Tepik |
||
|
11.04.2008,
xelkedondurma.com |
||
|
|
||
| Çi dewleteke xêrdî ye yan jî ji qerekterê sosyal bêpar e! Qismek ji xercîyên mektewe ji keskî teleban û malbatên wan derdixist. | ||
|
|
||
| bi ziravî Xelika | ||
|
Nuh Ateş |
||
|
|
||
Huro li Xelika û li gundên dorpaş Xelika rix, tepik û kerma nema ne ku hene jî pir kêm in. Şûna vana gazê û komirê dişewtinîn. |
|
Tepik Newî
ji bapîrê xe pirs kiriye gotiye, “bapîr zewace te û dapîra min çing
bûwû?” “Bavkê
min qal dikir, rehmeti alimek wû!” Bêpîr gotiye. “Alimê
çi wû” Newî jê pirs kiriye. “Î
bi hesaw û kitaw wû!” Bêpîr cewab dayîye. “Ma
kesên bi hesaw û kitaw gî alim in?” Newîyê wî yê dehdanzdeh salî
lêvegerandiye. “Na,
kurê mi na! Heşê te nagihênê, hîngê kesî xandin ne dizanî, lê
wî gazte dixand!” Bêpîr gotiye. “De
qalê zewaca xe û dapîrê bike!” Newî pirsa xe dubare kiriye. Bêpîr
gotiye “zewaca min û dapira te, bavkê
min ji min ra veng qal dikir”: -Tu
î berzewac wûyî, em ji te ra li keçikeke minasiw digerîyan. Cîranekî
li guhê min xist go, Zêdkê Kedê ji lawkî te ra minasiw e û we bi fedîkirin
nade!” Rokê min rîya xwe di ber malê bavî Zêdkê ra derbas kir. Ku ez gihêştim qirarê malê, mi mêz kir ku Zêdkê li perî xênî li kelekê qelaxê kerma tepika çê dikê. Min
xe tenkî giran kir û mêla xe daye ku Zêdkê destpîyê xê helmaştine
ê rixa tepika li hev dixê. Geh bi niga ranav dikeve, geh bi destan, mina
ku hêvîr bistrê rixê di ser û bin hev ra dikê. |
|
Çi
destên pê va wûn lê, dirêjîya tiliya û ya su viqasî bihosteke wû.
Ew ji heqê tepik çêkirinê dihate der, di karê xe da pir xumal wû,
ustê kerpiça di wê nedihêştin, di hêlê ra ranediwirtin. Wê
siftê ez nedîm, ku çing ez ferq kirim, fedî kir, cîlê derdawên xê
helmaştî berdan. Heta hîngê min rûyê xe guhêrî, da rê çûm.
Di pêy min va bang kir go, “xalo ware rûne, avka sar vexe, çayekê ji
te ra bi ser êr dim!” Mi
go, “na na, ma malê bi xudan we!” Mi di dilê xe da jî go “xalo bi
qurbane te we!” Bi
rê da mi di ber xe de go, “Xudê nêşîne, ji va destana tu kar
nafilite.” Ciranên
Zêdkê jî qala jêhatîya wê ya ji mêle teşîristinê û tevn
kirinê dikirin. Werhasil
ez dirêj nekim, ez pê hatim ser, dayka te jî pê qayîl bû. Me qerara
xe da û çû xazt. Xudana jî, Xudê jê razî we, şora me li herdê
nêxistin. ...... “Hekate
zewaca min û dapira te va ye!” Bêpir gotiye. Di
wê nawerê da dapîr ketiye hundur û bihistîye ku mêrê xe î qala
zewaca wana dike, rûyê xe tirş kiriye gotiye,”de bes e, eyb e,
tim qalê tiştî weng meke!” “Çima nekim, ma bizane!” Bêpîr gotiye! Î vê ra jî kenîye, berve nêwîyê xe mêz kiriye û bi destî xe jî dapîr nimandiye, gotiye “Newîyê min, aha ku va destên dapîrê te yên gir û xumalîya tepik çêkirina wê newûyana tu jî netewûyî!” Li
gundan berê jin, keçik û bukên qeramgiran wûn. Ew ji xêrî xu û
xususîyetên xe yên ehlaqî û nemusî, bi kar, jîrî û jêhatîyên
xe dihatin pesandinê. Hen ji karên wana yên hîngê ew wûn: Şîv
kelandin, nan lêxistin, kinc şuştin, tevn dagirtin, dan kutan,
pez dutin, rûn û penêr dagirtin, sêr helçînîn, nivîn dagirtin, cêc
wîtin, mal rêxistin, ardû berehevkirin,.... Ji
tiştên şewate ra tewên ardû. Ew ji vana ne: Kerme, kûşkûr,
kix, kes, xişik,tepik, ... Xamedeya tepikê rix e û ka ye. Rixê
teze û kayê li hev diqelfînin, li hev têxin û jê tepika çê dikin. Tepik
ne kerme ye, lê bi kermê va ji cisnekî ye, binata her duyan jî rix e. Kerme
ji rix, pişqûl û kongê binî pêz pêyda tewe. Pez di gomê da rix
û mîz dike, paşê li ser çex tewe. Bi vê şeklê binê gomê
qat bi qat kerme digre, hetanî barê veqasî 3-4 tilîya qalin tewe. Barê
li gomê kerma bi bêlê bi şekleke çarkenarkî heldikin û dikşînin
derva, li ber rê rêdixin ku zîya biwin. Paşê ji kermên zîya bûyî
bi şeklê xanîyên Harranê ên kumbedkî qelaxan çê dikin.
Zivistanê kermên qelaxê dikin zowa dişewtînin. Ji
rixê hespan jî kerme çê tewin. Lê ew veqasî kermên binî pez pît
û bi tîn nawin. Wi
zemanî rix û mîza têreke şûna dermana jî digirtin. Ez î 15-16
salî wûm. Meha Gulanê wû. Buzigeke dernexûn li tilîya min hatiwû,
ez ji ber nedihewîm. Mi melemek reş tê da, lê fêde nekir. Pêzanekî
go, here ba Zewê Êhmed. Ez çûm ba Zêwa rehmetî. Zêwê li bizûgê mêz
kir go here, siwê zû ware. Ez
dora dinê rê, siwê zû çûm ba Zêwê. Wê rixa mangê ya teze li ser
paçekî sipî û pak rêxist û li destê min pêça. Wê got heta siwê
ma weng daste, siwê veke, tiştekî te namê.
Heqet
jî wer bû, siwê, mi paç vekir, çi mêz kim, bizuga min der bûwû, ez
jî rehet bûm. Ma
rix derman e? Na,
lê ku meri neçar ma erê. Belkî tesaduf wû, bi rixê bizug nerm û der
bûwû. Ku huro tiştekî veng ware serî min ez nakim. 50
salî di ber vê, li Xelika di guna çûyîna min a mektewê ra, zivistanê
teleban tepik yan jî kerme vi xe ra tebirin mektewe. Di bin çengekî da
kitaw di bin yê din da tepik, em teçûn mektewe. Ardûyê
mektewê li ser teleban wû. Xarina mamoste (mêxlîm) jî. Çi dewleteke
xêrdî ye yan jî ji qerekterê sosyal bêpar e! Qismek ji xercîyên
mektewe ji keskî teleban û malbatên wan derdixist. Huro
li Xelika û li gundên dorpaş Xelika rix, tepik û kerma nema ne ku
hene jî pir kêm in. Şûna vana gazê û komirê dişewtinîn |
||