| Dewleta Tirk û DTP | |||
|
''Divêt Kurd ti carî van gotinên bav û kalên me ji bîr nekin, “Neyarên bavan nabin dostên lawan” Kirinên Tirkan li hemberî gelê Kurd aqilê mirovan disekinîne.'' |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
FÛAD
SÎPAN (AKPINAR) |
|||
|
19.06.2007,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
De hela bala xwe bidinê çima serokê şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş ji zimanê Kurdî re xizmetên baş dikir, dadigeha bilind ya Tirkan di 14ê vê mehê de ew û endamên meclîsa Sûrê ji karê wan avêt. |
Dewleta
Tirk li hemberî gelê Kurd helwesta xwe na guherîne, wisa pijiyiye di
ser de jî Kurdan dike berpirsiyarê neçareseriyê. Tirk ji guhertinê tiştekî
tenê dizanin, ew jî ew e ku divêt her kes bibe wekî wan û ji dewleta
Kemalîzimê û leşkeran re xizmetê bike. Lê êdî kirîzê bi nava dilê dewleta Tirk girtiye, bi gotineke din mirov dikare bibêje, agir bi daw û derlingên wan girtiye. Dewleta Tirk ji dema hilbijartina serokkomar de heta niha xwe ji kirîzê xelas nekiriye, wisa tê xuyakirin dê ne wiha hêsan be jî ku Tirk xwe ji kirîzê xelas bikin. Roj bi roj kirîz kûr dibe. Tirk dîsa wek her dem bi tehdîda leşkeran xwe ji kirîzê xelas dikin, loma bi sed hezaran leşkerên xwe birine ser sînorê Başûrê welatê me, pirovakasyonan çêdikin û bi bombebarana gundan û her roj bi gefên nû dixwezin xwe ji kirîzê xelas bikin. Tirk xwe diavêjin ber bextê Amerîka û YE ku ew destûrê bidin wan û ew jî bikaribin êrişî Kurdistana Azad bikin. Lê ti kes bi gotina wan nake. Tirk ji bêaqiliya siyaseta xwe şok li ser şokan derbas dikin. Hiş û aqil di serên wan de nemaye, hemû siyaseta xwe di dijminahiya Kurdan de kilît kirine. Gotineke pêşiyên me dibêjin “Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîn e” Heger aqilê Tirkan heba dê neketina vê rewşê ku êdî nikarin ji nav derên. Lê dewleta kûr-nehênî, yanê bi gotineke din, generalên Tirk ji kêmaqiliya gelê xwe îstîfade dikin. |
|
|
Bê
guman dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi niyeta xwe ya bi kirêt bi
ser neket, lê mixabin di pê ewqas bedelên mezin, ewqas şehîd û
keda bi mîlyonan Kurd jî heta niha xwe negihandin armancên xwe yên
rewa. Tirkan beşek ji desthilatdarên tevegera Kurd li Bakur xistine
bin kontirola xwe û tevgera Kurd lewitandin. Heger tevgera Kurd nehata
lewitandin, kesên wek Aysel Tugluk û yên wek wê nikaribûn bi paraşûtan
ji ezman werin bibin desthilatdar û zimanê xwe li ser Kurdan dirêj
bikin, Kemalîzimê û peymannameya, sondxwarina (Misak-i Milli) biparêze
û hestiyariyên Kurdan birîndar bike. Tiştên Aysel Tugluk dibêje
dûrî ehlaqê mirova ye. Aysel Tugluk ji bo qatîlê Kurdan yê herî
mezin Mistefa Kemal di rojnama Tirk Radîkalê de (28.05.2007) wiha dibêje
“Helwesta
wî ya dîrokî mezinbûna wî xwe nîşan da û hîn jî
xwe nîşan dide. Ew kesekî ebedî ye. Ew ji bo netewbûnê bingehek
e.” Aysel
Tugluk û kesên wek wê dê ji bo van xerabiyan bi gelê Kurd re di dîroka
Kurdan de wek lekeya dîrokî bimînin. Mixabin tevgera Kurd li Bakur hê
jî xwe ji siyaseta lewitanidinê xelas nekiriye, wê bi îsrar diparêze.
Di ser de jî kesên wek Aysel Tugluk li Amedê di rêza yekem de bi Xelat
dikin, wê dikin namzetê serbixwe. Ev helwesta li hemberî gelê Kurd bê
rûmetî ye, ji neyarên Kurdan re xizmet e. DTP bi Aysel Tugluk re li ser
tevgera Kurd kapan diavêje û mirov dibêje qey tevgera Kurd û gelê
Kurd milkê bavê wan e, ku ew li ser Kurdan ewqas lîstikan çê dikin.
Gelo qet kesekî bi fam û feraset di nava desthilatdarên DTPê de tine
ku bizanibe dewleta kûr wan bi çi sosiretî bi kar tîne? Madem ku Aysel
Tugluk û yên wek wê Kemalîzimê û Misak-i Milli û Mistefa Kemal
diparêzin, dikin serokê xwe yê ebedî çima hatine ketine nava Kurdan
û bi navê Kurdan diaxivin. Bila ji kerema xwe herin nava faşîst û
şovenîstên Tirkan kar bikin, ku Kurd jî rûyê wan yên rûreş
nas bike. Divêt Kurd ti carî van gotinên bav û kalên me ji bîr nekin, “Neyarên bavan nabin dostên lawan” Kirinên Tirkan li hemberî gelê Kurd aqilê mirovan disekinîne. Gotinek pêşiyên Tirkan heye û dibêjin “Bir dil bir insan” (Zimanek miroveke) yanê bi dîtina Tirkan kî zimanekî bizanibe miroveke, kî du zimana bizanibe du mirov e û hwd. Lê van gotinên Tirkan li cem Tirkan ji bona Kurdan derbas nabe, çimkî Tirk Kurdan wek mirov nas nakin. De hela bala xwe bidinê çima serokê şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş ji zimanê Kurdî re xizmetên baş dikir, dadigeha bilind ya Tirkan di 14ê vê mehê de ew û endamên meclîsa Sûrê ji karê wan avêt. Goya dadigeha Tirkan ya bilind di biryara xwe de wiha dinivîsîne ”Seroke Şaredariya Surê Abdullah Demirbaş, biryara şaredariyeke pirzimanî daye. Ev biryara pirzimanî ya şaredariyê li dij qanunên Tirkiyê ye, li dij qanûna bingehîn a Tirkiyê ye û Tirkiyê perçe dike. ”
Çavkanî malpera, http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=7609 Divêt
Kurd ti carî bi gotinên vala û bê bingeh, ku bi salane ji aliyên pir
Kurdan ve jî tê gotin, ku goya Kurd û Tirk biran e bawer nekin. Biratî
bi qirkirina gelê Kurd, bi şovenîzmê, faşîzmê, asîmîlasyon
û înkariyan nabe. Biratî bi çirto û virtotî nabe. Divêt
Kurd jî êdî aqilê xwe topî serê xwe bikin, dengên xwe bi xurtî
bilind bikin, ji bo mafên xwe, li dijî qedexebûna zimanê xwe bi girseyî
derên meydanan û hilbijartinên Tirkan boykot bikin, nehêlin Kemalîstên
eşkere û yên veşartî bi navê Kurdan biaxivin. Ez
di dawî de ji Navenda PENa Kurd tika û daxwaz dikim ku vê biryara
dadigeha Tirkan li hemberî zimanê Kurdî têxe rojeva xwe û hemû PENên
cîhanê li ser vê mijarê agahdar bike. |
|||