Bihar û Xema Wê |
|||
|
07.04.2008,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
|||
|
Sîyamed
Sîpan Ugurlu |
|||
|
|
|
|
Bihar û Xema Wê
Ji bo bîranîna
Şehîdên Newrozê Em dîsa ketin biharek din û me xema zivistanê li dû xwe hişt. Me dilên cemed girtî bi barana
biharê şûştin û me li ber tîrêjên tava ji hêrsa
„Roja Nû“ (Newroz) difûre, hestên xwe raxist. Newroz ku mizgîniya biharê û demek
xweş bû, bû xema biharê. Mirovên ku dilê wan di cemediya
zivistanê de rizya ye û li şûnê bêbextiyek bê sînor maye, ev
Newroza ku destpêka hêviyên nû ne, kirin destpêka birînên nû, kirin
destpêka xemên nû. Demsal ji şûna ku niha di xemla
biharê de bedewiyê bipejiqîne û hêviyan bifûrîne, ketiye xefka mirovên
ji heskirinê û ji wijdan bê par. Nahêlin bihar jî êdî mîna dilê wê dixwaze, bedewiyê
li kulîlkên xwe belav bike. Binevşên ku ev bi salan e, li hêviya piçek
rûkeniyê ne, êdî bi xemek nû re ewê mezin bivin. Tê bîra min biharên borî bi kêfxweşiya jiyanek rengîn dihate pêşwazî kirin. Lê ev bihar bi xemgîniya şehîdên xwe, hêrsê di dilê xwe de mezin dike.
Bihar bi hêrsa ku ji xeml û xêza xwe can wenda kiriye,
çavê xwe tijî hêrsa dilê tekoşer kiriye. Hêrsa gulên tolhildêr
tevî xema biharê dibe. Ev hêrs ewê sersebebên bûyerên Newroz ê, bihelîne
û tune bike. Ev gotin ji bo kesên ku tevlî serûvena nobedarê ronahiyê bûne ne, ji bo kesên ku bejna xwe bi rengên kesk û sor û zer xemilandiye û tevlî cîhana nemiran bûne ne. Ev nivîs li ser fûriya hêrsa dilên ku bi agirê Newrozê
gûr bûne hatiye nivîsandin ji bo cangoriyên Newroza 2008 a. Ez vê nivîsê diyarî wan dikim û bejna xwe li ber tekoşîna
wan ya bi rûmet ditewînim. |