|
Kurdistana Azad Ji Kurdan Re Çiqas
Azade? |
|||
|
26.04.2008,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
|||
| Divêt hukumeta Kurdistanê lêborîna xwe ji hozan Aydin û hozan Dîno bixweze | |||
|
|
|||
|
FÛAD
SÎPAN (AKPINAR) |
|||
|
Hozan Aydin û
hozan Dîno di 1-ê Nîsanê 2008-an de ji Almanya bajarê Frankfurt bi
balafirê difirin Kurdistana Azad bajarê Hewlêrê, ku li Başûr hin
Konsertan bidin. Ez di çapemeniyê
de pê hesiyam, ku berpirsiyarên balafirxana Hewlêrê ew herdu hozanên
Kurd ji Bakurê Kurdistanê di heman rojê de bêyî ku sedemeke bi konkirêt
nîşan bidin bi zorê li balafirê dikin û şûnde vedigerînin
Almanya. Min li ser vê bûyerê bi hozan Aydin û hozan Dîno re bi rêya telefonê pêwendî çêkir û di derbarê pirsgirêkê de nêrînên wan herdu hozanan girt. Beriya ku ez pirsgirêkê şîrove bikim, hêjaye em wan herdu camêran guhdarî bikin. |
|||
|
|
Hozan Aydin û hozan Dîno di 1-ê Nîsanê 2008-an de ji Almanya bajarê Frankfurt bi balafirê difirin Kurdistana Azad bajarê Hewlêrê, ku li Başûr hin Konsertan bidin. |
|
Hozan Aydin di 05.04.2008-an de bi rêya telefonê got “Em bi hestên Neteweyetî, bi kêf û coşeke mezin çûne Kurdistana Azad, ku li wê derê konsertan bidin. Min bi rê de ji hevalên xwe re got, ezê li balafirgehê erdê Kurdistana Azad maç bikim. Hevalên min jî ji min re gotin dema em ji balafirgehê derketin tu erdê maç bike. Em ketin hundurê balafirgehê, mirovekî li pasaportê me nihêrî û bi me re wek ku me sûcek kiribe eleqeder bû. Tişta pir zora min dihere ku wan em dane ber dîwaran û wênên [resmên] me kişandin û em bi zorê xistin hundurê teyarê. Pîlotê teyarê jî ev bûyer dît, hate midaxele kir û bi wan re hêrs bû. Ji me re hate gotin ku ew kesê wisa bi xerabî li hemberî me tevgeriya mudirê balafirgehê ye. Ev bûyera bandoreke wisa xerab li ser min hîşt, di mêjûyê min de rûnişt, ez heya sax bim dê ji bîra nekim.” |
|
Li
ser pirsa ku gelo berpirsiyarê balafirxanê çima wisa li dijî we
tevgeriya? Hozan Aydin wiha bersiv da û got “Ez bawerim ev helwesteke
siyasiye. Dibe ku Tirkan serokwezîrê Kurdistana Azad Nêçîrvan Barzanî
vexwendibin Tirkiyê, loma wan em vegerandin Almanya” Hozan
Aydin herwisa berdewam kir, pêde çû û got ”Niha mafê me ye ku
bizanibin sedem çiye û çima wan em bi vî şiklî vegerandin û nehîştin
ku em derbasî Kurdistana Azad bibin” Hozan
Dîno jî di 08.04.2008-an de bi rêya telefonê di derbarê mijarê de wiha
got, “Em ji Franfurtê bi şerîka Almanî li teyarê siyarbûn. Ev
şerîka www.hamburg-international.de bû û em çûne Kurdistanê, Hewlêrê
li balafirgehê peya bûn. Bi rastî em gellek kêfxweşbûn, em bi
şox û şeng bûn. Me pasaportên xwe hemû komkirin û dane ser
hevdu, me got bila hevalê Aydin ji kerema xwe pasaportên me bide Polêsê
kontirolê. Yekî li pasaporta me nihêr û pirsî, got hûn Bakurîne? Me jî
got erê. Ewî mirovî got, ji kerema xwe li vê koşê hinekî rawestin.
Me jî got belê. Ji wê derê yek derket çû, em jî qedera 10-15 deqan
sekinîn. Paşê mirovek hat gazî me kir û em berbi VIPê birin. Em jî
şabûn, me got çiqas baş bû em neketin kontirolê. Waye me di
VIPê re derbas dikin. Lê me nizanîbû, ku ew dixwezin me di VIPê re
careke din vegerînin aliyê wiyalî, ku me şûnde vegerînin. Dema em
di wir re derbas bûn mirovên ewlekariyê hatine cem min û pirsîn, gotin
kek Dîno tu dikî li kîderê Konserta bidî, tu dikî strana xwe ya bi navê
‘Gula dilê min qetandî’ bibêjî û hin jî henek dikir. Em hinekî
axivîn û ez bi wê bûyerê gellek kêfxweş bûm. Vê helwestê
bandoreke gellek erênî li ser me çê kir û bi rastî me jî digot waye
gelê me jî me dişopîne, stranên me guhdarî dikin. Em bi wê
helwestê bi awayekî manewî bi ser xwe de hatin. Lê dema ku me nihêrî
ji me re gotin, ji kerema xwe valêzên xwe daynin ser bandê, min jî got
çima em valêzên xwe daynin ser bandê? Min bi zaravayê soranî pirsî,
ez hinekî soranî fahm dikim û diaxivim jî. Ewan jî got divêt hûn
şûnde vegerin û min jî pirsî û got çima, sedem çiye em şûnde
vegerin? Di wê navberê de hate bîra min ku ew roj 1-ê Nîsanê bû, min
bawer kir ku ew henekên xwe bi me dikin. Min pirsî ku ew bi me henekên
xwe dikin? Wan got na, na ne heneke, lazime hûn biçin. Ez wisa matmayî
mam. Min got eva tiştekî ne wisa asan e ku hûn me şûnde vegerînin.
Pêwiste em bi kesekî berpirsiyar re biaxivin. Hûn gor kêfa xwe nikarin
me vegerînin. Heger di pasaportên me de kêmasî hebe, an jî li gor
biryarên gumrika sînor kêmasiyeke me hebe, em amadene li ser biaxivin, an
jî bila kesek li ser pirsgirêkê me agahdar bike, bila ji me re tiştekî
bibêjin ku em jî mafê xwe biparêzin, an jî midafa xwe bikin. Ji me re
gotin deqekî bisekinin, çûn gazî yekî kirin û ji me re gotin ev mirova
mudirê balafirgehê ye û navê wî jî ‘Rêzan’ e. Ez niha baş
nizanim lê bawerim navê wî bi herfa ‘R’ destpê dikir. Ew mirova bi
bejna xwe mirovekî kinik bû û cilên xweşik yên moderin li xwe
kiribû. Wî mirovî bi nêrîneke nexweş, neşirîn û bi bêhurmetî
ji me re got ku ew pêwist nabîne ku înformasyon bide me, lazime em biçin.
Min jî got baş e emê biçin, lê berî her tiştî vira welatê
me ye, ya duwemîn em hûnermendên vî gelî ne, ya sêwemîn jî ger tûrîstek
be jî mafê wî heye bê, li gor kirîterên tûrîstan hûn bibêjin çiyê
me kême, emê jî bibêjin. Ewî mirovî got na ew hewce nabîne sedemê nîşan
bikim. Paşê mirovên ewlekariyê hatin û bi destan em tehfkirin, em
ber bi balafirê ve birin. Lê berya ku me ber bi balafirê ve bibin, pişta
me dane dîwêr û wênên me, yên çavên me wek Tirkan, ku me sûcek
kiribe kişandin. Ev bûyera wek ku bi kesayetiyan me re bilîzin li
hemberî me kirin. Dema em birin nêzîkî balafirê, nêzîkî derencan bûn,
me jî li ber xwe da ku sedema vegerandina xwe bizanibin. Mirovên ewlekariyê
jî ji me re gotin heger em li tiyarê siyar nebin, dê me bi zorê lê
siwar bikin. Me ji wan re got, wiha bê hurmetî nabe. Di wê navberê de pîlotê
teyarê em dîtin û hate jêrê, bi zimanê almanî got ‘nein, nein’
hin tişt ji wan mirovên ewlekariyê re got, pêçiya xwe ji wan re li
ba kir. Hevalekî bi almanî ji me re wergerî kir. Ewî Pîlotî ji mirovên
ewlekariyê re gotiye, ku ew nikarin me bi zorê bixin balafirê. Pîlot ji
me re got ‘hûn dixwezin em wan rêwiyan daxin jêrê, bila protesto bikin’
li ser vê mirovên ewlelkariyê jî ji pîlot re gotin ‘heger hûn tiştekî
wiha bikin, emê jî wan (Hozan Aydin û hozan Dîno) bigirin biavêjin
hundir zîndanê. Heya bernamên wan xelas jî bibe emê wan ji zîndanê
bernedin. Li ser wê me nihêrî ku xêra wê nemaye. Em li welatê xwe çalakiyan
jî bikin, tama wê ji me re nemabû. Ne ku em ji wan tirsiyan, ne ji bo lêdanê,
bila em şaş neyên fahmkirin, me ji destê dijmin gelek lêdan
xwariye, lê mirov di welatê xwe yê azad de ci bile sebeb sîlekî jî
bixwe zora mirovan diçe. Ji bo min pir bi mantiqî nehat ku em li wê derê
li berxwe bidin, loma min ji Aydîn re jî goz, lazime em biçin. Ti wateya
ku me bida vê helwesta berpirsiyarên balafirxanê tine bû. Li vî welatê
ku tûrîst dikarin werin, MIT û îtên Tirkan tê de cirîtan biavêjin,
ew nahêlin em têkevin vira. Loma êdî ji me re mane têde nemabû, ku em
li wê derê bimînin. Ez dikarim tenê wek hûnermendekî bibêjim, hestên
min jî pir tevlihev bûbûn. Tişta herî girîng û herî xerab, ku ez
zêde di bin bandor de hîştim, dema ez vegeriyam Holanda, ereba min di
cihê Parka balafirgehê de bû. Ez çûm parkê, ku ereba xwe bînim.
Beriya ku ez herim erebê bînim, çûme perên parkê bidim. Ew mirovê ku
perên parkê ji min stand, ji min re bi zimanê holandî got ‘Tu bi xêr
hatî mala xwe’. Tevî ku ev xêrhatineke xweş bû, lê ez li ser vê
bûyerê pir nerihet bûm. Çimkî ji alîkî ve ez ji welatê xwe yê azad
bi zorê û bê sedem hatibûm derxistin û ji aliyê din ve jî yekî biyanî
ji min re dibêje ‘tu bi xêr hatî welatê xwe’. Ez jî nizanim ev ji
bo min çi îş û çi hest bû. Lê mixabin ev jî rastiya me ye. Di
vê navberê de min bi berpirsê wê şîrketa, ku difire Hewlêrê re pêwendî
çêkir ku pirsgirêkê ji Pîlot bipirsim. Bersiv ji berpirsiyarê şîrketa
balafiran ku ji Almanya difire Hewlêr Patrick Lutz hat. Ew bûyerê pişt
rast dikin, lê naxwazin li ser meselê biaxivin. (Nav, adrês û telefonên
wê şîrketa balafirgehê hûmû di dawiya vê gotarê de ne) Min
di 13.04.2008-an de ji hukumeta Kurdistanê re email şand, ku ew di
derbarê vê bûyerê de daxuyanî bidin, çima û ji bo çi sedemê wan
nexwestiye hozan Aydin û hozan Dîno derbasî Başûr bibin. Heya niha
bersiv nehatiye. Ji ber ku ji hukumeta Kurdistanê bersiv nehat, loma min ji
berpirsiyariya hukumeta Kurdistanê li Almanya, li Belinê bi rêya telefonê
pirsî, ka haya wan di derbarê mijarê de heye, yan na? Ew kesê ku ez pê
re axivîm Alexander Sternberg e. Ez wî ji zû de nas dikim. Ji ber ku
berpirsiyarê hukumeta Kurdistanê Dilşad Barzanî niha ne li cihê xwe
ye, Alexander Sternberg bixwe ji hukumeta Kurdistanê pirsî, lê heya niha
bersiv ji wan re jî nehatiye. Belê
Kurdistaniyên hêja! We
çîroka herdu hozanên ku bi dilekî germ, bi hestên Kurdewarî,
welatperwerî û bi hestên Neteweyî çûne Kurdistana Azad, ku li wê derê
konsertan bidin, li jor xwend û bihîst. Bê
guman tevî ku herdu hozan bi dengbêjiyna xwe ve, bi deng, stran û awazên
xwe ve di dilê bi mîlyonan Kurdan de text girtine, têne hezkirin û rêzeke
mezin ji bo wan tê girtin, lê di rastiyê de pirsgirêk ne tenê herdu
hozan in. Pirsgirêk hemû Kurdên ji perçên din û ji devreyî Kurdistanê
ne. Ew helwesta ne tenê ya berpirsiyarên balafirgeha Kurdistana Azad e. Em
bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de ne, ew helwest, helwesta hukumeta
Kurdistanê ye. Tiştên wiha pir hesasin, berpirsiyarekî balafirgehê
nikare bi serê xwe helwesteke wisa werbigire û mirovan ji Kurdistana Azad
biavêje. Helwesteke wisa bê sedem pêlîkirina, pelixandina mafê mirova
ye. Tiştên
wiha dilê mirovan diêşînin, dest û lingên mirovan li ser
Kurdistana Azad sar dike. Em dest ji heq û huqûqa mirovan berdin. Bêrêziyeke
wisa bê sedem di olan de, bi taybet di ola Îslamê de jî tine. Di ola îsalêmê
de behsa “Mêvan, mêvanê Xwedê ye” têye kirin. Heger em rastiya
civata Kurdî jî bidin ber bi çavan, emê tê de bibînin, ku helwesta
Kurdistana Azad bêrêziya herî mezin ne tenê li hemberî du hozanên Kurd
herwisa li dijî civata Kurd, li dijî qeyd, edet û toreya kurdî jî
kirine. Di civata Kurdî de tiştekî wisa tine ye, ku mêvan bi destê
zorê ji malan bêne derxistin, bêne avêtin. Mixabin
em di sedsala 21-an de dibin şahîdên bûyerên bi îbret û sosiretên
wiha, ku ne ji aliyê dijmin, ji aliyê Kurdan bi xwe ve tê kirin. Min berê
jî çend caran behsa qîmetên ku dewletên Rojava didin hemwelatiyên xwe
kiribû. Hêjaye em dîsa hinekî li ser vê mijarê bisekinin. Berî
her tiştî divêt bêye gotin, ku mezinbûna dewletan di qada
navneteweyî de bi hêjmara hemwelatiyên wan nayê pîvan, bi kalîta
hemwelatiyên wan tê pîvanidin. Lê ji aliyê din ve jî hemû welatên ku
qîmetê didin pîvanên mafê mirovan û demokirsiyê, qîmetê didin hemû
hemwelatiyên xwe. Dewlet di vir de napirse, nabêje, kî hemwelatiyê min yê
baş e, dê qîmetê bidimê, kî hemwelatiyê min yê ne baş e dê
qîmetê nedimê. Dewletên Rojava hiqîqetek demokiratîk jî di nava xwe
de ava kirine. Dema mirovek sûcekî bike, dadigeh di wê qeneatê de be, ku
ewî/wê sûc kiriye ceza didiyê. Dema wî kesî cezayê xwe xwar êdî bi
çavekî ne xerab li wî/wê nanêrin. Bê guman di mijara sûcdaran de
hinek awarte(îstîsna) jî hene. Wek mînak, kesên terorîst, pedofîl û
hwd. Lê mirov bi giştî dikare bibêje welatên Rojava, bi taybet
welatên Ewropa qîmeteke pir mezin didin hemwelatiyên xwe. Em li Ewropa
dibînin, dibihîsin, dema mirovekî wan li devra dikeve tengasiyê, ew
welatana hemî derfet û îmkanên xwe, çi madî, çi manewî û çi jî bi
rêya dîplomasiyê be seferber dikin. Bê
guman wan welatana wisa bi hêsanî xwe negihijandine vê rojê. Di dîrokê
de wan jî pir bedel dane. Heger em kironolojiya mafê mirovan bînin ber çavan,
dê bibînin ku Ewropiyan hê di sedsala 16-an de bingeha sazî û rêxistinên
mafên mirovan danîne. Di pê şoreşa Firansa de ew pîvanên
mirovatiyê bûne biryar û qanûn. Ji wê demê vir de êdî mafê mirovan
li hemû Ewropayê belav bûye û di zagonên bingehîn de cihê xwe
wergirtiye. Di pê şerê cîhanê yê duwemîn de di 26.06.1945-an de
li San Francisco li DYA bingeha Peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate
danîn. Di paragrafa yekê, şiqa sisiyan de behsa pîvan û qîmeta mafê
kesayetî, azadiya olan, azadiya zimanan û wekheviya jin û mêran dike, di
biryarê de tê gotin ku divêt ew dewletên endamin ji kesayetiya mirovan
re alîkariyê bikin, ji wan re rêz bigirin. Heger em ji zagona Almanya jî
mînakekî bidin, di paragrafa yekê de wiha tê gotin “Die würde des
Menschen ist unantastbar” (nabe tikes dest biavêje rûmeta mirov).
Ji wê pê ve îro di cîhanê de bi sedan peymanên Navneteweyî yên mafên
mirovan hene. Ji wan peymanan yek jî peymana lê xwedî derketina mafê
mirovan û hîmê azadiya kesayetiyê ya welatên Ewroya ye, ku di sala
1950-î de li Romayê hatiye îmazakirin. Wekî din meriv dikare ji nava wan
peyamanan, peymana Helsinki di sala 1975-an de mînak bide. Di wê peymanê
de jî behsa mafê mirovan, dadê(hiqûq), mafê raman û wijdanê, herwisa
behsa mafê olan tê kirin. Di encama van peymanan de îro di cîhanê de bi
hezaran sazî û rêxistinên mafê mirovan hene. Ji wan rêxistinên mafê
mirovan yên herî di cîhanê de bi cidî têne girtin û bi hêz in rêxistinên
wek Amnesty International, Human Rights Wach herwisa rêxistina, ku bi
Neteweyê Yekbûyî ve girêdayiye United Nations Human Rights Council e. Niha
di encamê de, di netîcê de em dibin şahîdên şaristaniya wan
welatan. Me jî dil dixwest ku Kurdistaneke ji mafê mirovan re rêz û
hurmetê digire ava bibe. Çimkî Kurdan ji destên dijminan pir kişandine.
Dema em dibîhîsin, ku îro desthilatiya Kurdistanê li ser xelkê Kurd
bixwe zilmê dike, dilê me diêşe. Wê hingê meriv dipirse, gelo çi
cidahiya di pirsa zilimkariyê de di navbera wan û neyaran de heye?
Em dikarin bi hêsanî bersiv bidin, ku zilimkar, zilimkar e, ti cidahî di
navbera zilimkariya Kurdan û dijminan de nîne. Baş
e, emê çawa bibin Netewe û dewlet? Ez
hema, hema kêm zêde nêrîn û ramanên nivîskarên cîhanê hemûyan, gişkan
di derbarê “Neteweyatiya Kurdan” de dizanim. Ji pêveyî çend awarte(îstîsna)
hemû nivîskarên cîhanê Kurdan wek gel, Netewe nas nakin. Sedem jî dibêjin,
Kurd di nava xwe de ne yekin, nêrîna Neteweyatiyê naparêzin, di çerçova
herêmatiyê de difikirin. Em dev ji perçên Kurdistanê yên din berdin.
Ka binêrin ev nêzîkî 17 sale, ku Kurd li perçekî azadin, lê hên jî
bi biryar û qanûnên dijminan xwe îdare dikin. Li hêsabên wan nayê wan
qanûnan biguherînin, çimkî wan li ser xelkê Kurdistanê ewqas xerabî
kirine, ew jî ji desthilatiya xwe ditirsin, ku desthilatî ji destê wan
here. Loma bi çar destan bi qanûnê Sadam de hilkişiyane, xwe pêde
şidandine, ku desthilatiya wan ji dest neçe. Ew mantiqa ku ji qanûnên
Sadam re li Kurdistana Azad kar bike, ew mantiq nikare ji mirovatiyê, ji înasanetiyê
re rêz û hurmetê bigire. Mantiqa desthilatiya Kurdistana Azad têkçûye,
îflas kiriye. Desthilatiya Kurdistanê li ser petrola xelkê Kurd mexel bûye,
di nav wê hebûn û dewlemendiya petrola Kurdistanê de mest bûye, mestbûna
wan ew gêj kirine, xistine nava depresyonan. Ji ber ku mantiq têkçûye, pîvanên
ehlaq û etîkê jî êdî li cem desthilatiya Kurdistanê nemaye. Hemû
hedefa desthilatiya Kurdistana Azad ew e, ku bi dijminan re peymanên
stratejîk çêbikin û wan jî bikin şirîkên xwe. Ev jî ji bo
Kurdan mantiqeke pir talûke ye û hebûna têkçûna vîziyon û îdealê
Kurdistana mezin ji holê radike. Nêrîneke wiha seqet, kor û topal
Kurdistaneke demokrat, şaristanî û medenî li Rojhilata Navîn têk
dibe. Mixabin
em êdî dibînin, ku heya xelkê Kurd li ser axa xwe li dijî dîktatorên
xwe serî ra nekin û wan di bin erdê re nekin, dê xelkê Kurd li ser xaka
xwe jî ne di jiyaneke azad de bijî. Min
ji kekê Aydin û kekê Dîno re got, divêt ew herdu jî ji wezareta
Almanya ya devre û wezareta Holanda ya devre re bi nameyekê gilî û gazinên
xwe bikin, ku ew wezaretan jî ji wezareta Iraqê ya derve pirs bike, ku
gelo li ser çi sedemî balafirgeha Hewlêrê ew bi destê zorê şûnde
vegerandine. Ev mafê wan yê rewa ye. Çimkî herdu jî ji welatên Ewropa
mafê pênaberiyê wergirtine û li Ewropa dijîn. Heger
Kurd ji niha de bi reaksiyonên xwe pêşî li tiştên wiha negirin,
dê kêfa wan berpirsiyaran were û dê di demên pêşde jî bi kêfa
dilê xwe tevbigerin. Dilê wan kê bixweze dê derbasî Kurdistana Azad
bikin, lê dilê wan kê nexweze dê ji Kurdistana Azad biavêjin. Divêt
reaksiyonên kekê Aydin û kekê Dîno ne tenê di çarçova daxuyanî û
çapemeniya Kurdî de bimîne. Niha Kurd bixwe çiqas jî bi reaksonan li
dijî helwesta desthilatdarên Kurdistana Azad derên, dê qet qîmeta wan
li cem desthilatdarên Kurdistana Azad tine be. Çimkî ew cewher û hûnera
pîvanên demokirasiyê, mafê miroven li cem wan tineye. Ew di çerçoveyeke
pir teng de difikirin. Lê heger yek nameyekê ji wezareta devre ya Almanya
an jî ji wezareta Holanda, ji wan re here dê dest û lingên wan bilerize.
Çikmî ew ji siberoja xwe ditirsin, ku navê wan jî di qada Navneteweyî
de wek dîktator derê. Hêviya me nîne, ku desthilatiya hukumeta Kurdistanê
di nava şevekê de bibe demokrat, lê ewê mecbûr bibin, ku hinekî
gavên xwe bi dîqet biavêjin. Em
lê xebitîn û me li jor gelek serê xwe êşand, ku dersa mafê
mirovan bidin hukumeta Kurdistana Azad û herwisa hemû desthilatdarên wan
yên giregir. Lê ji aliyê din ve gelo ew cewhera ku ew ji van tiştan
tê bigihîjin heye? Em hêvî dikin, ku ew xwe ji wê cehaletê xelas bikin
û hinekî guh bidin me. Dê ev silametiya wan jî be. Em dîsa hêvî dikin,
ku ew ne wek "wê meselê" çavên xwe û guhên xwe ji rastiyê
re bigirin. Heger ne wisa be, bila ew jî baş bizanibin, ku gelê Kurd
ne “bira pezê” wane. Heger ne îro be, yan sibê be, dê rojekê
bersiva wan bide. Divêt
hukumeta Kurdistanê lêborîna xwe ji hozan Aydin û hozan Dîno bixweze. Nav,
adrês û telefonên wê şîrketa ku balafirgeha wê ji Almanya, ji
Frankfurtê difire Hewlêrê-Erbîlê eve: Pressekontakt |
|||