|
Nameyek, Ji Mehemed Uzun re |
||
![]() |
Birayê me yê hêja, Rêzdar Mihemed UZUN, |
![]() |
| Dema
me bihîst ku ew nexweşiya kambax û bêkeys vê carê jî dev
avêtiye pêsîrê te, bi rastî em gelek xemgîn bûn. Lewra ku êdî em
gelek bi başî dizanin, xerîbî malxerabî ye, xerîbî malwêranî
ye. Her çend te û bi dehan ronakbîrên wekî te li welatê xerîb û
xurbetê, gelek berhemên bijare amade kiribin jî, xûya kir ku xerîbî,
ji tendurîstî yê we, ji laş û bedenê we, gelek tiştan bir
û carek din bi paşve neanî.
Xerîbî, bêbextiyê bi me re kir. Lê her weha bû sebeb ku hûn berhemên bijare biafirînîn. Wekî bedel jî ji we emrê we, jiyanê we, canê we xwest... Bêgûman, tiştên ji serê we boriye, we bi dilê xwe hilbijart; kesek tu tişt bi zorê bi we neda kirin û nikarin bidin kirin jî. We, nexwest ku hûn yek demek jî vî gelê bextreş û belengaz, bê deng bihêlin yan jî pişta xwe biguhêzin daw û doza miletê xwe. Bê guman we jî -mîna gelekan-, dikarî bûn dakevîn derya kêf û seyranê û wê gavê êş û jan ewqas bi hêsanî nedikaribûn bi pêsîrê we bigrin. We, rêya xwe bijart û we mil da milê gelê Kurd. Ya rast û ya ku li we ji dixuya, ew bû. Camêrî û mêrxasî ew e ku mirov di rojên teng de miletê xwe bi tenê nehêle. Lê mala zordariyê xera bibe, ne hişt ku rojeke şahî û dilşahî para me bikeve. Hemû rojan derd û êş û jan, hemu rojan kul û xem û keser... Mîrata xerîbiyê jî, da ser wan derd û keseran û bû derdê ser derda. Sirgûniyê, gelek tişta da me, lê heyf û mixabin ku, ji wan zêdetir jî ji me sitend. Mîrata hisretê, dilê me yê polayîn, roj bi roj heland. Ew dilê ku di dehan îşkence û lêdan û tedayiyan de binketî nebû û hêviya xwe neşikand, anî hetanî van rojan. İro, di vê dema xweş de ku va ye êdî beşek ji welatê me yê şirîn azad e, biborin, em nahêlin ku hûn terka me bidin, lewra hê gelek karê me maye. Tikaye êdî ji îro pê ve neçin welatê xerîbîstanê û me di hisret û mereqê de nehêlin. Welatê me yê bindest li benda we ye, çavê wê li rêya we ye. Hevalê bi qedr û rumet, Kekê delal, Em bawer in ku ew bedena zexim û ew canê qayim, wê li himber vê nexweşîyê kanbax bi mêrxasî li ber xwe bidin û li dawiyê serkevtî bibin. Hêvîdar in ku di demek kin de, mizgîniyê başî û saxiya te wê bigêje me teva. Her sax û baş be birayê me yê hêja û rêzdar. Bizane ku yên ji te hez dikin gelek in û yê ku bi te re neyartiyê dike ew nexweşiya bêbext e. Vêca te divê ku kî dilşa biki? Yan me û yan jî wê… Roj li me dereng e, zû rabe bira. Romana xwe ya nîvişkan temam bike, xwendevan li benda te ne. Zû were bira zû were, rewşenbîr li vira civiyane, li hêvî ya te ne. Hetanî tu neyê, ev civîn dest pê nake. Gaziya hejar û nedara ji bîr neke. Em bi te re ne, piştevanê te ne. Em bi te bawer in ku tu rojek zutir werî nav dost û hevala bigerî. Dereng nemine, tikaye... Rêvebiriya Giştî Ya Wêqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî |