| Nîma... | |||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
Hozan Robar |
|||
|
18.09.2007,
xelkedondurma.com |
|||
|
Lê ji ber ku navê keça min
Nîma ye, hertim wateya Nîma ji min tê pirsîn ji lewre min xwest ez
peyva Nîma bidim ber ronahiyê bo ronahiya Nîma ji her kesî re eşkere
bibe.
|
|
Nîma
peyveke hevbend e, bendê yekê nî û bendê duyê ma helbet herdu bend
hatine kurt kirin ji lewre em ê koka herdu bêjeyên xwerû derxin û wateya
wan rave bikin hingê wateya bêjeya hevbend Nîma dê bixwe eşkere bibe.
1-
nî: koka wê yek
ji van bêjeyên hemwate ye “nîv, nîw, nîm” her sê bêje kurdî ne,
her yek ji wan di şêwezarekî (zaravayekî) de tê bi kar anîn. Nîv di
kurmanciya bakur de tê bi kar anîn (nîvê 10'an 5' in), nîw jî di
kurmanciya başûr (soranî) de tê bi kar anîn, lê nîm di di şêwezarê
hewramî (Goranî) û kirdkî (zaza) de tê bi kar anîn û ew bi zimanê kurdî
yê kevin e, û her wiha ew bi farisî ye. 2-
ma: koka wê yek
ji van bêjeyên hemwate ye “mah, meh, mang” her sê bêje kurdî ne, û
her wiha her yek ji wan di şêwezarekî de tê bi kar anîn, bêjeyeke dî
heye wateya wan dide ew jî “heyv” e, an jî “hêv, hîv” helbet ev
kom bêje du wateyan didin, yek : heyva li asîmanan ya ku li dor erdê digere.
Du: heyv (hokerê demê) anku demek ji salê (mînak meha adarê). Helbet
wateya duyê ji wateya yekê hatiye anku ji heyva li asîmanan çunkî di dîrokê
de dema Someriyan salname afirand serete bi riya heyvê roj hejmartin û paşê
derdora sala 1200 B. Z. Babilyonan salnameya rojî afirandin.
|
|
|
Em
dizanin her mehek heyvî 28 roj in, ew bi derketina heyvê re tên hejmartin
di destpêka mehê de heyv tenik û zirav e, û her roj mezin dibe ta roja
14'an bi şevê ew sergihayî gulover dibe, helbet ew roj nîvê mehê
ye (14/28) anku Nîma, heyva çardeh-şevî, ne çardeh-rojî çimkî
heyv bi şevê xuya dibe. Wisa ji me re wateya Nîma dixuye lê teşeyê
peyvê wek me da xuyan kurt bûye:
nîm+mah=
nîmmah = Nîma nîv
+mah= nîvmah = Nîma nîw+mah=
nîwma = Nîma li
vir em ê xuya bikin ku mebest ji navê Nîma, dema heyv topik û gulover be
anku heyva çardeh-şevî ji lewre gelek caran kurmanc xweşî û
ciwaniya rûyê keçan bi heyva çardeh-şevî dinimînin, lê eger em
bibêjin nîvê heyvê bîra mirov diçe ser heyvê dema şêweyê wê nîv
gulover be, lê bixwe mebest nîvê rojên heyvê ye anku dema heyv topik û
gulover be. Di zimanê erebî de jî bêjeya (bedir) bi wateya Nîma ye, her
wiha di her zimanekî de bêjeyek bi vê wateyê heye.
Bêjeyeke dîtir heye di şêwezarê kurmancî nahê bi kar anîn, ew jî Nûma ye. Dema heyv di destpêka mehê de be anku dema ew tenik û zirav be, jê re Nûma tê gotin Nûma anku meha nû, di sereteya meha nû de heyv tenik û zirav e, di zimanê erebî de jî bêjeya (Hîlal) bi wateya Nûma ye. Ji
bilî van wateyan, heyv gelek wateyên dîtir dide, heyv şeva reş
ronî dike roniya xwe dide erdê, girîngiya heyvê li pê rojê hatiye her
wiha di gelek olên kevin de ew pîroz bûye, di hinan de jî wek
xwedawendekê cî girtiye, her wiha bi dirêjiya dîrokê mirov hezkirina
xwe ji şêwe û ronahiya heyvê re derbiriye, û mirovan heyva asîmanan
wek navek nêvnas li zarokê xwe kirine û gelek nav dîtir jê çêkirine
wek: hêvîn, hêvron, hêva,…
Ev hewldana me bo em bêjeyek nû li ferhenga kurdî kom bikin, û zimanê xwe dewlemend û zengîn bikin, zimanê me bi sed salan e, ku bê xwedî ye ji lewre ji hemû layan jê re kar û xebat divê û nemaze ji hêla ferhengî ve. Me bi vî karî xwest ku dilopekê li derya ziman zêde bikin, em bi hêvî ne ku mebesta me bi cî hatibe. |
|||