ÎŞKENCE
„BEROŞ! TU JI MIN RE DIBÊJÎ:
BINÊ TE REŞ E, LÊ YÊ TE JI YÊ MIN REŞTIR E”
FUAD
SÎPAN (AKPINAR)
akpinar@t-online.de
Almanya, 10.05.2004
Bi rojan e, ku di çapemeniya cihanê de li ser îşkenceyên ji aliyê leşkerên
Amerîka ve li dijî Iraqiyan hatine kirin, têye sekinandin.
Bi taybetî jî dewletên dîktator yên Ereb, Îran û dewleta Tirk, ku bi
salan e di pirsa îşkencê de sûcdar in, ti sînoran nas nakin û îşkence
li cem wan her roj di jiyanê de ye, qîyametan radikin ser piyan û goya ew ji
mafên mirovan re pir rêzdar in?.
Bêguman sekinandina li ser îşkenceyan û li dijderketin û şermezarkirina
îşkenceyan di cih de ye û ti gotina me jêre nîne. Çumkî îşkence
û lêdan sûcên li dijî mirovatiyê ne, ji kîjan alî de dibe bila bibe, sûcekî
pir mezin e û mirovatî vî qebûl nake. Ewên îşkenceyan li mirovan
dikin hov in. Loma sedem çi dibe bila bibe, îşkencekirin ti carî nayê
parastin.
Lê belê ne ji mafê wan dewlet û kesan e, ewên ku bixwe mafên mirovan didin
bin lingan û di pelixînin, rabin werin û xwe wek parêzvanên mafên mirovan
bidin xuyakirin. Mirovatî vê durûtiya wan bi ti awayî napejirîne.
Lê van dewletên melayan û şêxên derewkar, û dewleta devrûta Tirk, ne
ku bixwe ji mafên mirovan re pir rêzdar in û ji ber vê yekê van rexneya
dikin. Nexêr, tenê ji bo wê yekê ye, ku ew li dijî siyaseta Amerîkayê ne
û loma ew li dijî van îşkenceyên ku li Iraqê ji aliyê eskerên Amerîka
ve hatine kirin derdikevin. Çumkî ew dizanin, ger îstîqrarî li Iraqê çêbibe,
wê hîngê dor dê were wan û selteneta wan jî dûr yan nêzîk dê ji holê
rabe. Tirsa wan ya herî mezin jî bixwe ev e.
Ger ev dewletên dîktator ewqas mirovhiz û mafparêz in, çima ewqas zilm û
zorê li gelên din û li gelên xwe dikin?. Û çima îşkencekirin ji
bingeha siyaseta dewletên wan e?
Ger pîvan û qiyasek di cîhanê de li ser îşkence û hovîtiyê bêye
çêkirin, dewletên Ereb, dewleta Îranê û dewleta Tirk – evên kevneperest
û paºverû – dê rêza yekemîn nedin ti kesî.
Qaşo musilman hemû biran e û li ser musilmanan xerabiyan nakin?; dema
dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe serhildanên Kurdistanê, ªêx Saîd, Agirî,
Geliyê Zîlan, Dersim û serhildanên din bi destê zorê û bi qirkirina
sedhezaran ji Kurdan û rakirina bajar û gundên Kurdistanê pêk dianî, dema
Xumeyniyê zordar bi hezaran gundên Rojhilatê Kurdistanê xerab dikirin û bi
hezaran Kurdên belengaz ji holê radikirin, dema ku Sadamê hov Helepçe bi
bombeyên jehrê yên Almanan bombebaran dikir û dema di enfalan de bi
sedhezaran Kurd dihatin qirkirin, wê hingê birayên me yên musilman? Li kîderê
bûn û çima ji bo mafên mirovan dengê xwe nedikirin?. Û ev demeke ne dûr
e, ku rejîma Assad bi lekan Kurd li Qamîşlo û derên din li Rojavayê
Kurdistanê bi awayekî bêperwa û hovane kuºtin, heya niha jî bi hezaran
Kurd di zîndanê tarî de ne û her rojê çend kes di bin îşkenceyê de
têne kuştin. Çima ti kes ji wan li dij dernakeve û dengê xwe bilind
nake?.
Heya niha kîjan dewletê ji van, ji bo tewanbariyên xwe ji xelkê lêborîna
xwe xwestine? Em dest ji lêborînê jî berdin!, Kîjanê ji wan tewanbariyên
xwe qebûlkirine?
Komkujiya Ermeniyan di cîhanê de bi awayek îlmî jî hatiye tespît kirin, lê
dewleta Tirk hên jî li ber xwe dide û naxweze navên Ermeniyan bide ser zimanê
xwe. Komkujiya Ermeniyan bi gelek parlamentoyên cîhanê de jî hatiye qebûlkirin,
lê Tirk dema dibihîsin guhên xwe jêre digirin.
Her kes dikare li ser pirsa mafên mirovan bisekine û rexneyê xwe bêje. Lê
mafê dewletên Rojhilata Navîn yên dîktator û saziyên wan yên kevneperest
û paşverû nîne, ku qala mafên mirovan bikin û rexneyan jî lê bigirin.
Lê gelo Ewropiyên durû heta niha di pirsa mafên mirovan de li ser van dewletên
dîktator çi kirine?. Ew jî wek Amerîka dîktatorên Rojhilata Navîn xwedî
dikin û bi hemû îmkanên xwe çek û sîlahan didin wan, ku bila ew diha zêde
li ser gelan xerabiyan bikin.
Hevalên Sadam Husêyîn, serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder, wezîrê
derve Joschka Fischer, serokê Rûsyayê Viladimir Putin û serokkomarê Firensa
Jacques Chirac li dijî şerê bi Sadam re derdiketin û bi ti awayî
nedixwestin, bila Sadam ji holê rabe, da ku ew jî ji Sadam îhalan bigirin. Ê
baº e, ger Sadam ji holê ranebûya û neketa çopa cîhanê, dê niha li Iraqê
çi bikira?, Bêguman dê li mîlyonan Iraqî û Kurdan hên jî îşkence
bikira!.
Em jê hez bikin an nekin, divêt em tiştkî qebûl bikin, ew jî ev e, ku
Amerîka dîsa dersa demokrasiyê û camêrtiyê baº rayê cîhanê da, ku ew
welatekî demokrat e; serokê dewletê George W. Bush derket û got, ew ji
Iraqiyên ku îşkence lê hatiye kirin lêborîna xwe dixweze. Û di pêre
jî wezîrê parastinê Donald Rumsfeld di komîsyona Kongrê de got, ku ew ji
bo îşkenceyên li Iraqiyan hatiye kirin lêborînê dixweze û vî sûcî
qebûl dike.
Dewlet, serokên dewletan, yan jî berpirsiyarên dewletan û kesên
desthilatdar û hwd. dema sûc dikin, divêt sûcên xwe jî qebûl bikin. Amerîka
sûcê xwe qebûl kir û der mafê kesên îşkence kirine de tahkîkat
vekiriye.
Dîktatorên Rojhilata Navîn hemû bi saya Amerîka û Ewropiyan derketine holê.
Heta Amerîka û Ewropî bêjin, ”berjewendiyên me di ser her tiştî re
ne” û aletên îºkenceyan bidin wan, dîktator jî dê bimînin û her dem
bibin bela serê wan jî.
Gotineke Tirkan heye, dibêjin ”Beroş! Tu ji min re dibêjî: Binê te reş
e, lê yê te ji yê min reºtir e” (Tencere dibin kara, seninki benden kara).
Ev gotin layîqî her dewlet û kesên durû ye.