|
Pêşbirka Hüseyîn Çelebî dest pê kir |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
Nûçe
|
|||
|
Sîyamed
Sîpan Ugurlu |
|||
|
26.05.2007,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
Pêşbirka
çîrok,
pêxşan û helbestan a Huseyîn Çelebî ku bi organîzasyona Yekitiya
Xwendevanên Kurdistanê (YXK) her sal perîyodîk pêk tê îsal
jî dest pê kir. Pêşbirka ku îsal dikeve sala xwe ya 15’emîn bi
hezaran berhem dide ser. Komîteya Amadekar a 15’emîn Pêşbirka .çîrok, pêxşan û helbestan a Huseyîn Çelebî ragihand ku serîlêdanan di 5’ê Gulanê de dest pê kiriye. Hate diyarkirin ku di Lijneya Hilbijartinê de (jûrî) Asli Erdogan, Perîhan Magden û Rêşad Sorgul jî hene.
Pêşbirk
bûye mîna Pirekê Pêşbirka
ku ji aliyê Yekîtîya Xwendevanên Kurdîstan ê ku di sala 1992 de ji
alîyê komek Xwendevan li Fransa hatiye avakirin di çanda Kurd de bûye
mîna pirekê. Xelatên 15’emîn pêşbirka çîrok, pêxşan û helbestan a Huseyîn Çelebî dê di roja 40’emîn salvegera jidayîkbûna serokê YXK yê rumetê Hüseyîn Çelebî di 10’ê sermaweza sala 2007 de tên dayîn. Merasîm dê li bajarê Elmanya Kölnê were li dar xistin. Di merasîmê de dê xwediyên xelatan, jûrî û gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar jî dê beşdar bibin. |
||
|
Huseyîn
Çelebî kî ye? Huseyîn
Çelebî ji malbateke Dêrsimî di sala 1967 li bajarê Almanya yê Hambûrgê
hate cîhanê. Dû komkujiya Dêrsimê ya di sala 1938 de, malbata wî
mala xwe bar kir Anatolya Navîn. Pişt re mala xwe dîsa bar kirin û
ber bi Almanyayê ve çûn. Jiyana ku li Dêrsimê dest pê kir edî li
Almanya domand. Di sala 1986'ê di Zanîngeha Dusildorfê de dest bi
standina dersên li ser mijara sosyolojî kiriye. Demekê ji bo Kurdistan
Zentrum (Navenda Kurdistanê) xebitî. Di sala 1988'ê de, bi hinceta ku
ew berpirsyarê PKK’ê yê Ewropayê bû, hate girtin. Du salên
dirêj bê têkiliyên derve di zîndana Wuppertalê da ma. Di sala 1992'ê
de hate çiyayên Kurdistan ên Başûr. Di dema ku hêzên PDK û
YNK’ê bi dewleta tirk re li dijî PKK’ê şer kirin de, bû gerîla
û li dijî wan şer kir. Di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Di
Kongreya YXK’ê ya Duyemîn ku di sala 1992 li Ewropayê pêk hat de ji
hêla xwendevanên Kurd ve bi awayekî giştî ‘Serokê Rûmetê’
(Serokê Sembolîk) hate hilbijartin. Ji wê demê pê ve her sal ji bo bîranîna
Huseyîn Çelebî xwendevan pêşbirka helbest û çîrokan li dar
dixin. |
Xelata
Rûmetê Pêşbirka
Hüseyîn çelebî ya 15 e mîn îsal taybetmendîyek xwe ya din jî „Xelata
Rûmetê“ ye. Komîta Amadekar ragîhand ku ewê îsal „Xelata Rûmêtê“
ewê wek sembolîk bide nivîskar / helbestvan ê kurdî ku di çanda Kurd
de îsal herî serkeftî ye. Jûrîyên
Xelata Rûmetê ev in: -Samî
Tan -Canîp
Yildirim -Nacî
Kutlay Şertên
Beşdarbûnê: Komiteya
Amadekar a Pêşbirka .çîrok,
pêxşan û helbestan a Huseyîn Çelebî şertên tevlibûna pêşbirkê
aşkera kirin. Şert
û pîvanên beşdarbûnê ev in: -Zimanê
tevlibûnê Kurdî (Kurmanci, Kurmancikî) û Tirkî ye. -Divê
berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin. -Beşdar
dikarin herî zêde di qada helbestan de bi 2 helbestan û di qada çîrokan
de jî bi çîrokekê beşdar bibin. -Beşdar berhemên xwe divê bi kurtejiyana xwe re herî dereng heta 15’ê Tebaxa 2007’an an bi riya poste an jî bi riya E-emailê bigihînin destê lijneyê.
Desteya
Jûrîyên Hilbijêr ya Pêşbirkê: Di
qada helbesta Kurdî de: -Fatma
Savci -Gulizer -Îrfan
Amîda Di
qada helbesta Tirkî de: -Bîrhan
Keskîn -Lale
Muldur -Metîn
Kaygalak Di
qada çîroka Kurdî de: -Lorîn
S. Dogan -Dîlaver
Zeraq -Rêşad
Sorgul Di
qada çîroka Tirkî de: -Asli
Erdogan -Muge
Îplîkçî -Perîhan
Magden Helbest
û çîrokên Dimilkî: -Kamer
Soylemez -Lerzan
Jandîl -Mehmet
Çetîn |
||
|
|
|||
|
Agahiyên
berfireh: |
Navnîşan: Pêşbirka
Huseyin Çelebi Postfach
290227 50524
Koln Almanya |
||