| Kenan Evren Agir û Alav Xistiye Bin Potê Tirkan |
|
...Lê wisa tê xuya kirin ku Tirk êdî nikarin xwe ji prosesa guhertinê xelas bikin.....
|
fuadsipan@yahoo.de 09.03.2007 xelkedondurma.com
|
|
Kurdistaniyên hêja!
Kenan Evren bi van gotinan xezebeke wisa aniye serê Tirkan ku niha agir û alav ketiye bin pot û çengê Tirkan, ew li ser gotinên Kenan Evren, êrişî wî jî dikin û wî bi îxanetiya li dijî Tirkiyê îlan dikin. Li ser gotinên Kenan Evren sawciyên Tirkan ji niha de tehqîqat li dijî wî vekir. Kê bawer dikir ku faşît û celadekî wek Kenan Evren rojekê wiha bifikire? Lê wisa tê xuya kirin ku Tirk êdî nikarin xwe ji prosesa guhertinê xelas bikin. Tirkan welatên xelkê bi destê zorê ji wan stendiye, welatekî li ser tirs, xof û derewan ava kirine û di ser de jî dixwezin dinya-alemê bikin şirîgên derewên xwe. Dem û dewran niha li Tirkiyê paşopê bûye. Faşîstekî wek Kenan Evren dibêje, divêt Tirkiye bê guhertin û li aliyê din jî qaşo demokratekî wek Mehmet Alî Bîrand jî li ser gotinên serokê Kurdistanê di gel televîzyona Tirkan NTV de yawebêjiyê (safsata) dike û dibêje divêt Barzanî jî hestiyariyên 70 mîlyon Tirkî li ber çavan bigire. Mehmet Alî Bîrand bêedebiya herî mezin li hemberî gelê Kurd dike û hemû Kurdên Bakur wek Tirk dibîne. Tirk wisa pijyayî ne ku naxwazin û nahêlin, mudaxelê xelkê dikin ku çima ew gotina Kurdistanê bi kar tînin. Li ser axaftina wezîra derve ya DYA Condoleezza Rice di komîta senatora Amerîka de, çima wê gotiye Kurdistan, niha Tirk qiyametê radikin ser piyan. Tirk xwe ji depresyona li dijî Kurd û Kurdistanê xelas nakin û di ser de jî roj bi roj kîna xwe li dijî Kurdan vedirişînin. Ji me jî êdî gotin ji Tirkan re namîne ku bibêjin. Tenê dibêjim, Tirkino wisa berdewam bikin ku heta hûn mala xwe xerab bikin û dawiya xwe bînin.
|