Çav

05.05.2008, xelkedondurma.com

 

bi ziravî Xelika

Nuh Ateş

nuhates@online.de

 

 “Ronî xuyanîya dıgîne çêv; çav jî wana digîhîne însanan.                   

 Guh vê deng e, devî kerr e, lê çav heytene û deng dike!”

Johann Wolfgang Goethe

 

Çav

 

Di sayê çavan da meri dibîne, dixune û tê digê. Çav xemla rindî û şuretîyê ne jî.

Xenêbûn, hêrs rawûn, êş, xem, hez, nefret û hesret bi çavan jî têne nimandin.

 

Yanê mîna ku şayîrê alman Goethe gotîye, çav deng dikin, peyama heytenin û didin.

 

Çav di şîret, azar, lome, nifir, salixdanê û gotinên mezinan da jî derbas tewin. Çend nimune:

 

 

Çavê li derîya, xwelî li serîya!

 

Ez qurbana hêstirkên çavan!

 

Îşqê çava birije!

 

Çava bixum!

 

Çav lê ketin, çav li rê, çav birrîn, çavreş, çasvsor, çavbirçî, çavfereh, çavtêr, çav pê va dan, çav qirkirin, çav gewr kirin, çavpêl......

 

Çav tê ra qir kirin bi mena hîşmardayîne tê gotin. Dilketîyan berê li gunda bi dizkî çav di hev ra qir dikirin û bi çavqirkirinê ji hev ra peyam dişandin.

 

Çav gewr kirin tê mena hêrsrawûn û azarkirinê. Kesekê ku hêrsrawûyî hêrsrawûna xe ya jî nerazîbûna xe  bi çav gewr kirine nîşan dide. Berê li gunda dê û bava ku em bên li kurikê xe, hers ratewû, wana di kurikan ra çav gewr dikirin. Wana qanikê çavên xe weng vedikirin ku gewrkî çavan xay dikir.

 

Magî çavpêlo! Ji kesên ku emeli pê nawe û xerawî û heylazî jê tê payîn tê gotin.

 

Ez di hen ferhengên kurmancî da (Îzolî, Farqînî, Enstîtuya Kurdî Frense) raste gotinen mina çavpêl, çav gewr kirin, çav qirkirin  nehatim. Li derên din hene tunene nizam, lê di kurmancîya Xelika da van gotinan hene.

 

Şayîrên kurmanc yên ji Anatolîyê di şîêrên xe da şûn dane gotinên li ser çavan yan jî yên ku çav tê da derbas tewin.

 

Nimune:

 

Mem Xelikan di şîêra xe ya bi navê “Çavşîlanê” da qala çav lê rê bûnê dike:

 

Çavşîlana min

Jîyan bê te ne şêrîn e

Çavên min li rê

Dibe ku rêwîyek

Silav û sifetekî te bîne...

 

Seyfî Dogan di şîêre xe ya bi navê “Çay” da qala hêstirkên çavan dike:

 

Îşev

Ez dê bibim hevalê

Şehîdên azadîyê

Eger ku ez stuye xwe

Li ber gorên wan xwar bikim

Hêstirkên çavên minê

Kincên minê reş wek yek kaxizên ku

Li ber rojê zîwa bûyî pêtîyê vêxin...

 

Xizan Şîlan jî di şîêre xe ya bi navê “Sewdaya Ber Dilê Min” da qala awirên çavan dike:

 

Sewda ya ber dilê min

Şewqa awirên çavên te

Dibiriqîn, diçirisîn

Di çavên min yên xemgîn da...

 

Di kilameke kurmancên Anatolîyê ya bi navê “Bewrar” da qala çav lê ketinê tê kirin:

 

Bewrar bewrar damekeve

Ma çavê min li bejna tê kîbar nekeve

Her ku çavê min li bejna te dikeve

Janek dikeve serê min qe dernakeve...

 

Di kilamên gelerî da û di yên ku hunermendên kurmanc yên Anatoliyê distrên da jî şorên bi çav der bas tewin:

 

Di kilama Xelika ya bi navê “Gula Mamê” a ku Koma Xelika distrê da wer tê gotin:

 

Destî xe oy di destî min ke

Hîv ji me ra lêlê bez-gavek e

Wan zalimna kî cêmêr e

Ma bi çavî min li tê meske ...

 

Di kilama “Avsar Kanî” ya ku Cejno distrê da qala çavrijînê tê kirin:

 

Kanî kanî avsar kanî

Bejna zirav wek siltanî

Çavên xwedîyê te birijin

Ku tu dane wî xizanî...

 

Di kilama Kutuga “Çavreş” ya ku Murat kuçukavci distrê da qala rinda çavreş tê kirin:

 

Lê çavreşa min oyy bela serê min

Estirka çavên min oyy şeva dilê min...

 

Di kilameke hêla Sarizê ya ku Mehmet Bayrak berehkirî da jî qala çavê reş tê kirin:

 

Çavê reşe reş dakine

Ê merîyan serxoş dakine

Were k`em herdu birevin

Neçê gunan af dakine...

 

Dayka min a rehmetî, Fata Hecîyê Hemê di kilama xe ya ku wê li ser lawê xe Hemîd yê ku bi kurşûnê çavê xe wenda kiriwûn wer tewê:

 

Çavên çend in çavên çend in

Brûyên di ser ra li govend in

Pênc lawikên mine dinê hene

Li herdê Hemîdî min îzbend in...

 

Şayîrê meşhur Omar Heyam di çarîneke xe da qala horîyên çavreş kiriye û gotiye:

 

Li cenetê horî hewûne, çavreş;

Meya xaştir jî li wira wûye.

Qe qalê meke, em ê zû va da li cenetê wûne:

Mêz ke, li hêlekê yar, li hêla din şerew...

 

Li ser çavan û dîyînê mi hekatek veng bihîstiwû:

 

Li dohlekê xort diketine rû Gênco. Gênco yekî kal wûye. Di guna wî ra zewac bi destî dê û bava û mezinê qebîlê tewûne. Berzewacan di ber zewacê ji xêyrî cakê-ducara çûyîna dergîstîyê hevdu netedîne, xe ji ber hev û xasî û xezuran vedişartine. Yên ku ji yada dizewicîne heta şeva gêrdegê hev du qe netedîne.

 

Gênco jî yek ji wana wûye, yane ji yada zewicîye. Lê dîsa jî ew î bi tale wûye, wî di ber dergîstî û zewacê jina xe, Seyran carekê bi şev dîye. Ew çûye dohleke li gundî wê. Li ber malê dohlê Seyran di ber ra derbas bûye.

 

Xortekî gotiye, “Genco, malneketo çing te bi carekê dîyînê, ew ji dûredûr va Seyran bir û dile te kete wê?!”

 

Gênco di bin da nemaye cewab dayîye û wer gotiye:

 

“Heşe we nagênê. Erê mi Seyran di ber zewacê cake tenê dî, lê bi çavê hîngê. Hûn dizanin çavên hîngê çing wûn? Ew ê mîna durbînê wûn, bi şev jî tedîn. Min şivanti kiriye. Şivana bi şev rind tedîn. Me pez bi şev li çîya û banîyan diçêrand,dikişanda fêzê û şevin dikir. Me kevir kuçikên li ber nigan, gur û dizên çolan tedîn...

 

Hêyfa çavên hîngê! Ku te bi wana bi şev li jinekê mêz dikir, te xarî û xetên bedenê wê tedîn!...”