SERDANA SEROKÊ KURDISTANÊ BIRÊZ MESÛD BARZANÎ LI EWROPA

 

 

Ger em siyaseta Almaniya li hemberî Kurdan bi kurtayî şîrove bikin,

dikarin bêjin, ku ji berê de dewleta Almaniya li hemberî Kurdan siyseteke ne di cih de,

yeke ne maqûl meşandiye û hê jî ne di cih de dimeşîne.

 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

22.11.2005, Almanya

 

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di pê serdana xwe re li DYA bi serokê Amerîka birêz George W. Bush re serdana hin welatên Ewropa jî kir. Rawestgeha serok ya yekem welatê Birîtanya, Îngilistanê bû. Serokwezîrê Îngilistanê birêz Tony Blair li Londonê li kolana ku jêre dibêjin 10 Downing Street di avahiya xwe de pêşwazî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kir. Serokê Kurdistanê di pê Îngilistanê re serdana Almanya, Nemasa-Awistirya, Vatîkan û Îtaliya jî kir.

 

Ji bilî tiştên ku di çapemeniyê de hatine weşandin, çi dan û standin di navbera serokê Kurdistanê û rayedarên dewletên Ewropa de hatiye qisekirin em nizanin. Lê beyanên birêz Mesûd Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê morala me hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û li seranserê cîhanê zêde kir. Serok Barzanî bi daxuyaniyên xwe cesaret û hêviya gelê Kurd bilind kir. Lê li aliyê din jî tirs û xofa mezin kete dilê dijminan, ku serokê Kurdistanê wek serokê Kurdan yê fermî bi awayekî dîplomatîk hate pêşwazîkirin. Ev pêvajoya han dê her berdewam be. Êdî ti kes nikare vê çerxê şûnde vegerîne. Min serdana serok di çapemeniya cîhanê de şopand û ezê di dawiya vê gotarê de wek nimûne hemî çavkaniyên di malperên dewletan de hatine weşandin bidim. Di cih de ye, ku hinek li ser cidahî, ferq û rola Almanya û dewletên din bisekinim.

 

Hûn xwendevanên hêja dê di çavkaniyan de jî bibînin, ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji aliyê serok û serokwezîrên dewletan ve li Amerîka, li Îngilistan, li Nemasa, li Vatîkan û li Îtaliya wek serokê Kurdistanê hatiye pêşwazîkirin. Lê serok Mesûd Barzanî li Almanya wek serokê Partiya Demokrata Kurdistan hate pêşwazîkirin. Ji bilî rojnameya Alman Frankfurter Allgemeine Zeitung (ew jî pir kurt) ti rojnameyên din cîh nedan serdana serokê Kurdistanê li Almanya. Wek tê zanî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di 04.11.2005an de hevdîtinek bi seroka Partiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) xanima Angela Merkel re ku niha bû serokwezîra Almanya çê kir. Li gor rojnameya FAZ di vê hevdîtinê de birêz Wolfgang Schäuble jî beşdar bûye û bi taybetî li ser vegera Kurdên ku di dema Sadam de ji welat reviyane û niha li Almanya wek penaber dijîn sekinîne. Birêz Wolfgang Schäuble di hukumeta Angela Merkel de bû wezîrê hundir, loma ew jî di civînê de beşdar bûye. Jixwe vegera Kurdên penaber bi taybetî wî eleqedar dike. Bê guman mirov di xala ku li ser vegera Kurdên penaber de jî niyeta Almaniya baş fêhm dike, ku wan di siyaseta xwe de li hemberî Kurdan ti guhertin çê nekirine. Rayedarên Almaniya di vê hevdîtinê de bi birêz Mesûd Barzanî re jî wek her dem berjewendiyên xwe dane pêş.

 

Ez di dawiya meha 9an 2005an de li Hewlêrê di Hotela Erbîl Înternasyonal de rastî Almanekî ku navê wî Felix Neugart e hatim. Birêz Felix Neugart di girûpa lêkolîna siyasî ya Bertelsmann de kar dike. Ewî ilmê siyasî xwendiye û zimanê Erebî jî dizane. Ewî ji min re got, ku ew ji aliyê PDK ve hatiye dawetkirin, da ku rewşa Kurdistanê nas bike. Gorî agahdariyên wî dane min dê Almaniya siyaseta xwe li hemberî başûrê Kurdistanê biguherîne. Birêz Felix Neugart di pê vegera xwe re li ser Kurdistana azad gotareke 4 rûpel nivîsandiye. Ew di gotara xwe de gellekî pesna emniyeta Kurdistanê dide. Lê mixabin, ku li ser nakokiyên Kurdan yên berê jî disekine. http://www.cap-lmu.de/download/CAP-Aktuell-2005-02.pdf

(Çavkanî, malpera Bertelsmann Forschungsgruppe Politik)

 

Niha pirsek di cih de ye, ku gelo Almaniya dê siyaseta xwe li hemberî Kurdan biguhrîne an na? Ger biguherîne, dê awayê (şikilê) vê guhertinê çawa be? Mixabin em niha nikarin bersiva van pirsan bidin. Lê rastiyek heye, ku Almaniya dê di demên pêş de li Hewlêrê Konsolxaneyekê veke.

 

Ger em siyaseta Almaniya li hemberî Kurdan bi kurtayî şîrove bikin, dikarin bêjin, ku ji berê de dewleta Almaniya li hemberî Kurdan siyseteke ne di cih de, yeke ne maqûl meşandiye û hê jî ne di cih de dimeşîne. Almaniya her tim dîrekt û îndîrekt bi Kurdan re xerabiyên pir mezin kirine, çek, sîleh û jehriyên gazê bi destûra hukumetên xwe dane dijminên Kurdan û wan jî li dijî Kurdan bi kar aniye. Hêvîdar im ku dewleta Almaniya rojekê hêsabên xerabiyên xwe li hemberî Kurdan bide û telafî bike.

 

Wek tê zanîn, serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di 11.11.2005an de hevdîtinek bi serokkomarê Nemsa birêz Dr. Heinz Fischer re çêkir. Hêjayî gotinê ye, ku serokkomarê Nemsa birêz Dr. Heinz Fischer dostekî Kurdan yê ji dil de ye û heyranê Melle Mistefa Barzaniyê mezin e. Beriya ku ew bibe serokkomarê Nemsa, ew serokê Parlamena Nemsa bû. Min di meha 7an di sala 2003an de li ser Melle Mistefa Barzaniyê mezin hevpeyvîn bi gellek kesan re çê kiribû û ji wan kesan yek jî hozanê gelê Kurd birêz Şivan Perwer bû. Birêz Şivan Perwer li ser hevdîtina xwe û birêz Dr. Heinz Fischer wiha dibêje:

Ez pir dixwazim ku her Kurdek Mele Mistefa Barzaniyê mezin baş binase.

Mesela îsal min Konserek li Awistirya li Viyana di Wienbûr Theater de li gel hûnermendê wan Kurt Ostban Konserek da vekirin.

Konsera me bi destê serokê Parlamena Awistirya Dr. Heinz Fischer vebû. Beriya Konserê em çûne ziyareta wî. Wî ji min re got tu dizanî ez ji Kurdan hez dikim. Ji ber ku Kurd miletekî pir fêdakar e, ji bo dost û heval û cîranên xwe her tiştî dikin, heger nîvê wî karî ji bo xwe bikirana vê gavê dê xwedî îdareyeke pir mezin bûna. Lê ligel hemû zor û zahmetiyan ez vî miletî pîroz dikim, ku hîn li ser lingan maye û bere bere nêz 1i azadiyê dike. Lê ji bîr nekin, ku dîroka we mirovekî dayî ku ez pir heyranê wî me. Heger we ew baş fêh kiribe, him fîlozof e, him dozdar e û him jî rêberekî mezin e, ew jî MELE MISTEFA BARZANÎ ye. Dr. Heinz Fischer digot gava ez xwendevan bûm resmê(wêneyê) Mele Mistefa Barzanî tim li mala min bi dar de bû. Min ew kiribû nava qehreman û efsaneyên dinyayê.

 

Çavkanî,

http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/melemustefabarzani.html

http://www.number-10.gov.uk/output/Page8407.asp

http://www.number-10.gov.uk/output/Page8408.asp

http://fazarchiv.faz.net/FAZ.ein

http://derstandard.at/

http://212.77.1.245/news_services/press/vis/dinamiche/d7_en.htm

http://www.governo.it/notizie/not_notizia.asp?idno=1398

http://www.iltempo.it/approfondimenti/index.aspx?id=807244

http://www.iltempo.it/approfondimenti/index.aspx?id=808172&Sectionid=5&Editionid=5

 

 

Bigire - Kapat