeylî derbas dibe. Îhtîmalê ku beşa Canbeylî ya ji Anatoliya Navîn wegerî be…Mirdês û Têrikan li Anatoliya Navîn wek êlêka bi serê xwe te nasîn; Molikan bi serê xwe te zanîn. Nasûrli (Încov, Hecîlera, Şereflî, Qeregedîk) û Omerî jê giredayî Reşîya tên zanîn. Li Kurdistan jî ewê di bin sîvana Milan de xûyadikinê. Ew jî îşareta tevlîhevbûna êlanê. Li Anatoliya Navîn gundekî bi navê Hêciba yî heyê, lê ez nizanim giredaneke xwe bi Hacîbanli yan re he an na. Xatunoxli jê bi wî rengîy- Xerdî jê ji Canbegan bûn û li Xerpût û Meletî ye bi cîh kirin, lê li wur jî neskinîn û rakirin Qeyserîye(6).
Wexta G. Perot di sala 1861’an de terê gundê Tirko(Canbeg) û Taburoglu çavkaniyê xwe wiha dinivsîne: "Serê jina wek gulokek mezin hatiyê girêdan, mîna beroşeke nuxumandî. Xavikek spî bi ser wê qelafetê kofiyê de girêdayî bi ser milan dadikeve. Kincên mêra dibiriqîn û ji qutikên sorî bi tayên zêr neqişandî hez dikin. Dênikên(tas) serên wan kovikî ne. Dema ku kurd li welatê jêr bi cîh û war bûne, wan dev ji tasên qerase berdane. Jinên Haymanê bi mera wekirî û bê şerm diaxivîn. Di ode mêr têda rudiniştin û rûye xwe venedişartin. Wek gundiyen Fransa bûn (13).
CANBEGÊN LI SEMSÛR
Li Semsûrê sînûrên Canbegan li rojava: ji belda Akincilarê destpêdike; li bakûr: beşêkî ji navça Gergerê digrê û bervê rojhilat dirêj dibe; li başûr jî: gundê Geldîbuldu dikevê nav û li rojhilat jî: heta sînûrê Riha ye dirêj dibe. Nufusa xwe texmînî 20 hezar kesin. Gundên xwe tenîn zanîn ewin(2):
| Kurdî | Tirkî | Serhêjmar |
| --- | Kefeyrî | --- |
| --- | Akgun | --- |
| Tomak | Îkîzce | 1.300 |
| Hinç | Adali | 250 |
| --- | Akçaveran | 500 |
| Kêtîş | Bostanli | 1.500 |
| --- | Yaprakli | 1.200 |
| Tezenut | Ekîncî | 500 |
| Kêlîlan | Kapili | 1.000 |
| Arga | Bozpinar | 700 |
| Gerbu | Samanli | 200 |
| Hud | Balli | 600 |
| Çepek | Eceler | 600 |
| Hunî | Dumlu | 1.000 |
| Pîrhak | Kavakli | 700 |
| Êncuz | Eskîtaş | 2.000 (Giredayî Gergerê û gundê ---- Uçek 200 Canbegayî navêndîye) |
| --- | Dîkmetaş | 150 |
| Kûdan | Teknecîk | 100 |
Gore rûsipîyên Canbegê li Kolikê evê : " Texmînî di dema Osmaniya êdî firehbûna xwe sekinî, yan jî dema ku ev êdî parçê bûn, emê ji Haymanê-Enqere hatinî " hinek ji wan jê dibêjine: " Em heft bira bûn û ji Cîhanbeylî-Qonya hatin wira.." Hatine. Rûsipîyên Reşî û Mirdêsa yê dibêjine ewê berî sedan salan li wir bûnê; lê li Canbega dîtîneka bi wî rengî nîne(2).
Ji famîlya Dirêjan (Semsur) pîrêmerekî wiha dibêje: " Sala 748’an piştî zayîne (PZ), ji alî Eba Muslîmî Xorasanî vê 24 êlên Kurd ji Xorasan tên şandinî Kerkûk, Erbîl û rojava. Eba bi hêza wan Emevî gerkirin û şûna wan Abbasî hatin karînê (îktîdarê). Di sala 754’an de jî, Eba Muslim Xorasanî ji alî Ebû Cafer Mansûrî bi qeleşî tê kuştin. Bi ser vê de 24 eşîret, ji bo kû heyfa wî heynin terin ser Abbasiyan; sê mehan şer dikin, lê têk terin û wedigerin Halep , Riha û Malatya. Heta sala 1164’an li wê mintiqê û li deştên Hama, Amik û Maraş dijîn. Canbegan, Celikan, Bilikan, Molikan, Galeriyan, Karacelikan, Manogrîyan, Mîrîdostan, Nermikan û Sînanan êrîşî ser Beyliga Ramazanoxullari ya li Adanê kirin û konên xwe li Çûkurovê wekirin. Di sala 1165’an de jî ji ber germa li wir barkirin Konya, Qeyserî, Kirşehîr,Enqerê, Haymana û Polatli ye…(Filmê Dirêjan-Îrfan Koyuncu) Va teroîya di fîlm de bi ya jor va hevdû digrê, bê guman xelkê eynê herêmene û ji wê teorîya hevbeş jî senorya fîlmê hatiyê nîvîsîn. Rastîya ku hîro em dizanin jî evê ku wê çaxê, yanê dema Eba Muslîmê Xorasanî ( PZ. 740) ev êlên hîro li Anatoliya Navîn, Rojavê Kurdistan û Surîyê ye li Xorasan bûn…
Rêzdar Evîn Çîçek jê dinivsîne ku, li Kangal 3.215 kesên Canbegî ye henê, ewê Elewî ne û li gundî Davutoglu û obê (mezra) mîna: Pinarozu, Kulekli, Karamehmetlî, Kabakçevlîgî, Kîllîk, Karagol, Gebelîkatran, Îgdelî, Mînarekaya, Kirlangiç, Sultanpinari, Kapikaya, Kûrkçû, Dîpoglu belavbûne(3).
Ol (DÎN)
Canbegên li Anatoliya Navîn û yên li Semsûr û Kolikê ye Sunnî û ji mezhebê Henefî ne. Lê ewên li Qoçgîrîye Elewîne. Gor hevalê hêja M. Çoban radigîhîne di nav Canbegên li Semsûrê kesên ji mezheb û olên din dîtin zahmetê û ew bi kesên ji olên din re zêde tekîlîye dînanin. Ji alî din de jî rojê Çarşem û Îne bi şev jî ewê, devî şijingê dişevtîninê û pê hundirî odê rêşdikinê ku ma cin ji malê derkevin…Di dawêtan de, di şevê henê de jî ewê li malê bûke govendê te kişandin û paşê jî ewê lambê wedimirîninê û mûma wedêxinê. Di ronahîyê şemdanan de ewê semahê dikşinîne û di dor bûkê re çexdibinê…Di wê navberê da xasiyê bûke ji bo ku henê di dest bidê ê dikevê hundir, lê evê hetanî ku dîyarîyeke negre destî xwe wenakê(2)…
KOÇBERÎ
"Di nava êla Canbeg de zêde Koçberî nê dîtin. Gorî me ji kalan hûkirî, dore salên 1910-20’an de ji bo ku gundên mîna: Siver, Givdiş û Ruzirî baca xwe nedenê ewê ji alî Qer Osman Paşa (axa) vê gundê hatinê şevitandin. Lê dîsa jî wana devî ji gundên xwe bernedane û koç nekirinê. Gundên xwe ji nû ve avakirine. Kuveta Qer Osman nage wan gundana û gundê Gerbu (Gerbas) dişevîtîne û gundî terin Vîranşehîrê. Dema Barajê Ataturk di salên1988-1990’an de hat çêkirin 10-15 gund di bin avê de man û xelkê koçî der û doran kir. Ekonomîya Canbegan ji êlên din xirabtirê lê ev narin Awrupa.(2)"
Jêder:
1. Adiyaman, îlî ve îlçelerî-Mustafa Sucu
2. Muhîttîn Çoban-Rojnemawanê herêmî
3. Koçgîrî Ulusal Kurtulus Hareketî-Evîn Aydar Çîçek
4. Anadolu Beylikleri Hakkinda Araştirmalar II. - Prof. Yaşar Yucel, Turk Tarih K.- 1991
5. Batili Seyahlarin Gozuyle Kurtler ve Kurdistan-I.Şerîf Vanly-Avesta-1997
6. Kurtlerin Tarihi ve Cografyasi Hakkinda bir Araştirma-Kazim Yeşîlgoz- 1996 Ankara
7. Anadolu da Turk Aşîretlerî-Ahmet Refîk-1930, Devlet Matbaasi, Îstanbul
8. Dîroka Kurdên Xorasan-Cîld I, II- Kelîmullah Tewahuddî
9. Şerefnamê
10. Erzîncan Ali Kemali
11. Osmanli Devleti Tarihi, cîlt 1-Zaman
12. Kurdistan Tarihi- M. Emîn Zekî-Beybûn
13.Kurdên Haymanayê- George Perot, Apep