DAWIYA
HILBIJARTINAN
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 31.03.2004
Kurdistaniyên hêja!
Berî hertiştî lêborînê ji we dixwezim, ku min ji bo sedemên taybet
nivîsa xwe ya dudiyan beriya hilbijartinan neqedand. Lê ezê di pêşerojê
de dîsa wegerim ser mijarê.
Belê, hilbijartina herêman qediya û wek gotineke me Kurdan heye, dibêjin,
”Helawî erzan bû”. Yanê siyaseta Îmralî ya Kemalîstan bi ser neket.
Sedema serneketina DEHAPê ya herî girîng siyaseta wan ya tevlihev e. DEHAP
nikare bi serê xwe polîtîka bike, çumkî vîn û îrade li Îmrali ye. Vîn
û îradeya Îmralî jî di destê serleşkeriya Tirkan de ye. Kî çi dibijê
bila bêje, ewên ku naxwazin vê rastiyê bibînin û jê bawer bikin, ew vê bêrûmetiyê
jî qebûl dikin. Çumkî ew kesana rantçî ne. Rûreşiya herî mezin jî
ew bû, ku DEHAP di bin siya SHPê de kete hilbijartinan.
Çumkî îmza SHP û bi taybetî ya Murat Karayalçin di salên 1980 û 90î de
di bin kuştin, koçberî, îşkence, lêdan, ji holê rakirina kesên
nediyar (faili meçhul) û ji holê rakirina bi hezaran gundên Bakurê
Kurdistanê de ye. Ewên ku çûn bi dijminên Kurdan re îtîfaq çêkirin, wan
ev bê rûmetiya qebûl kirin, loma gelê me jî bersiveke baş da wan.
Ez dîsa û dîsa, sed carî û hezar carî dubare dikim, ku heta rêxistinên
Kurdan û Kurdên bi desthilat in ji gelê Kurd û Kurdistanê re bi duristî
tevnegerin û rastiyê nebêjin, dê bi ser nekevin, dê winda bikin, winda
bikin, winda bikin......
Gelê Kurd pir bi sebir e û fedakar e. Mafê kesî nîne, ku bi niyeta gelê
Kurd ewqas bilîze. Gelê Kurd bira û bavê kesî jî nîne, ku ewên ji sibê
heta êvarê bi derewan û gotinên vala serê gelê Kurd gêj dikin. Ew
Kurdistaniyên bi mîlyonan derdikevin kolanan, Apocî bawer dikin, ku ew hemû
alîgirên wan in. Lê hilbijaritina vê carê jî baş rayê da, ku wisa nîne.
Belê ez bawer dikim, ji ber nakokî êdî di nav PKK/KADEK û an jî KGK pir zêde
bûne, dê di pêşerojê de refên welatparêz û rantçiyan baş eşkere
bibe.
Murat Karayalçin ê Kemalîst di pê hilbijartinan de di daxuyaniya xwe ya ji
bo çapemeniyê de wiha dibêje, ”Barzani ve Talabani, Kemalist SHP’ye oy
vermeyin diye bölgede kampanya açtılar. Bunun da oyların düşmesinde
etkisi oldu” (Barzanî û Talabanî li herêmê kampanya vekirin, ku kes reyên
xwe nedin SHP a Kemalîstan.)
Ji ber ku siyaseta Kemalîstan di nav Kurdan de, gorî daxwaza dilê wan bi ser
neket, loma Murat Karayalçin dixwaze bi vê daxwiyaniyê bi destên Apociyan
Kurdên Başûr reş bike û wan wek hedef rayê bide, da ku di navbera
Kurdan de dijminahî çê bibe, ku di pêşerojê de Kurd nêzîkî hev
nebin.
Yanê Murat Karayalçin îdîa dike, ku Kek Mesût û Mam Celal bûne sedemê paşketina
SHP. Rast e mirov bêje Murat Parayalçin, çumkî kîjan erebe saze ew lê sar
e. Ewî heta sîsaliya xwe rozeta MHP ê ya faşîstên Tirk li ser paskura
xwe gerand û niha jî bi navê Sosyal demokrasiyê polîtîka dike û dixwaze
hin Kurdên mêjû xwelî bixapîne.
Apociyan gelê me kire rewşeke wisa xerab, ku gelê me yê Bakur di vê
hilbijartinê de di navbera xelîl û celîl de ma. Ew reyên ku ji SHP ê re
çûn jî ne bi dilê gel bû. Gelê Kurd mecbûr ma, ku tercîh bike, yan AKP
û yan jî SHP. Loma SHP çend belediye kire destê xwe.
Ger di Kurdistanê de alternatîv heba, min dizanîbû ku dê çi? Were serê
Kemalîstan!