Hilbijartin

DTP çiqas bi van mepûsên xwe şa bibe, ev ji bo Kurdan li Bakur serkeftin nîne. Kurdan bi deh hezaran qurban û şehîd dane. Divêt bedela ewqas şehîdan ne çend parlamenter bin.

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

24.07.2007, xelkedondurma.com

 
Min berê nivîsî û nêrîna min ew bû ku Kurd hilbijartinan boykot bikin. Çimkî ez bixwe êdî ti manê, ti watê têde nabînim ku Kurd bi sonda li ser şeref û namûsa Tirkan di parlamena Tirkan de siyasetê bi navê Tirkitiyê bikin.

 Hilbijartin

Çiqas pir kesan bawer nedikir ku hilbijartin di 22.07.2007an de çêbibe, (çimkî generalên Tirk bi sed hezaran leşkerên xwe birine ser sînorê Başûrê welatê me, her roj gundan bombebaran dikin û bi provokasyonan dixwezin şer derînin, êrişî Kurdistana azad bikin) di dawiya dawîn de hilbijartin çêbûn û partiya AKPê ji hilbijartinên berê xurtir derket, dîsa dikare bi serê xwe bibe desthilata sivîl.

Ne hêjaye ku mirov li ser muxtira generalan û meşên Tirkan yên faşîstane bisekine. Jixwe hêviya wan ji hilbijartinan ew bû ku di hilbijartinan de bi ser kevin. Lê hilbijartin ji wan re bû hezeyan.

Min berê nivîsî û nêrîna min ew bû ku Kurd hilbijartinan boykot bikin. Çimkî ez bixwe êdî ti manê, ti watê têde nabînim ku Kurd bi sonda li ser şeref û namûsa Tirkan di parlamena Tirkan de siyasetê bi navê Tirkitiyê bikin. Helwesta Tirkan li hemberî Kurdan eşkere ye û ez bawer nakim ku di demên pêş de bi çend parlamenterên DTPê helwesta Tirkan bêye guhertin.

Heger ew parlamenterên DTPê ne li gorî rê û rêbaza wan tevbigerin dê Tirk dîsa wek berê bi paskura wan bigirin û biavêjin zîndanê. Çimkî desthilatiya sivîl çiqas jî xurtbe dê generalên Tirk rê li pêşiya wan bigirin. Heger mirov siyaseta Tirkiyê baş analîz bike, kesekî wek Adnan Menderes di dîroka Tirkiyê de di hilbijartinan de ji sedî 50 prosentî berjortir deng negirtiye. Ji ber ku ew li dijî generalan bû û hevsarên generalan xiste bin destê siyaseta sivîl, di dawiya dawîn de bi canê xwe bedel da.

 

Bê guman dem û dewran pir hatine guhertin, lê rêya vê dem û dewranê di Tirkiyê re derbas nebûye. Hetanî gule di mêjûyê generalanên Tirk de neteqe, canê generalên Tirk neêşe û ew ji vê rewşa niha zerarê nebînin dê zilm û zordariya xwe berdewam bikin. Generalên Tirk kuştiyên leşkerên xwe, zarokên Tirkan û Kurdan ji xwe re wek qurban dibînin, ne talaşa wan e ku rojê çend zarokên Tirk têne kuştin.

 

DTP çiqas bi van mepûsên xwe şa bibe, ev ji bo Kurdan li Bakur serkeftin nîne. Kurdan bi deh hezaran qurban û şehîd dane. Divêt bedela ewqas şehîdan ne çend parlamenter bin. Divêt tevgera Kurd vê rastiyê bibîne ku ne partiya CHP û yên din deng wenda kirine, wan jî wenda kir, çimkî li Bakurê Kurdistanê ji sedî 50 dengan zêdetir ji partiya AKPê re çûn. Ez bixwe vê bûyerê ji bo Kurdan li Bakur wendabûn dibînim, ne serkevtin.

 

Bigire