LAWO ÇIMA TU DENG NAKÎ

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

11.05.2007, xelkedondurma.com

 

Beriya ku ez derbasî mijara vê gotarê bibim, dixwezim êrişa dijminan ya terorîstane di 09.05.2007an de li Hewlêrê, ku di encamê de heta niha 19 kes şehîd ketine û qasî 80 kes jî birîndar bûne bi bîz şermezar bikim. Ezê di gotareke din de li ser vê micarê bisekinim. 

Bi taybetî ji sala 1984an vir de ji bilî şerê di navbera PKKê û Arteşa Tirk de, Arteşa Tirk heta niha bi hezaran zarokên Kurdan yên çûne leşkeriya Tirkan û yên hinekî bîhna welatparêziyê, Kurdayetiyê, Kurdperweriyê jê tê, çend roj ji teskera wan re dimîne bi şiklekî wan dikuje, dixe hustiyê PKKê û di ser de jî tabûtên zarokên Kurdan bi ala Tirkan dipêçînin, wan wek şehîdên xwe di çapemeniyê de rayê didin, bi meşên nijandperest kîn û nefretan xwe li hemberî Kurdan dirijînin

Çimkî ev Artêş hov û çavsor e, li ser kuştinê ava bûye û mecbûre xwe bi kuştinê xwedî bike, hetanî ku têk here.
Artêşa Tirkan pir caran jî bi zanetî zarokên Tirkan dikujin û diavêjin hustiyê PKKê ku bila neyartû û kîna Tirkan li dijî Kurd zêde bibe. Heger ev bûyerên van demên dawî jî bi zanetî ji aliyê Artêşa Tirk ve hatibin kirin, bila ti kes qet şaş nemîne.

Çimkî ev Artêş hov û çavsor e, li ser kuştinê ava bûye û mecbûre xwe bi kuştinê xwedî bike, hetanî ku têk here. Televîzyon û rojnamên Tirkan di 7 û 8ê meha Gulanê 2007an de dîsa nûçeyeke li ser şerê di navbera gerîllayên PKKê û Artêşa Tirk de belav kirin û tê gotin ku di encama şer de du leşkerên Tirkan hatine kujtin. Ji wan leşkeran yek bi navê Servet Yildirim ku ji navça bajarê Qersê ji Qaqizmanê ye û eskerê din jî ji bajarê Tirkan ji Zonguldagê ye. Kesên bixwezin dikarin di vîdeoyê de zarîn û hawara dayîka Kurd temaşe bikin.

 

Vîdeo ji malpera rojnama Tirk Milliyet: video

 

Ez hergav li çapemeniya dîtber temaşe nakim. Min bi pişadî di televîzyona Tirkan de temaşe kir, girî û hawara dayîka Kurd, diya leşkerê kuştî Servet Yildirim bi gotinên Kurdî ku dibêje, "lawo çima tu deng nakî" gelek êşiyam, min li ser vê bûyerê lêkolîn çêkir û ez rastî ecêbeke din hatim, matmayî mam ku beriya kujtina wan herdu leşkeran di 4ê Gulanê de qewimiye. Ji ber ku min berê ev nûçe di Malpera Netkurd de xwendibû, loma min di êvara 08.05.2007an de ev nûçe him ji rojnameyên Tirkan û him jî dubare ji malpera netkurd xwend.

 

Mirov dikare di pê hemû nûçe û gotarên malpera netkurd de nêrîna xwe binivîsîne, şîrove bike. Bi rastî ez pir kêm caran şîroveyên xwendevanan dixwînim. Lê vê carê şîroveya di pê wê nûçeyê de bala min kişand, hêjaye ku ez wê şîroveyê wek nimûne bidim. Mirovek bi navê Bengî li ser kuştina eskerên Tirk li Licê wiha şîrove dike:

 

Sernivîs: EV DEREWEKE BÊ BINGEH E ! Tarîx: 2007-05-04

Ez vê sibehê ji wî gundî têm. Îşev ku hên şev bi nîvî nebûbû li gundê Baravê (Baharlar), li jêrî taxa Berxigê li devê çem ev ustegmen hatiye kuştin. Û ew her sê hevalên wî yên ku li ber wî bûn jî birîndar bûne. Bi şev helîkopter hat, li cihê bûyerê danî. Lê belê ev kes ne bi destê PKKê hatine kuştin. Êdî li ser çi hêsabiye nayê zanîn. Artêş ev serê çendeyek e ku li wir e. Herêm tev de di bin kontirolê de ye. Û tu PKK yek jî niha li wê herêmê tune. Qet ne mimkûn e ku gerîlla were di nava ewqas leşkerî de vana bikuje û vegere here, xwe winda bike! Leşker serê sibehê zû hatin nava gund, pirs kirin û çûn. Ewqas! Ger bi rastî jî di nav gerîlla û vê artêşê de şer derbiketa, xwedê dizane ku niha wan deran kiribûn roja mehşerê... Ev lîstikeke qirêje! Derew e! Êdî hesabê çi dikin, belkû hûn baştir bizanin. Lê hûn baş bawer bin, ger PKK bibêje min ev kuştine, ew jî derew dikin û li ser hesabê artêşê dixebitin.

(Yê şîrove kiriye: Bengî)

Çavkanî malpera netkurd: Nuçe

 

Çapemeniya  PKKê jî li ser vê bûyera li jor wiha dinivîsîne:

AMED - Hate ragihandin ku di encama operasyona li navçeya Licê ya Amedê û çiyayê Bestayê li dijî gerîlayên HPG'ê hatine destpêkirin de, pevçûn derketine. Di encama pevçûnan de ustegmenek hatiye kuştin, 2 jê serbaz 5 leşker birîndar bûne...

 

Bi rastî ne hewce ye ku mirov vê nûçeya PKKê şîrove bike. Çimkî ew mirovê bi navê Bengî jixwe bersiva her tiştî daye.

Min xwest ez vê rastiyê ji raya Kurdistanê re eşkere bikim. Hêvîdarim ku rojekê hertişt derê meydanê ku gelê Kurd jî bizanibe û rêya xwe ya rast bibîne.

 

Çavkanî malpera Azdiya Welat û rojnameya Tirk Hurriyet:

 

 

Bigire