| Dewleta Cinawiran |
|
...Tirk bi fêlbaziyên xwe ve di pir mijaran de ser ketine, dê heta kîngê berdewam be ne diyar e. Çimkî ew ji ne îstiqrariya muxalefeta li derveyî parlamenê îstîfade dikin....
|
|
FÛAD SÎPAN (AKPINAR) fuadsipan@yahoo.de23.01.2007 xelkedondurma.com
|
|
|
Dewleta
Tirk ji kuştina mirovan têr nabe. Êdî ne pêwist e ku mirov bibêje
dewleta tarî jî, çimkî her tiştê Tirkan ji zû de eşkere
ye, yên dizanin jixwe dizanin, yên naxwazin nizanibin bê deng dimînin.
Heta salên 80î dinya ji Tirkan re fireh bû, çimkî wan her kes li
ser derewên xwe tevizandibûn. Lê gelê Kurd bi tevgera xwe di sala
1984an de ezbera Tirkan xerab kir. Êdî di pê şerê xwe parastinê
li dijî dewletê Tirk ketine şokê û hên jî ji şokê
derneketine. Cîhan êdî li wan teng bûye. Ji ber ku Tirk ji mentalîta
xwe ya bi kirêt şûnde venagerin, loma hên jî rizgarkirina xwe
di kuştin, lêdan îşkence û di tinekirina mirovan, gelan
hindikayiyan de dibînin. Tirk naxwazin rastiyê bibînin, çimkî tiştekî
wisa nebihîstine. Pîşeya Tirkan êriş- û talankirin e,
şêlandin û ji holê rakirin e. Gefên Tirkan van rojan li ser
bajarê Kerkûkê jî dîsa îspata polîtîka wan e. Tu dibêjî qey
Kerkûk malê bav û kalê wan e û Kurd jî xulamên wan in. Tirk di dîrokê
de çiqas tajî, tazî, derewçîn û hov bin, di rastiyê de ji wan
belengaztir ti milletek li rûyê vê dinyayê tine. Çimkî quweta wan
tenê digihîje gel, hindikayî û mirovên ku xwe nikarin biparêzin.
Heger Tirk ewqas mêr û mêrxas in, wa ye Amerîka li herêmê ye û di
ser de çuwal jî xistin serê wan û dêla wan berjêr kir, bila herin
bi Amerîka re şer bikin. Na, lê ew wêrektiya wan li kûderê ye?
Tenê dikarin mirovên belengaz yên wek Hrant Dink bikujin.Hrant Dink rojnamegerê
bi eslê xwe Ermenî ye û li Stenbolê dijî. Ew xwediyê rojnama
Ermeniyan ya bi navê Agos bû. Ji ber ku wî bi rexyneyên xwe yên pir
bi maqûl dewleta Tirk rexne dikir, loma bû sedemê êrişa Tirkan
û di dawiya dawîn de di 19.01.2007an de ji holê hate rakirin. Di pê
bûyera qetilkirina Hrant Dink re rayadarên dewleta Tirk eşkere
derketin pêşiya çapemeniyê û bi gotinên xwe yên ku zarokan bi
nîniyan dikin xew dubare kirin, her tişt înkar kirin, sûc û
gunehên xwe avêtin hustiyên xelkê û goya ewê lê bixebitin ku wî/wan
kujeran bibînin û derînin pêşiya dadê. Bi gotineke me Kurdan
ku dibêjin, kalo nemir bihar tê, pîrê nemir pincar tê. Emê niha
bibînin ka Tirkên hên bi çi û çend fîtne û fêlbaziyê
senaryoyan li ser vê bûyerê amade bikin. Lê pir dem derbas nebû ku
Tirkan maskotek dîtin û hemû sûc û gunehan davêjin hustiyên
xortekî 17 salî. Tirk bi fêlbaziyên xwe
ve di pir mijaran de ser ketine, dê heta kîngê berdewam be ne diyar
e. Çimkî ew ji ne îstiqrariya muxalefeta li derveyî parlamenê îstîfade
dikin. Tevgera Kurd jî hên bê serî û bê berate ye. Ji her kesî
dengekî cida dertê. Ger mirov analîzeke baş bike dewleta fêlbaz
Kurd hemû jî bi tiştên pir erzan tevizandine û dûrî armancên
wan xistine. Hên ne diyar e ku ev rewşa xerab heta çi demê
berdewam be. Heta muxalefeteke durist
li Kurdistanê û Tirkiyê der neyê, ku hevesarê wê ne di destê
dewleta eşkere de be ti guhertin jî çênabe û dê dewleta
generalan bi kuştinê jiyana xwe bidomîne.
|