| DEWLETA BÊ PIRENSÎB | ||
|
|
||
|
FÛAD
SÎPAN (AKPINAR) |
||
|
08.05.2007, xelkedondurma.com |
||
|
Lê
Erdogan êdî çi jî bike nikare xwe ji xişm û xezeba generalan jî
xelas bike, ew mecbûre bi gotina wan bike, çimkî Erdogan jî bi destûra
generalan hate ser text.
Wêne: uske û arşîva xelkedondurma.com |
Generalên
Tirk vê carê bê pirensîbiya siyaseta xwe ji her demê eşkeretir
ji raya raya giştî re rayê dan. Generalan bi muxtira xwe ya ku goya
ew li rejima laîsîzim û sekûler xwedî derdikevin di nîvê şeva
27.04.2007an de meydan ji her kesî re xwendin û dîsa tirs û xofa
terora leşkeran xistin dilê xelkê. Niyeta leşkeran êdî roj bi roj derdikeve ser rûyê avê. Em Kurd leşker û generalên Tirk baş nas dikin, lê mixabin me Bakûriyan heta niha siyaseteke wisa, ku em dinyayê di derbarê siyaseta Tirkan de îqna bikin ne ajot, an jî em bi hesabên pir teng tevgeriyan, ku kesî zêde guh neda me. Lê dem û dîrok dermanê her tiştî ye.Êdî Tirk çiqas lê bixebitin pirsgirêkan li Kurdistanê û Tirkiyê bixetimînin, bifetisînin, dê nikaribin serbikevin.Ev demeke rojeva Tirkiyê li ser hilbijarina serokkomarê nû hatibû kilîtkirin. AKP xwest Abdullah Gul di roja 27.04.2007an de bike serokkomar, lê di tûra yekem de 367 deng dernexistin, tenê 357 dengên erênî ji Gul re derketin. |
|
Partiya
Kemalîstan CHP û nijadperestên din beşdarî civîna parlamenê nebûn
û CHPê pirsgirêk bir dadegeha bilind ya destûrê. Dadegeha bilind jî
di 01.05.2007an de hilbijartina Abdullah Gul betalkir. AKP û serokê wê
Erdogan jî mecbûr man, ku hilbijartinên parlamenê têxin rojeva Tirkiyê.
Hilbijartin dê di 22ê meha heftan de li Tirkiyê çêbibin. Di pê
biryara dadegeha bilind re AKP dîsa xwest biceribîne ku di 06.05.2007an
de Abdullah Gul di parlamena Tirk de wek serokkomar hilbijêre. Lê vê
carê jî bi ser neket, çimkî 358 parlamenter beşdarî civîna
parlamenê bûn. Endamên CHPê û yên din dîsa neketin civînê, loma
Gul mecbûr ma ku di eynî rojê de xwe ji namzetiya serokkomariyê şûnde
vekişîne. Tevlihevî hê jî li Tirkiyê berdewam e. Ne hêsane ku
mirov niha bibêje dê dawî çawa encam bide. Ez
bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku dê hilbijartinên nû jî li
Tirkiyê çareseriyê neynin, belkû pirsgirêkan ji niha pirtir girantir
bikin. Çimkî pirsgirêka general û leşkerên Tirk ya esasî ne ola
îslamê û ne jî jidestçûyîna rejima sekûler e. Tirkiye ti demê ne
bû welatekî sekûler, nikare jî bibe welatekî sekûler. Pirsgirêka
Tirkan ya esasî û birîna wan ya kûr bê çaretiya pirsgirêka Kurd û
Kurdistanê ye. Jixwe general di daxuyaniyan xwe de kesên ne Tirk bin û
ne wek wan bin jixwe re wek neyar dibînin û gefan li her kesî dikin.
General di daxuyaniyan xwe de wiha dibêjin: Cumhuriyetimizin
kurucusu Ulu Önder Atatürk’ün, “Ne mutlu Türküm diyene!” anlayışına
karşı çıkan herkes Türkiye Cumhuriyeti’nin düşmanıdır
ve öyle kalacaktır. ( Ewên ku li hemberî boçûna rêberê me
yê mezin Ataturk ku damezirênerê komara me ye dibêje ”xwezî/çi
bextewarî ji wî/wê re ku dibêje ez tirk im”
derdikeve neyarê komara me ye û dê wisa bimîne) Ji
aliyê din ve tirsa generalan ya herî mezin jî ew e ku heger
desthilatiya sivîl hemû têkeve destê AKPê dê selehiyeta wan kêm
bibe. Li ser bûyerêrn vê dawiyê êdî bawerî di navbera general û
hukumeta Erdogan de nemaye. Belê
Hukumeta Erdogan li Tirkiyê di derbarê pirsgirêka aborî û YE de hin
guhertin çêkirin, lê hukumeta Erdogan bi ser neket û nikare jî bi ser
bikeve, çimkî bîr û baweriya wê di pirsa çareserkirina Kurd, mafê
mirovan û demokirasiyê de ji ya leşkeran zêde ne cida ye. Lê
Erdogan êdî çi jî bike nikare xwe ji xişm û xezeba generalan jî
xelas bike, ew mecbûre bi gotina wan bike, çimkî Erdogan jî bi destûra
generalan hate ser text. Erdogan ne duriste, ji bo ku li ser text bimîne,
loma bi çar destan demokirasiyê hemêz dike, lê xwedî dertê. Min berê
çend caran li ser gotin û kirinên Erdogan di derbarên Kurdan de şîrove
kiribû. Erdogan her carê li ser Kurdan gotineke din digot û 180 derece
qilopanî dida. Tew Erdogan wisa ziman dirêjiyê dike, ku di hevpeyvîneke
di gel rojnama Havadîs de li Beyrûtê dibêje, ku heger li Arjantînê jî
Kurdistan çê bibe dê herin li wê derê jî Kurdistanê xirab bikin. Meşa
Tirkan ya Enqerê, Stenbolê û derên din
Heger
mirov qiyasekê di navbera rejimên dinyayê û ya Tirkan, rejima Kemalîzimê
bike, dê bibîne ku rejimên dinyayê hemû jî ji ya Kemalîzimê pêşdatirin.
Rejima Kemalîzimê rejimeke rizyayî ye, rejima Kemalîzimê li ser
derewan ava bûye, loma generalên Tirk naxwazin derewên wan derên
meydanê û ew ji ser text bêne xwarê. Generalên Tirk heta niha çi çareser
kirine?, dê ji niha û pêve çi çareser bikin?. Generalên
Tirk hên tiştek ji guhertina pêvajoyê di cîhanê de û li
Rojhilata navîn fêhm nekirine û naxwazin jî fêhm bikin, çimkî nayê
hesabê wan, rant di destê wan de ye. Leşkerên Tirk xwedî Banke
ne, xwedî şîrket û holdîngên pir mezin in. Di dinyayê de
emsaleke wiha tine ye. General ditirsin ku dema selahiyeta wan kêm bibe
an jî ji dest here, dê wek Saddamîstan di dawiya dawîn de tût û rût
li meydanê bimînin. Lê general bixwezin nexwezin, çi jî bikin dema
şerê sar derbas bûye, qediyaye û dê generalên Tirk jî wek
Saddamîstan di nava lehiya pêvajoya nû de bixeniqin. Niha leşker
bi muxtira xwe bi mîlyonan alîgir ji xwe re berhev kirin. Heger Erdogan
û partiya wî durist bana û bi Kurdan re îtifaq çêbikirana, dê min
û dinya-alemê bidîta çend mîlyon derdiketin meydanan. Helwesta
dewletên Ewropa û DYA
Hêjayî
gotinê ye ku em li ser goya Partiya Sosyal-Demokirat, raste ku mirov bibêje
partiya nijadperest CHP û serokê wê Deniz Baykal bisekinin. Rojnama Îngilîz
Financial Times li ser serokê CHPê Deniz Baykal dibêje, ew bazirganê
tofanê ye, ku ev 15 sale ti alternatîvek rayê nedaye. Deniz Baykal û
grûpa wî li defika generalan dixin. Deniz Baykal kariyera xwe heta roja
îro li ser bazirganiyê ava kiriye û neyarê Kurdan û demokirasiyê yê
sondxwarî ye. Baykal telalê tofanê ye, ba bi kîjan alî de li ba bibe,
ew jî wêda dihere. Helwesta
Orhan Pamuk li ser meşa Enqerê û Stenbolê Orhan
Pamuk ji bo semîneran bide hate Almanya û di hevpeyvînekê de ligel
rojnama Frankfurter Allgemeine Zeitung di 02.05.2007an de li ser meşa
Tirkan ya li Enqerê û Stenbolê kêfxweşiya xwe tîne ziman û hêvî
dike ku meşên wiha nijandperest li Tirkiyê berdewam bibin. Wek tê
zanîn yê ku di despêkê de kêfxweşiya xwe ji bo Xelatwergirtina Ez
sedî sed di wê baweriyê de me dê Kurdan te li başûrê welatê me
li ser destan bigirtana û di nava gul û baxçan de xwedî bikirana. Dê
ti kesî nikariba ji sola Te re bibêje xware. Lê mixabin Te rêya
Kemalîst û nijandperestan ji xwe re hilbijart.
|
||