Şehname 

 

Çavên wan bi hêstirên xwînî tije bûn, rûkên wan jî mîna şeravê sor bûn û li ser wan kinc û bergên şînê yên bi rengên şîn lê bûn.

 

Memê Mala Hine

13.08.2007, xelkedondurma.com

 
 
Digel hemû çewtiyan mirov bi vê wergerê fam dike ku Şehname ji bo rihên çand û toreya Kurdî çavkaniyeke bengehîn e. Lewre Şehname bi dorfirehî qala siltanên xanedaniya Keyaniyan, Kawa û şerê wî yê li hember Dehak, derketina cejna Newrozê û ya Mîhrîcanê û her wiha serpêhatiyên Sam, Zal, Rustem û Suhrab dike.
 
 

ÇEND PEYV Lİ SER ŞEHNAMEYA FÎRDEWSÎ

 Şehnameya Fîrdewsî yek ji wan berhemên giranbiha ye ku tîşkê dixe ser dîroka netewên Aryanî. Ev berhema ku di dema desthilatdariya Siltan Mehmudê Xezneyî de ji hêla helbestvanê navdar ê Farisî ku di nîveka dawîn a sedsala dehan û nîveka pêşîn a sedsala yanzdehan de jiyaye hatiye nivîsandin çavkaniyeke dewlemend e ji bo mîtosa Aryanî. Berhem ji 55 hezar malikan pêk tê. Lê çend mîxabin ev berhem heya niha bo kirmanciya jorîn nehatiye wergerandin. Her wiha ez nizanim ji bo diyalekta kirmanciya navîn hatiye wergerandin an na. Lê wekî ku min seh kiriye hevalek vê berhema dîrokî ji farisî werdigerîne kirmancî. Hêvîdar im di demeke kin de biqedîne û bide ber çapê da ku bikeve ber destê xwendewarên Kurd.

  Ji ber ku ez bi farisî nizanim bi naçarî min wergera tirkî ya wê pirtûkê xwend. Pirtûk ji hêla Necatî Lugal ve hatiye wergerandin û ji hêla Wezareta Perwerdehî ya Mîllî (MEB) ya Komara Tirkiyeyê ve hatiye çapkirin. Min çar bergên wergerê xwendine ku ji bîst hezar malikan pêk tê. Lê cihê dax e ku Necatî Lugal jî mîna gelek wergêrên Tirk di mijarên Kurd û Kurdistanê de bê alî nebûye. Wek mînak, Şeref Xan di Şerefnameyê de dide zanîn ku Fîrdewsî di Şehnameyê de ji bo Rustemê Zal dibêje Rustemê Kurd. Lê belê di wergera tirkî de diyardeyeke wiha nekete ber çawên min. Ji ber ku Şehname ji siltanan bêtir qala serpêhatiyên Sam, kur û nêviyên wî Zal, Rustem û Suhrab dike; ev, çewtiyeke bêhemd nîn e.

Her wiha mîna ku Şeref Xan di berhema xwe ya navborî de gotiye, Behram Çupîn û Gîrgîn Mîlad jî mîna Rustemê Zal Kurd in. Lê di wergera tirkî de agahiyên wiha nayên dîtin. Di wergerê de bi tenê di malika 662an de qala Kurdan tê kirin. Piştî behsa ji bo dermankirina kulên li ser milên Dehak her roj kuştina du xortan ku xwarinpêjê serayê yek ji wan bi dizî ji serjêkirinê rizgar dike, di malika navborî de ji bo van xortên rizgarkirî wiha tê gotin:

662- “Eslê qewmê Kurd ê îroyîn ji wan tê ku ew bi bajarên abadîn nizanin.”

663- “Xaniyên wan ji konên ku li çolan hatine vedan pêk tê. Li dilê wan tu tirseke xwedê nîn e.”

Digel hemû çewtiyan mirov bi vê wergerê fam dike ku Şehname ji bo rihên çand û toreya Kurdî çavkaniyeke bengehîn e. Lewre Şehname bi dorfirehî qala siltanên xanedaniya Keyaniyan, Kawa û şerê wî yê li hember Dehak, derketina cejna Newrozê û ya Mîhrîcanê û her wiha serpêhatiyên Sam, Zal, Rustem û Suhrab dike.

 

Bêguman ew berhem ji bo ronîkirina çand û toreya netewên Aryanî ya beriya ola İslamiyetê xwedî agahiyên ber bi çav in. Gelek taybetmendiyên ola Zerdeştî, wek xwedawenda xirabiyê Ehrîman, peristgehên ateşgeh tê de cîh digirin.

 

Ji xeynî van mînakan di malikekê de gava ku Zal xizmetkarên Rûdabeya ku dê piştre bibûya jina wî, dibîne, wiha tê gotin:

 

“Zal wekî diyarî guharên xwe dan cariyeyên Rûdabeyê.”

 

Bi vê malikê em hîn dibin ku zilamên Kurd beriya ola îslamiyetê guhar bi kar aniye. Lê ji ber ku ola îslamiyetê guhar qedexe kiriye, ev toreya han jî hatiye jibîrkirin.

 

Di pirtûkê de ji bo etîmolojiya zimanê Kurdî jî gelek mînakên balkêş hene û ev yek bi ya min mijara lêkolînê ye. Wek mînak: Gava ku Siyamekê kurê siltanê pêşîn Kîyumers ji hêla kurê Ehrîman ve tê kuştin û leşkerên xemgîn tên li pêş Kiyumers rêz dibin, di malika 283an de leşker wiha tên teswîr kirin:

 

“Çavên wan bi hêstirên xwînî tije bûn, rûkên wan jî mîna şeravê sor bûn û li ser wan kinc û bergên şînê yên bi rengên şîn lê bûn.”

 

Bi vê malikê em hîn dibin ku bi gor çanda kevnar a Aryanî rengê şîn nîşana taziye û matemê ye. Reng e ‘şîn’a kurdî ku ji bo matemê tê bikaranîn ji vê toreyê hatibê. Belê niha Kurd jî mîna gelek netewan di şînê de kinc û bergên reş li xwe dikin. Lê heye ku ev ji bandora çanda Erebî be û piştî qebûlkirina ola îslamiyetê derbasî jiyana Kurdewarî bûbe.

 

Di malikên 7565 û 7566an de em li qayî jineke şerker tên ku wexta Suhrabê kurê Zal êriş dike ser keliha Akkaleya İranê, pê re şer dike.

 

“Ew, jineke leheng bû ku mîna pehlewanan di siwarçakî û şer de bi nav û deng bû.”

 

“Ev jina ku navê wê Gurd-aferîd bû ji hêla şervanî ve tu hempayekî wê tune bû.”

 

Di Şehnameyê de gelek bûyer û serpêhatiyên rengîn hene. Lê di nav wan de dîmeneke êşbar heye ku bandoreke mezin li ser xwendewar dihêle. Belê ev, dîmena şerê Rustem û Suhrab e; şerê bav û kur e. Rustem wek serpehlewanê artêşa İranê; Suhrab jî wek serpehlewanê artêşa Turanê tên hemberê hev. Ne Rustem dizane bê ka ew xortê mêrxas ku dê bi wî re şer bike kurê wî ye, ne jî Suhrab dizane bê ka ev mêrxasê navsal ku dê pê re şer bike bavê wî ye. Piştî şerekî sê rojî Rustem derbeke xedar li Suhrab dixe û Surhrab di ber sikaretê de navê bavê xwe yê ku qet nedîtibû bi lêv dike. Bi vî şiklî Rustem tê derdixe ku ew xortê ku diçe ber dilovaniya xwedê, kurê wî ye. Piştî vê bûyera diltezîn Fîrdewsî dilkeseriya Rustem, Zal, Rûdabe û gel di malikên 8617 û yên şûndetir de wiha vedibêje:

 

“Çend roj şûnde sibê zû, gava ku Zûvare vegeriya, Rustem jî bi tevî artêşa xwe,

 

Ber bi Zabilîstanê bi rê ket. Gava ku nûçeya hatina wî gîhişte Destan (Zalê Zer)

 

Tevahiya şêniyên Sîstanê bi xem û girîn û feryad pêşwazî li wan kir…

 

Leşker li pêş darbestê diçûn û tevahiya mirovên ku li wir bûn ax li serê xwe dikir.

 

Dêla hespan hatibû qutkirin, çermên dehol û amûrên din ên musîqî hatibûn teqandin…

 

Destanê kurê Sam, gava ku darbest dît, ji hespê xwe peya bû

 

Rustemê dilbirîn bi kincên xwe yên peritandî li pêş darbestê dimeşiya…

 

Tevahiya pehlewanan kemerê xwe sist kiribû, li pêş darbestê serê xwe danî erdê.

 

Piştî ku darbest ji se hêştirê danîn xwarê, dîsa li pêş wê xwe xwar kirin û serê xwe danîn erdê.

 

Rustem, li pêş bavê xwe, kelogirî nixama bisirme kişand û

 

Jê re: “Lê binihêre bavo, qey Samê siwar di vê darbesta teng de vezeliyaye, wiha keserkurî radize, ne?” got…

 

Destan, gava ku Suhrab dît, hêstirên xwînî ji çavên wî hatin, lava li xwedayê ku riya rast nîşan dide, kir…

 

Rustem vegeriya ser termê Suhrab: “Ey pehlewanê navdar! Tu çûyî, lê te ez bi dilêş hiştim…” got.

 

Zal: “Belê, çi ecêb e ku Suhrab di vê temenê de dest avêtiye riman û

 

Di nav pehlewanên mezin de, xwe gîhandiye taya bijarteyên wan!

 

Tu dayik nikare kurekî wiha bîne dinê…”

 

Got û giriya, bijangên wî di nav hêstiran de bû û wî tim navê Suhrab bi lêv dikir…

 

Rustem, gava ku gîhişt seraya xwe, li ber darbestê giriya

 

Gava ku Rûdabeyê darbest dît, wek çeman rondik barandin û

 

Ji bo wî xortê ku di darbesta teng de radiza: “Ey pehlewanê mezin!

 

Xwezî tu ji vê darbestê rabûyayî” got û paşe

 

Porê xwe ruçkand û dîsa jê re got: “Ey pehlewanê kurê pehlewan! Ey çêlikê şêr! Zarokekî mîna te bê tirs û bi hêz careke din nayê dinê!

 

Tu êdî qet qala serboriyên xwe yên rojên şad û sirên xwe nakî…

 

Tu bi vê temenkurtiya xwe ketî zindan û cîhana bedbextiyê…

 

Te çi li bavê xwe kir ku wî cerga te perçiqand?”

 

Nalînên wê gîhişte stêrka Zuhalê, yên ku ev nalîn bihîstin tev giriyan…

 

Rûdabe piştî vê, bi dilêşî û bi rû û çavên xwe yên bi toz û axê lewitî vegeriya harema xwe

 

Rustem halê wê dît û bi jan giriya, ji çavên xwe rondikên bixwîn barandin hembêza xwe.

 

Keserkurîyê her der vegirtibû, qiyamet bû, qey ken û şahiyê xatirê xwe ji dilan xwestibû…

 

Rustem darbesta Suhrabê şêr dîsa anî ber giregirên serayê,

 

Li ber bavê xwe, darbest vekir, kefenê da hêlekê,

 

Laşê wî ji tevahiya giregirên ku li wê derê bûn re nîşan da. Pê re qey dixanek ber bi asîmên bilind bû;

 

Jin û mêr, kal û ciwan, her kesê ku li wê derê bûn bê taqet ricifîn…

 

Rûkê hemûyan qurmiçî bû, kincên wan jî peritî bûn, dilê wan bi kovan serê wan jî bi xwelî bû.

 

Serayê tevde berê xwe dabû darbesta ku ew şêrê nêr lê radiza…

 

Yên ku mil û sermilên wî yên mezin dît, digot qey Sam ji şer vegeriyaye û radizê…

 

Piştî vê Rustem paçeke zer lê pêçand û darbest qewî girt û

 

“Ger ez goreke zêrîn çêkim û bi miskê dagirim,

 

Piştî ku ez biçim wê nehêlin, lê ji xeynî wê tiştek nayê bîra min…” got

 

Rustem ji bo Suhrabê ku tevahiya dinê şîn li mirina wî dikir, bi şiklê simê gorek da çêkirin.

Bi ser darbesta ku ji darziravikê dabû dariştin, nifteyeke zêrîn danî…

Nûçeya kurkujiya Rustem belav bû her derê, her kesê ku guh li vê nûçeyê da bû, pê xemgîn bû.

Rustem heya demekê bi dilkovanî jiya, rûyê wî qet nekenî…

Ket xem û fikarê û di dawiyê de ji xeynî aramiyê tu çareyek nedît.

 
 

Bigire