| Kerê Me Çû Seferê, Hat Ji Seferê, Dîsa Kerê Berê |
|
...Receb Tayîp Erdogan niha serokwezîr e û xwe ji bo serokkomariyê amade dike. Ew çi dibe bila bibe, dê ji bo Kurdan her dem wek kerê berê bimîne....
|
|
FÛAD SÎPAN (AKPINAR) fuadsipan@yahoo.de20.12.2006 xelkedondurma.com |
| Kurdistaniyên
hêja!,
Sernûçeya vê gotarê ji gotinên pêşiyên
me ye. Ev gotin li ser axaftina serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan
e, ku wî li New Yorkê dîsa mafê Kurdan daye bin lingê xwe û di
pelixîne. Wek tê zanîn, hingiya Erdogan bûye serokwezîrê Tirkan bi
taybetî di pirsgirêka çareserkirina Kurdî de potan li ser potan
diqirçîne. Gotinek me dîsa heye û dibêjin, "ma bêarî bi
peran e? Mirovek bêar be jixwe bêar e." Belê ev jî tifaqa
Erdogan e. Ji mirovên wek wî re bêar tê gotin. Çimkî du gotinên
wî hevdu nagirin. Ji bo wî geh Kurd hene, geh tine ne, geh Kurd
birayên wî ne, geh Kurd dijminên wî ne û heger ji destê wî were,
dê nehêle li Arjantînê jî Kurdistaneke serxwibixwe ava bibe. Rojnamegerek
li New Yorkê ji Erdogan dipirse, "mafê ku hûn ji Tirkên
Qibrisê re dixwezin, hûn amade ne ku eynî mafan bidin Kurdan jî?"
Li ser vê pirsê Erdogan wiha bersivê dide:
Mafê Kurdan nîne ku li Tirkiyê daxwaza pirsgirêka mafên xwe bikin. Ji 50 zêdetir hemwelatiyên me yên Kurd endamên parlamenoyê ne. Û filan û bêvan. Belê niha pirs ev e, li wî welatê ku serleşker kirîmînel û terorîst be, serokwezîr derewçîn û şovenîst be, mirov çi dikare bi rêya Aştiyê ji wî welatî bixwaze? Niha ew 50 kesên ku Erdogan behsa wan dike ku goya eslê wan Kurd in û endamên parlamenê ne, çi ji Kurdan re dikin? Ew parlamenterên ku nikarin bi awayek wêrektî, bi mêr û mêrxasî pirsgirêka gelê xwe bînin ziman, hejmara wan çi dibe bila bibe, ji bo Kurdan bi 50 qurişî jî nakin. Receb Tayîp Erdogan niha serokwezîr e û xwe ji bo serokkomariyê amade dike. Ew çi dibe bila bibe, dê ji bo Kurdan her dem wek kerê berê bimîne
|