LI PRAGA
PAYTEXT BÛYEREKE DÎROKÎ
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
07.06.2006
Birêz Dr. Yekta Geylanî (Dr. Yekta Uzunoglu) di 01.06.2006an de li paytexta komara Çek, li Pragê xelata xwe ji destê serokê saziya František Kriegel, ji birêz František Janouch wergirt.

Dema xelat wergirtinê ji
destê František Janouch
Hêjayî
gotinê ye ku nivîskarê navdar di qada navneteweyî de, şervanê demokrasiyê
û mafê mirovan her wiha serokkomarê Çek yê kevin birêz Vaslav Havel jî di dema pîrozbahîya xelatgirtina birêz Dr. Yekta de
beşdar bû.
Birêz Dr. Yekta
Geylanî di pê xelata xwe de bi zimanê Çek axivî û di axaftina xwe de wiha got:
Îro di jiyana min de ji aliyê hisî û dilînî de roja herî girîng e. Hevdîtina me li ser cihekî de bi heval û hogiran ve ji çend çande û welatan, ku di 30 salên dawiya jiyana min de di her şartên jiyanê de cîh girtine, giraniyeke bê tixûb û bê sînor e. Ez ji dil xemgin im ku îro di nav me de mamosteyê min yê giranbiha û hevalên we yê hinekan jî Prof. Abdurrahman Qasimlo ne di nav me de ye. Faktorên din ku vê rojê hên jî girantir dike, ew e ku îro xelata bi navê Dr. František Kriegel ji min re têye dayîn. Nizanim gelo di dinê de jiyana xebata tekoşîna ku ji min re ji ya Dr. František Kriegel nêzîktir dikaribû bibûya. Dr. František Kriegel hên di dema xwendekariya min de ji min re bûbû sembol, şana Etîk ya doktoriya Tibê, saxiyê, ku bê cidakirina rengê çermê mirovan yan cinseyeta wan, destê alîkariyê dirêjî wan dikir û ji Çekoslovakya ta Spanya di şerê demokrasiyê de di 1936an de ji Çînê di 1945an de li Hindisatnê ta Kubayê 1962an. Li aliyê din wî Dr. František Kriegel şervanekî jiyana xwe ji bo jiyaneke bi edalet li dinê dabû. Ew ti car nebû xulam yan leystokên îdeolojiyên nijadperestan yan jî pseudo welatparêziyê. Berê her tişt şaxsiyeta bingehîn ya mirovayetiyê derxist û danî li ser şexsiyeta bi rengên îdeolojî. Beriya ku mirov bibe Çek, Alman, Kurd yan Cihû, karker yan jî doktor: MIROV e !
Bêbextiya, tirajediya
medeniyeta Ewropî ew e ku di dîrokên xwe de hişt ewqas zilm û
zordarî bi navê şexsiyeta duwemîn yan sêyemîn li ser (hesebê)
şexsiyeta bingehîn û yekemîn were kirin. Doktor František Kriegel ta roja dawiya jiyana
xwe ji bo parastina nirxên mirovatiyê yên ûniversal yanê nirxên mirovatiyê yên
cîhanî şer kir. Aborî û dewlemendî ya din e, dibe di xizmeta mirov û
mirovatiyê de be: Ne ya gelekî, dewletekê yan jî grûpekê !
Gava ku hinekan, ajanên hukumeta Tirk û rêjîma komûnizma berê min berya viya 12 salan dawetê şer kirin, li vir di duwemîn welatê min de: Min ev daweta "li ser seran li ser çavan qebûl kir". Di roja 14.9.1995an de, di nameyên xwe de ku min ji zindanê ji serkkomarê wê demê birêz Vaclav Havel re şand, got: "Ger min bikujin jî, ku ta niha du caran ceribandin û tesaduf neçû serî , di vî şerî de êdî nikarin ti guhartinekê çêkin, tenê kurdekî din jî dikeve nav karwanên şehîdên Kurdistanê. Ez berhemê çanda Imparatoriya Romê nînim ku serê xwe li ber destûra hukumdarekî zilmdar wek NERO xwar bikim.... Ez ne SENECA me.
Hê wê demê pêwîst bû were fahm kirin, ku ez vî şerî wek perçeyekî ji qedera xwe dibînim ezê bibim dawî. Ez nikarin dev ji vî şerî berdin!
Bi destûra we dixwazim li ber hizûra we spasdariya dayika xwe ya rihmetî
bikim ku wê ez bi şîrê çanda kurdî mezin kirim. Ew çanda kurdî ku li ber
zilma bi sedsalan hên wek birceke serbilind disekine, xwe diparêze.

Vaslav Havel, Bernhard von Grunberg, Xanima Dr. Yekat Monika û Dr. Yekta

Vaslav
Havel û Fûad Sîpan
Nêzîkî
200 siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr yên navdar ji komara Çek û Almanya
Federal beşdarî pîrozbahiya xelatgirtina Dr. Yekta bûn. Ji wan kesayetiyan
arîstokrat Karol Schwarzenberg, Bernhard von
Grunenberg, sefareta (Botschaft) Almanya û hemû xebatkarên sefaretê jî beşdarî pîrozbahiyê
bûn. Ji çampemeniya Almanya jî ARD kanala 1 bernameyek amade kir, dê di
televîzyona Almanya him di kanala 1an bernama “die story” de û him jî di kanala 3an bernama “cosmos” de bê weşandin. Her wiha ji çapemeniya Çek jî hemû
televîzyonên mezin û çapemeniya nivîskî jî hatibûn vê roja dîrokî. Jixwe
moderatorê civînê jî spîkerê televîzyona Çek bû.
Ji
saziyên Kurdan serokê Enstîtûta Kurd li Brûksel birêz Derwêş Ferho,
ji çapemeniya Kurdistanê, Kurdistan-TV
birêz Alî Nerway, ji radyoya Dengê Azad birêz Necîb Balayî û Xanima xwe, ji
malpera Netkurdê nivîskarê Kurd birêz M. Şefîq Oncû û Xanima xwe, keça
şehîdê nemir Dr. Abdurrahman Qasimlo Mîna û her wiha çend malbatên Kurdan
ku li Pragê dijîn beşdarî pîrozbahiya Dr. Yekta Geylanî bûn.

Keça Dr. Abdurrahman Qasimlo Mîna û serokê Enstîtûta
Kurdî li Brûksel Derwêş Ferho
Cihê
serfirazî û şanaziyê ye ku ev cara yekem e Kurdek wek birêz Dr. Yekta
Geylanî di dîroka Kurdan de, di qada navneteweyî de bi xelateke wiha ji bo keda
wî di der mafê mirovahiyê de, ji bo demokirasiyê û tekoşîna wî li dijî
neheqiyê têye bi rûmetkirin. Ev xelata pîroz him ji bo birêz Dr. Yekta û
herwiha ji bo heval, nas, dost û bi taybetî jî ji bo gelê Kurd serbilindiyeke
pir mezin e. Ez gelek kêfxweş im ku di rojeke wiha pîroz de di şahiya
xelatgirtina wî de beşdar bûm.
Kurdistaniyên
hêja!
Ez her gav
dibêjim û dinivîsînim ku mezinbûna gelan, neteweyan ne bi piraniya hejamara
wan, lê belê bi kalîteya wan têye pîvandin. Em Kurd bi hejmara xwe ya 40
mîlyonî difirin esmanan, lê mixabin ku me heta niha li Ewropa ji nava xwe 40
mirovên wek birêz Dr. Yekta Geylanî dernexistine. Îro di cîhanê de pir dewletên
bi hejmara xwe biçûk hene, lê bi hêza xwe ya siyasî pir mezin in. Ew jî bi saya
kalîteya hejmara kesên wan gelan e. Belengaziya Kurdan di wê derê de ye ku îro
hejmara 41 dewletî ji mîlyonekî derbas nabe, yanê qasî Kurdên Ewropa jî nînin.
Dema mirovek dertê ku bi dil û can ji bo gelê xwe serbixwe xebatê bike,
rêxistinên Kurdan yên xwe di siyaseta cehaletiyê de xeniqandine bi hemû quwetan
êrişî wan kesan dikin. Birêz Bernhard von Grunenberg behsa karên Dr. Yekta di salên 80î de li Almanya kir û rexnên
pir tûj li rêxistinên Kurdan kir ku wan bi dek, dolab, fîtne, fesadî û îftiran
hemû karên Dr. Yekta bi destê xwe ji bo Kurdan kiribû xerab kirin. Ez bixwe jî
şahidê wan salana me. Birêz Dr. Yekta demekê li Almanya ma û gellek xizmetên
delal yên dîplomatî ku ti rêxistinek Kurd nikarîbû bikira ji Kurdan re kir. Bi
saya karên wî wê demê Enstîtûta Kurd di bin serokatiya wî de li Bonnê hate
damezirandin. Mixabin Kurd ji hevdu re gurêx in. Ew karên ku bi destê wî hatin
çê kirin rêxistinên Kurdên Bakur bi hêsabên pir teng û biçûk xerab kirin. Belkî
niha ev bûyera li Pragê li ber çavê wan nexuyê jî, lê bi raya min xelatgirtina
Dr. Yekta li Komara Çek bûyerke dîrokî ye û ji bo me hemû Kurdan payebilind e.
Bernhard von Grunberg kî ye?
Birêz Dr. Yekta
di emailekê de Bernhard von Grunberg weha dide naskirin:
Wek tê zanîn malbata von Grunberg ta sala 1945 xudanê Königsberg / îro Kaliningrad / bûn, dewlemendtirîn û yek ji qedîmtrîn malbatên Alman bûn. Di dîrokê de şexsiyetên wek Fîlozofê Alman KANT an jî zanyarê bi nav û deng Max Planck bi saya alîkariya malbata von Grunberg xwendin û di lêkolinan de domdar bûn. Ew bapîrên Bernhard von Grunberg bûn ku ji fîlozof KANT re li Zanîngeha-Universita Köngisberg cihê mamostetiye dabûn.