Amed
ser e, Kerkûk dil e,
Amed
ser e, Kerkûk dil e,
ne
serî bê dil dibe
û ne jî dil bê serî dibe.
Fûad
Sipan (AKPINAR)
Almanya,
01.04.2006
Bila
Tirk û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê van gotinan ji xwe re têxin guhar û
bi goyên xwe ve darda bikin.
TIRK
LI AMEDÊ LI DIJÎ KURDAN TERORÊ DIMEŞÎNIN
Li
ser komkujiya 14 gerîlayan ji aliyê leşkerên Tirk ve, ku hatiye gotin,
ew bi çekên kimiyawî hatine kuştin, rejima Tirk li Amedê û deverê din
li hemberî gelê Kurd terorê dimeşîne û nahêle ku Kurd cenazê şehîdên
xwe jî binaştînin(defn bikin). Tirk di xwe de wê maf dibînin, ku zarokên
Kurdan li ser çiya û kolanên Kurdistanê bikujin, wan wek terorîst rayê cîhanê
bidin û di ser de jî Kurdan tawanbar bikin. Lê gelê Kurd êdî bê deng nîne,
hişyar e û bi çalakiyan reaksiyonan dide. Reaksiyonên Kurdan yên siruştî
li ser hev rejima Tirkan dîn û har kiriye û rejîm niha bi goştê canê
xwe ketiye, kîna xwe li dijî Kurdan dirijîne. Li gorî agahdariyên ji çapemeniyê
heta niha Kurdan 7 şehîd dane. Ji wan şehîdan zarok jî hene.
Bi
rastî ev ne cara pêşîn e, ku ji aliyê Kongira Gel – PKK ve tê gotin,
ku gerîlla bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Ev mijar wisa rast be –
ev yek bi temamî jî mantiqê dewleta Tik e – ev mijar dikare di warê siyasî
de roleke gelek mezin di mehkumkirina Tirkiyê de ji aliyê bîr û raya
navneteweyî de bilîze. Tenê divêt ev mijar ji aliyê hin doxtor û rêxistinên
navneteweyî ve bête îspatkirin; divêt termên gerîllayan ji aliyê van kesên
pispor ve bê kontrolkirin. Va ye termên hin gerîllayan diçin Silêmaniyê,
Mehabadê, Efrîn û Kobanî. Heger li Bakur qet nebe, divêt li van cihên din
mimkin be, ku doktor raporên wisa bidin û bêjin: Ev term bi encama çekên kîmyewî
hatiye kuştin. Gelo çima Kurd girîngiya vê mijarê heta niha nasnakin.
Heger ev yek bête îspatkirin, mirov dikare serdarên Tirkiyê bikişîne pêşîya
Dadegeha Den Hagê. Mirov tenê bi gotinan nikare kesî îqna bike, divêt îspatên
wê jî hebin. Heger Kongira Gel – PKK û an jî malbatên gerîlla li ser vê
mijarê nexebitin, wê hingê dê ev îdiaya li hewa bimîne. Divêt di vê
mijara komkujiya kîmyewî de pêwendî bi rêxistina doxtorên sînornenas li
Firansayê bêye çê kirin.
Wek
tê zanîn kincên general û paşayên ehmeqan yên bi qirêj li Şemzînan
derkete ser avê û ev demek e Tirkiye li ser teror û karên kirmînel yên leşkeran
hatiye kilîtkirin. Hukumeta Tirk, leşker û çapemeniya Tirkan beriya
cejna Newrozê lê xebitîn, ku rojeva terorê li Kurdistanê amade bikin, lê
ew di dema Newrozê de wek sala par bi ser neketin, loma li ser lêgerên din
sekinîn û niha xwe mecbûr dîtin ku Tirkiyê û Kurdistanê bi terorê bidin
mijûl kirin, kirinên xwe yên bi kirêt li ber çavê xelkê bidin jibîrkirin
û bibêjin xwedênegiravî goya ew li dijî terorê şer dikin. Dewleta
Tirk û xêrnexwazên Kurd yên tarî niha li bakurê Kurdistanê û li rojavayê
Tirkiyê provakasiyonan çê dikin, ku Kurd ji pirensîp, daxwaz û armancên
xwe dûr bikevin. Armanca dewleta Tirk û xêrnexwazên Kurd yên tarî ew e ku
çalakiyên Kurdan têxin cihokek şaş, ku Kurd di siyasetê de bi ser
nekevin, dewleta Kemalîstan xwe bigihîne armancên xwe û çalakiyên Kurdan
di raya cîhanê de wek teror rayê bidin.
Lê
dem û çerx êdî ne li gorî hêzên tarî digere. Dewleta tarî çiqas jî
terorê ji xwe re bike hacet, dê nikaribe rê li pêşiya pirsgirêka Kurd
û Kurdistanê bigire û bi ser bikeve. Dewleta Tirk û hêzên tarî êdî çi
dikin bila bikin, wan di pirsa Kurd û Kurdistanê de winda kiriye, ti kes ji
wan ne bawer e. Amed ser e, Kerkûk dil e,
ne serî bê dil dibe û ne jî dil bê serî dibe. Bila Tirk û xêrnexwazên
Kurd û Kurdistanê van gotinan ji xwe re têxin guhar û bi goyên xwe ve darda
bikin.
Berpirsiyara
Olli Rhen ji Yekîtiya Ewropa roja înê daxuyaniyek da raya giştî, ku ew
li ser bûyrên li bakurê Kurdistanê bi meraq in û ji dewleta Tirk tê
xwestin ku ew mafê Kurdan bide.
Çavkanî,
malpera Frankfurter Allgemeine Zeitung
Hêjayî
gotinê ye ku çapemeniya cîhanê gelek berbifireh cîh daye û dide bûyerên
li Kurdistanê. Tiştekî gelek balkêş e, ku BBC di nûçeya xwe ya di
31.03.2006an de bajarê Amedê(Diyarbekirê) wek paytexta herêma Kurdan dide
naskirin. BBC di nûçeya xwe de bi zimanê îngilîzî wiha dinivîsîne:
Seven
people were killed in clashes between Kurds and the Turkish riot police in and
around the regional capital, Diyarbakir.
Çavkanî,
malpera BBC http://news.bbc.co.uk/1/hi/world/europe/4865928.stm
Ji
bilî çapemeniya nivîskî, çapemeniya dîtbar jî, wek televîzyonên Almanya,
hemûyan li ser bûyerên Amedê û deverên din agahdarî dan.
Çavkanî,
çapemeniya cîhanê bi zimanê Îngilîzî, Firansizî, Almanî, Îtalî û Swêdî:
http://www.chron.com/disp/story.mpl/world/3763090.html
http://www.iht.com/articles/2006/03/31/news/kurds.php
http://news.ft.com/cms/s/bbe5caac-c11c-11da-9419-0000779e2340.html
http://www.welt.de/data/2006/04/01/868009.html
http://archiv.tagesspiegel.de/archiv/01.04.2006/2446141.asp
http://www.ledevoir.com/2006/03/30/105569.html
http://www.lesechos.fr/info/rew_inter/4403119.htm
http://www.swissinfo.org/sfr/swissinfo.html?siteSect=143&sid=6588845&cKey=1143655878000
http://www.ilmanifesto.it/Quotidiano-archivio/31-Marzo-2006/art72.html
http://www.ilmanifesto.it/Quotidiano-archivio/31-Marzo-2006/art74.html
http://www.dn.se/DNet/jsp/polopoly.jsp?d=148&a=533859
http://www.gulfnews.com/world/Turkey/10029816.html
http://jang.com.pk/thenews/apr2006-daily/01-04-2006/world/w18.htm
http://news.scotsman.com/latest_international.cfm?id=502492006
http://www.lemonde.fr/web/article/0,1-0@2-3214,36-756761@51-756762,0.html
http://news.bbc.co.uk/1/hi/world/europe/4865928.stm
http://www.liberation.fr/page.php?Article=371498
http://www.nzz.ch/2006/03/31/al/articleDPROZ.html
http://www.welt.de/data/2006/03/31/867903.html
http://www.abendblatt.de/daten/2006/03/29/547974.html
http://www.fr-aktuell.de/ressorts/nachrichten_und_politik/nachrichten/?cnt=837590
http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/080.htm
http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/068.htm
http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/081.htm
http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/066.htm