KOMPLO
(1998-2004)
fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
15.02.2004
Sedem û biryara betalkirina lîsansa weşana Medya TV û reşkirina
ekranên malên Kurdan çi dibe bila bibe, ez vê bûyerê bi nefret şermezar
û mehkûm dikim. Her çiqas ez/em ji hin bernamên Medya TV aciz bin jî, ev
nayê wê wateyê, ku mirov bi reşkirina televîzyona Medya TV şa bibe.
Çumkî Medya TV bi zimanê me yê şêrîn û delal, ku bav û kalên me bi
hezar salan e di bin ewqas zilm û zorê de heta roja îro anîne, diaxivî. Û
Med TV û Medya TV cara yekem bû di dîrokê de bi awayekî eşkere derewên
dijminên Kurdan li nav çavên wan dan û daye xuyan kirin, ku zimanê me çiqas
dewlemend e. Betalkirina lîsansa weşana Medya TV jî dîsa baş rayê
me dide, ku Ewropî di pirsa Kurdan de berjewendiyên xwe di ser her tişî
re digirin. Lê yên netewa xwe û berjewendiyên xwe nizanin û an jî nikarin
baş biparêzin Kurdên Bakur, yên xwe di nava siyaseta PKKê de
fetisandine ne.
Hingiya Abdullah Öcalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û bi rencîdekirina
Kurdan hate teslîmkirin, ji wê demê vir de, çapemeniya PKK/KADEK û an jî
KGK her roj qala koployê dike û heta niha bi dehan û sedan senaryo li ser nivîsîne.
Lê tiştekî pir eşkere heye, ku ew naxwazin vî bibînin. Çumkî
hefsar ji zû de di destê Kurda de nîne, loma Apocî bi zanehî (yên bi
desthilat kêm zêde 20 kes in) hemû siyaseta Bakur anîne di şexsê
Abdullah Öcalan de xeniqandine û naxwazin, ku derfet peyda bibe, gelê Kurd
rastiyê bibîne.
Ev rastî jî ew e, ku lingê koployê yê yek jî Abdullah Öacalan bi xwe ye.
Belê Abdullah Öcalan li dijî gelê Kurd di nav komployê de ye. Çumkî ger
ew di nav koployê de neba ewê;
1. Dema ji Sûriyê derket, dê nehata Ewropayê, dê biçûya serê çiyan cem
gerîla. Çumkî wî bi destê hin kesan li Ewropa teror kiribû.
2. Dema çû Yûnanistan, Rûsya û Îtalya, dê li Îtalya bima û ji wê derê
derneketa.
3. Dema ji Îtalya derket û dîsa çû Yûnanîstan û ji wê derê jî
revandin Kênyayê û paşê bi destê zorê hate teslîm kirin, dê rola
xwe di zîndanên Tirkan de bilîsta.
4. Dema nikaribû di zîndan û dadigehên Tirkan de rola xwe bilîze, diviyabû
destê xwe ji siyaseta Kurdan bikişanda.
5. Dema nikarîbû van xalên li jorê bîne cih, divet nehata lîstikên serleşkeriya
Tirkan û Kemalîzim neparêsta.
Belê Medya TV jî ji sibê heta êvarê propoganda vî mirovî dike, loma ket vî
halî. Medya TV bûye qurbana siyaseta kêmaqilan. Kurdên li pê Abdullah Öcalan
diçin, ew xwe ji bo wî biqelişînin jî, Abdulah Öcalan li ber çavê cîhanê,
cudahiya wî, ji Misto Kemalê bê bav, Saddam Husên, Hîtler, Mosolînî û dîktatorên
din nîne. Yan Apocî vê rastiyê dibînin û yan jî ewê têk herin. Û Ji
Abdullah Öcalan re azadî têye xwestin, ger ew îro ji zîndanên dijminan derê,
dê bi hemû quweta xwe ji Tirkan, ji Kemalîzimê re kar bike û tevgera Kurd
û Kurdistanê tar û mar bike.