|
Kurd / Êzîdî DIVÊT BERSIV BÊYE DAYÎN Û HESAB BÊYE STENDIN |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
FÛAD
SÎPAN (AKPINAR) |
|||
|
20.08.2007,
xelkedondurma.com |
|||
Heger hukumeta Kurdistanê bersiva vê bûyera nemirovane nede, dê baweriya xwe li hemberî xelkê Kurdistanê li her
çar perçên Kurdistanê wenda bike. Nabe ku xelk were li welatê min, li ser axa min, li mala min destê xwe li ba bike û bi sedan zarok, jin,
kal û pîrên min qirbike û ez jî bi daxuyaniyan bibêjim, wele ezê di salê de carekî wan bibîr bînim û yadîgariyeke sembolîk çê
bikim û bila xelkê min jî pê ker bibe.
|
Divêt bersiv bêye dayîn û hesab bêye stendin
Neyarên Kurdan bi kiryara terorîstî, bi komkujiyê di roja 14.08.2007an de dîsa şîn xistine mala Kurdan, nêzîkî 600 însanên bê sûc û guneh qetil kirin. Hedefa dijminan vê carê jî Kurdên Êzîdî bûn. Hingiya şer li Iraqê heye ji bilî bûyereke li Bexdayê ku hezar şiî ji tirsa terorîstan li ser pirê hevdû pelixandin tevkujiyeke bi vî şiklî nehatiye pêkanîn.
Bi
rastî aqilê mirovan disekine, hestiyên mirovan dilerizin ku çawa ev
nemirovana dikarin di nava çend xulekan de ewqas canan ji holê rabikin. Lê
divêt ev pirsa jî bêye kirin ku çawa dibe hukumeta Kurdistanê li
devera Şengalê ewqas bê tedbîre ku dijmin dixwe de wî mafî dibîne
ewqas mirovên me şehîd bike. Herkes dizane ku Iraq di nava gola xwînê de ye, lê rewş li Kurdistana azad ji deverên din cida ye û hukumeta Kurdistanê her dem bi maf behsa aramiya Kurdistanê dike. Kurdistana azad mecbûre tedbîrên leşkerî li herêmên ku ne di bin kontirola wê de ne jî bigire, xelkê xwe biparêze û bersiveke wisa bi çi şiklî dibe bila bibe bide dijminan ku ew jî ji rewşa niha zerarê bibînin ku bila nebêjin zarokên Kurdan çi êzîdî, çi misliman û çi jî yên din qurbaniyên wanin û ew dikarin her gav wan ji holê ra bikin. |
||
|
Heger
hukumeta Kurdistanê bersiva vê bûyera nemirovane nede, dê baweriya xwe
li hemberî xelkê Kurdistanê li her çar perçên Kurdistanê wenda bike.
Nabe ku xelk were li welatê min, li ser axa min, li mala min destê xwe li
ba bike û bi sedan zarok, jin, kal û pîrên min qirbike û ez jî bi
daxuyaniyan bibêjim, wele ezê di salê de carekî wan bibîr bînim û yadîgariyeke
sembolîk çê bikim û bila xelkê min jî pê ker bibe. Bê
guman armanc ne ew e ku hukumeta Kurdistanê sûcdar bikim, lê waye rewş
li meydanê ye, hukumeta Kurdistanê jî mecbûre li gorî wê rewşê
tevbigere. Heger bûyereke wisa li Ewropa an jî li dereke din çêbibe,
xelk hêsabê ji hukumetê jî dixweze ku çima di dema xwe de tedbîr
nehatin girtin û li ser bûyerên wiha serokwezîr û wezîr mecbûr dikin
ku îstifa bikin û di dewsa wan de kesên ji wan jîrtir werin ser
desthilatiyê. Ez
hêvîdarim ku hukumeta Kurdistanê di demeke kin de dilê xelkê xwe şa
bike û ji dil de li heyiyên xwe çi ol, çi jî heyîyên dîrokî derkeve
ku tofaneke din neyê serê wan. Ez bi tund û nefret vê bûyera ne
mirovane li Şengalê şermezar dikim û di serî de ji Kurdên Êzîdî
û ji xelkê Kurdistanê re serxweşiyê dixwezim. |
|||