| Parlamena
Tirk Bi Civîna
Ne Vekirî
Dixweze Çi Bike?
|
|
...Lê gelê Kurd ne amade ye bibe koleyê xelkê jî. Gelê Kurd ne amade ye ku mal û milkê xwe bi dagîrkeran re parve bike..... |
|
FÛAD SÎPAN (AKPINAR) fuadsipan@yahoo.de27.01.2007 xelkedondurma.com
|
|
Kurdistaniyên
hêja!
Özdem
Sanberk behsa tişteke nû dike û dibêje, ku di pirsgirêka Kerkûkê
de hên hemû riyên dîplomatîk nehatine xetimandin û behsa planeke nû
dike, ku Tirk dikarin bi Siûdî Erebistan, Misir, Urdin û Îsraîl re
rê li ber Kurdistana Azad bigirin. Özden Samberk sedemên wan jî rêz
dike ku ev dewletana hemû jî li dijî referandûma Kerkûkê ne û
naxwazin ku Kurd bi bajarê Kerkûkê hêza xwe xurt bike. Çavkanî
rojnama Zaman Tirk dixwazin çi bikin bila bikin, va ye di 24.01.2007an de civîna parlamena Kurdistana Azad jî pêk hat û gelê Kurd bi îradeya xwe niyeta xwe ya durist jî, helwesta xwe jî bi awayekî vekirî ji raya giştî re aşkere kir. Gelê Kurd aştî dixwaze. Çavê gelê Kurd li mal, erd û milkê ti kesî nîne. Lê gelê Kurd ne amade ye bibe koleyê xelkê jî. Gelê Kurd ne amade ye ku mal û milkê xwe bi dagîrkeran re parve bike. Yên êrişî Kurdistana Azad bikin, dê wenda bikin. Heger wêrektiya Tirkan heye bila wê şaşiyê bikin. Emê wê hingê bibînin ku dinya ji Tirkan re çend koşe û quncik e.
|