YAN KURDISTAN YAN NEMAN


FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 13.03.2004


Dewleta El-Mixaberat dîsa xwîna Kurdan rijand. Gorî agahiyên Kurdan ji duh de li Qamîşlo û derên din li Başûr-Rojava, Kurdistana binxetê heta niha nêzîkî 70 kes şehîd ketine. Sebra gelê me êdî ne maye. Gelê Kurd êdî naxwaze bindestî, dibêje yan Kurdistan yan neman. Ma em ji çi rojê re dibin, ewên mafên me yên rewa jî ji bo me nasnakin, ew vî mafî çawa ji bo xwe de dibînin.

Min ji duh de bi dehan caran ji Televîzyonên Almanya, ARD (Tagesschau, Tagesthemen), ZDF (Heute û Heute Journal), RTL, ajansa Almanya DPA, û Balyozxana Amerîka re telefon kir û ew der bûyerên qetliyama Qamîşlo û derên din agahdar kirin. Min ji wan re got, ku ma qet qîmeta agahdariyê jî tune, ku hûn qala rêjîma Sûriyê nakin. Lê çapemeniya Almanya jî wek siyaseta Almanya çi der mafê Kurdan de bi awayekî negatîv mêze dikin.

Siyaseta Almanya û Ewropa ya durûtî vê carê jî rûyê xwe yê reş wek her dem baş rayê me Kurdan dide. Min ji duh de sê caran ji wezareta Almanya, ya derve re telefon kir û wezaret der barê vê qetliyama Qamîşlo agahdar kir û ji wan xwest, ku bi rêjîma Sûriyê ve têkilî çê bikin û zor bidin ser wan, da ku ew siyaseta xwe der mafên Kurdan de biguhêrin û pêşî li qetliyamên mezin dijî Kurdan bigirin. Her car bersiv wiha hate dayîn ”Me wezîrê derve agahdar kir, çi hewce be, dê bike”.

Min pirsî, ku êdî divêt çi bibe, ku wezîrê we û hukumeta Almanya daxuyaniyekê li ser vê qetlîamê bide? Wan nikari bû bersiva vê pirsê bidin, çumkî dewleta Almanya xwe ji zû de firotiye Erebên şovênîst û kevneperest. Hukumeta Almanya her dem dibêje, ku berjewendiyên wan di ser her tiştî re ne. Ev jî têye wê wateyê, ku ew xwe firoş in, kî zêde pere bide wan, ew siyaseta wan diparêzin, Loma ez siyaseta Almanya dijî Kurdan bi nefret û îbret protesto û mahkum dikim. Bila ew meraq nekin, ger Kurdistan serbixwe îlan bibe, emê ji herkesî zêde tir pere bidin wan.

Bijî Kurdistan
Bijî şehîdên Kurdistan
Bijî Başûr-Rojavayê Kurdistanê
Bijî bajarê Qamîşlo
Bimre dewleta el-mixabarat, basî, Esad û mesad

 

 

Bigire -  Kapat