TIRK Û
EWROPA WÊ BI HEV KEVIN
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 05.03.2005
Tirk çiqas jî ji kêfan li ser
demgirtina muzakereya ku di 03.10.2005an de bi Yekîtiya Ewropa re çirtik û
lotikan bavêjin jî, dê navbera wan û YE li ser gelek mijaran û bi taybetî
jî li ser Komkujiya Ermeniyan di pêşerojê de xerab bibe. Ez bawer dikim,
ku çiqas dema muzakereyê nêzîk dibe, dê ewqas jî kêfa Tirkan bireve. Û
ez ji kûrahiyan dilan dizanim, ku Tirkiye, dê ti demê nebe endama YE. Çimkî
Ewropî, bi taybetî Rojavayê Ewropa ji Tirkan hez nakin. Bê guman sedem pir
in. Sedemên herî girîng, ola îslamê û hovîtiya Tirkan e.
Fraksiyona partiya Almanya CDU û CSU ya Yekîtiya Xiristiyanên Demokirat û ya
Yekîtiya Xiristiyanên Sosyal, ku muxalefeta mihafezekar bi hev re bi îmza bîst
parlamenterên wan di bin serokatiya Xanima Angela Merkel de, di 22ê meha Sibatê
sala 2005an pêşniyaznameyek dane parlamena Almanya, ku di meha Nîsanê
sala 2005an de li ser 90 saliya Komkujiya Ermeniyan bêye sekinandin. Wek tê
zanîn, Ermenî her sal di 24ê Nîsanê de Komkujiya ku ji aliyê Tirkan de li
dijî wan pêk hatiye bi bîr tînin. CDU/CSU di vê pêşniyaziyê de wiha
dibêje:
Die Rechtsnachfolgerin des Osmanischen Reichs, die Republik Türkei, bestreitet
bis heute, dass diesen Vorgängen eine Planmäßigkeit zugrunde gelegen hätte
bzw. dass die Todesfälle während der Umsiedlungstrecks und die verübten
Massaker von der Osmanischen Regierung gewollt waren. Diese ablehnende Haltung
steht im Widerspruch zu der Idee der Versöhnung, die die Wertegemeinschaft der
Europäischen Union leitet, deren Mitgliedschaft die Türkei anstrebt.
Komara Tirkiyê, wek paşmaya zagonî ya Imparatoriya Osmanî, heya roja îro
napejirîne, ku wê împaratoriya berî wê wek bingeh ji xwe re pilan danîbû
û kokujiyên ku di dema derxistina mirovan de ji warên wan pêkhatin, her li
gor daxwaza hukumeta Osmanî bûn. Ev helwesta Tirkiyê ya nepejirandinê li dijî
ramana sulhetiyê ye, ya ku Yekîtiya Ewropa li ser diçe, û Tikiyê dixwaze
bibe endama wê.
http://www.cducsu.de/aktuelles/initiativen/3D13485CD3362D5911C2F98618B8F97E11348-kfm7yd8i.pdf
(çavkanî, malpera fraksiyona partiya Almanya ya muxalefetê CDU/CSU)
Li ser vê bûyerê lingê Tirkan ketiye soleke teng û dîsa wek her dem ji bilî
înkarkirina Komkujiya Ermeniayan nizanin ji raya dinyayê û ji raya Almanya re
çi bêjin.
Van rojana hema hema di hemû rojnameyên Almanya de, çi biçûk û çi jî
mezin, li ser Komkujiya Ermeniyan têye sekinandin, ku ji aliyê seroka partiya
CDU Xanima Angela Merkel ve ji bo parlamena Almanya hatiye pêşniyazkirin.
Ev bûyereke nû ye, ku ji partiyeke wek CDU/CSU dertê, ew partiya mixalefetê
ye û rola wê li ser siyaseta Almanya ne pir kêmî partiyên hukumetê ne. Çimkî
desthilatiya piraniya eyaletên (herêmên) Almanya di dest wan de ye û
piraniya endamên konseya dewleta Almanya jî di destê CDU/CSU de ye. Ev jî tê
wê maneyê ku biryarên ji parlamena Almanya, yên ji aliyê partiya sosyal
demokirat û ji aliyê partiya keskan ve dertên, ji sedî şêst heta ji
aliyê konseya Almanya ve neyên pejirandin nabin biryar. Loma hukumeta Almanya
di pir mijaran de nêrîna CDU negire, nikare tiştekî bike û bi serê xwe
biryaran di parlamentê de derbas bike.
Bê guman armanca partiya CDU ku dixweze Komkujiya Ermeniyan bike rojeva Almanya
ne ji dil de ye. Ew ti demê jî di pirsa Komkujiya Ermeniyan de ne ji dil de bûn.
Ji ber ku ew li dijî endametiya Tirkan e, loma niha van gûz û kapên xwe li
dijî Tirkan parve dikin û Komkujiya Ermeniyan bi kar tînin. Eger CDU ji dil
ba, wan dikarîbû di nav çardeh salan de ku ew beriya sala 1998an xwediyê
desthilatiyên bûn, ev mijara bianîna rojeva Almanya.
Lê hêvîdar im, ku di pêşerojê de di parlamena Alamyanya de ne tenê li
ser Komkujiya Ermeniyan ku ji aliyê Tirkan ve hatiye pêk anîn, her wiha li
ser berpirsiyariya Almanan û Ewropiyan jî bêye sekinandin.
Wek min li jor jî got pirsa Almanan û Eropiyên Rojava ne tenê Komkujiya
Ermeniyan e. Alman û Ewropiyên din ji Tirkan nefret dikin û tenê ji bo
berjewendiyên xwe dixwazin bi Tirkan re dan û standinê çê bikin. Wekî din
Tirk eleqederî Ewropiyan nake û dema girtina ji bo muzakerê dê belkî Tirkan
hinekî bîne rê. Endametiya Tirkan ji bo YE xewn û xeyal e û ewê wisa bimîne
jî.
Wek tê zanîn, Fransa di sala 2001an de biryarek li ser Komkujiya Ermeniyan ji
parlamena xwe derxistibû û Tirkan demekê qoçên xwe li dîwaran dan û di
dawî de çûn di cihên xwe de rûniştin. Lê ne tenê muxalefeta Almanya
li dijî endametiya Tirkan e. Firansa jî li dij e û van rojana ji parlamena
xwe biryarek zagonî derxist, ku di sala 2007an de bi pêkanîna referandomeke
erênî ancax Tirk dikarin alîkariya Firansa bigirin. Ez bawer dikim, dûrî
aqilan e, ku gelê Firansa di sala 2007an de ji bo endametiya Tirkan re erê bêje.
Tirk wisa bê çare mane, ku êdî êrişî nivîskarên xwe yê navdar
Orhan Pamuk dikin. Çima Orhan Pamuk di hevpeyvîneke xwe de gotiye, ku dewleta
Osmaniyan mîlyonek Ermenî qirkiriye û sî hezar Kurdan kuştiye, loma
niha li Tirkiyê fermana wî dane.
Di pirsa Kumkujiya Ermeniya de divê em Kurd jî hişyar bin û ji dil de lê
bixebitin, ku Komkujiya Ermeniyan li her welatî bêye pejirandin û Ermenî li
dijî Tirkan ser bikevin. Çimkî Tirkan ne tenê Komkujî li dijî Ermeniyan pêk
anî, herwiha li dijî Kurdan jî bi pilan û proje bi destê Misto Kemal li Dêrsimê
û derên din li Kurdistanê pêk anîn. Û divê Kurd xwe ji berpirsiyariya xwe
jî li dijî Ermeniyan şûn de nekişînin û şaşiyan nekin,
ku nekevin dewsa Tirkan. Çimkî yên bi pilan û proje li dijî Ermeniyan
biryar girtibûn Osmanî bûn. Lê bi destê gellek Kurdan Ermenî hatine
qetilkirin û divê em vê rastiyê jî qebûl bikin, ku rola pîs ya ku Tirk tê
de ne, nekevin wê rolê û ji Ermeniyan lêborîna xwe bixwezin.
Ez dixwezim li jêr bi mînakeke biçûk ji dîroka Ewropiyan daynim ortê, ku
dijberî û dijminahiya Tirkan bi çi awayî li Ewropa kok girtiye.
Împaratoriya Osmaniyan di sala 1683an de hatibû ber deriyên Viyana (Awûstûrya)
ku hemû Ewropayê bi destê zorê têxe bin desthilatiya xwe. Viyanî ji hovîtiya
Osmaniyan wisa qehirîbûn, ku wan xwarinek ji ar û avê çêkiribûn ku ev
xwarin şibandibûn mînanî ala Tirkan. Ji ber ku ala Tirkan ji Hîvê
hatiye girtin, Viyaniyan jî ev xwarina ji ar û avê kiribûn wek ala Tirkan ku
ji wan re bêje, hûn nikarin derbasî Ewropa bibin, emê we wek ala we bixwin.
Navê vî xwarinê Croissant e. (Kirosan) Kesek nizanibe, jê bê pirsînê ku
Croissant xwarina kîjan welatî ye, dê bersiv Firansa be. Çimkî Croissant
gotinek Firansiz e û ger mirov wergerîne têye mana Hîvê.
Di pêvajoya nû de, dê rewşa Tirkan ne tenê li Ewropa, herwiha bi Amerîka
re jî ji rewşa niha xerabtir be. Rapora Amerîka ya sala 2004an li ser mafê
mirovan çend roj berê hate belavkirin, ku li ser Tirkiyê dibêje, di pê
ewqas guhertinên di parlamena Tirkan de derbas bûne, di piratîkê de qîmeta
wan nîne, Tirkan dîsa nîşên xerab ji Amerîka girtin. Amerîka roj bi
roj dûrî Tirkan dibe. Dê Tirk di pêşerojê de nikaribin bazara hespan jî
êdî bi Amerîka re bikin. Û baweriya welatên Rojhilata Navîn jî êdî bi
Tirkan nemaye. Jixwe ji niha de nîşanên xerabbûna têkiliyên Tirkan û
dewletên Rojhilata Navîn gellek in. Tirkan bi taybetî bi Îran û Sûriyê re
cerx kir û pişta xwe bi wan de kir. Çimkî Tirk pir lê xebitîn, ku bi
Îran, Sûriyê û yên din re tevbigerin, da ku dewleta Kurdî neyê
damezirandin. Lê niha li xwe diwarqilin, ku siyaseta wan ya bi qirêj nameşe.
Bê guman Tirk wisa ne bi hêsanî dest ji siyaseta xwe ya bi qirêj berdidin, lê
mecal ji wan re ne maye, loma niha taktîkên xwe diguherînin. Tirk çiqas jî
xwe şêrîn rayê dinyayê bidin, ji dil de nînin û di niyeta wan de
xapandozî û fêlbazî heye, loma dê ser nekevin û dê têk herin. Tirkên
feqîr û belengaz di xerabiyek wisa dijwar de mane, ku êdî nikarin sixêk û
kifirbaziyên xwe jî bikin. Ew jî dizanin, ku dinya êdî li wan roj bi roj
teng dibe, loma metodên wan yê berê êdî pere nakin