Mehmet Ağar

 

...Mehmet Agar qesas û qatilê bi deh hezaran welatparêz û pêşengên(elîtên) Kurd e....

 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

23.11.2006

xelkedondurma.com

 

 

Kurdistaniyên hêja!

Di van demên dawîn de serokê DYPê Mehmet Agar di her firsend û derfetê de bi daxuyaniyan xwe wek mirovekî demokrat, mafparêz û hema hema maye ku xwe wek Kurd-parêz jî îlan bike. Beriya ku ez niyeta wî şîrove bikim, divêt em dijminahiya wî ya li hemberî gelê Kurd ji nêzîk ve nas bikin:

Mehmet Agar di sala 1951an de bûye û ew bi eslê xwe Kurdê Xerpûtê (Elazîzê) ye. Ew dijminê Kurdan yê sondxwarî ye. Stêrka Mehmet Agar bi taybetî di sala 1993an de bi Tansu Çiler re destpêkir. Çimkî wê hingê pêwistiya Tansu Çiler bi mafya û qatîlekî wek Mehmet Agar hebû. Armanca leşkeriya Tirk ew bû ku bi destê Tansu Çiler, Tansu Çiler jî bi destê Mehmet Agar doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bitemirîne. Loma serleşkerî û Tansu Çiler bi zanetî Mehmet Agar ji vî karê qirêc re hilbijartin. Ji pirsgirêka bûyera Susurlugê bigire heta hemû mirovên wek Abdullah Çatli, ku bi navê dewleta kûr-nehênî bi metodên mafya kar kirine û komkujî li dijî welatperwerên Kurd bi kar anîne hevalên Mehmet Agar in û di bin emirê Mehmet Agar de kar kirine, Kurd qetil kirine.

Di salên 90î de plan û amadekariya ji holêrakirina 15 hezar kesî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi destê Mehemet Agar ve hatiye avêtin.

Mehmet Agar qesas û qatilê bi deh hezaran welatparêz û pêşengên(elîtên) Kurd e. Mehmet Agar xerabiya herî xerab bi Kurdan re kiriye. Destê wî bi kirêt e û dîroka wî tarî ye. Îmza wî bi taybetî di bin 15 hezar welatperwerên Kurd yên bi navê faîlên wan ne diyer e de heye.

Hêsabên Mehmet Agar li ser hilbijartinan e. Lê bila Mehmet Agar qet kedera neke, gelê Kurd wî baş nas dike û dê durûtî û sextekariya wî di qirika wî de bihêle.

Hêja ye ku di malpera www.netkurd.net de gotara birêz Gernas Amedî jî li ser Mehmet Agar bêye xwendin. http://www.netkurd.com/nivisar.asp?yazid=122&id=1000

 

Bigire