Keçika te çû |
||
|
10.05.2008,
xelkedondurma.com |
||
|
|
||
|
Zewo di pencere ra li vê rê mesdikir, Zewo qet tu cara li vê rê ewqas mesnedikir, niha ew rê bi Zewo dihate maneya veqetîn, dûrketin û venegerin e. |
||
|
|
||
|
Can
Evîndar |
||
|
|
||
|
Bejna Yekpare ku di xevna Zewo da tim dihate ber çavên we û di guhên we da gotina Yekpare; "Bi xatire te be daye!" |
|
Xebera
ku ew jê ditirse hat. Gotin, "Keçika
te çû. Zewo her roke xwe bi tirs, bi xof derbas dibû, digotin "keçika tê here, ê di nav tiştî bi diskî, xeter da ye". Lê dîsa jî Zewo bawer nedikir, digot "keçikek nare tu dera, ne tişte ku cara bûye" Dema ku ew xebera hat, Zewo li ber male rûniştibû, xebera ku li nav gund belav bûyî zû geşte Zewo; cîrana Zewo hate hêla Zewo rûnişt û bi dengekî nizm û veşartî go: "Li nav gund belav bûye dibênê keçika te çû" . Dema ku Zewo ew xebera bihîst xuzi di dev da nema, dev lê miçiqî, benz lê zer bû, mîna ku zom li seri keve ew xebera di guhê we da deng da, "Keçika te çû!!! Keçika te çû!!! Keçika te çû!!! " Rabû serxwe kete hundire male û deri li ser xwe kîlît kir, derbase oda pêşiye; oda rûniştine bû, li ber pencere rûnişt, li derva meskir, mala wan li perî gund bû di hêle mala wan ra rêyek derbas dibû; rêyeke dirêj û zirav, rê diçû dûre û li dûre, di bergehe da zirav dibû. Zewo di pencere ra li vê rê mesdikir, Zewo qet tu cara li vê rê ewqas mesnedikir, niha ew rê bi Zewo dihate maneya veqetîn, dûrketin û venegerin e. Kelgirî bû, bêdeng digirîya, ji çavên Zewo hestirk mîna dilopên barane dibarîn. |
|
Gundî;
cîran, dost, heval li ber male bi kom-kom civî bûn, dixwestin awnî bikin,
lê Zewo deri venekir, nedixwest deng bike. Li navberekê çavên we li
televîzyon ket, televîzyon ji hev bû û xeber dihatin gotin: " Sayin
seyirciler, bugün güvenlik güçlerinin bir çok eve yaptığı
baskında, yasadışı faaliyetlerde bulunan çok sayıda
öğrenci, beraberindeki yasadışı yayınlarla suçüstü
yakalanıp gözaltına alındılar".
Zewo
go: "Xweziya keçika min jî ma neçûbûya, ma hatibûya girtine, ma
hepsî bûya, hînge min dikarî keçika xwe bibînim, zîyaret bikim, lê
niha bêxeber, bêedres, bêşûn
ew kî dizane li kudere ye!". Rabû serxwe, derbase odeke din bû; oda
keçika xwe, oda ku keçika xwe lê ders dikirî, lê radiketî. Ode da
masek hebû, li ser mase pirtûkên li ser hev, li hêla pirtûkan resimek;
resime keçika xwe; ew resima ecer kişandibûn,
di resim da jî ruken bû keçika xwe, li ser ruyên we tim ken hebû, di
navbera wan da bû; navbera dî û bavê xwe, her destekê xwe liser milên
dî û bavê xwe bû. Keçika wan bi qîmet e li ba wana, bi tene ye, bê
xung û bê bira ye, loma jî navê keçika xwe kiribûn Yekpare. Zewo çavên
xwe ji resim heynan, li dîwaran mes kir, li refên dîwaran, ref ji pirtûkan
tiji bûn, pirtûk di rêze da bûn, Zewo xwendî nedizanî, gotina Yekpare
hate bîra we, Yekpare digo "di van pirtûkan da, ji sîyaset, felsefe,
ekonomî heta dîroke her tişt
heye" . Zewo
di dilê xwe da go "van pirtûkan bûne sebeba keçika min".
Teqata we nemabû zêde li oda Yekpare bime. Resim ji ser mase heyna, kire
paşila
xwe û ji ode derket. Deriye male lêdiket, mere Zewo bû.
Zewo
deri ji hev kir, gundîyên ku li ber male civîbûyîn belavbûbûn, kes
tunebû. Merê Zewo seri di ber da derbase ode bû, qet deng nedikir, Zewo jî
derbase ode bû, perdeyên pencere kişandin,
hundire ode şevereş
bû, bê îşq
di ode da rûniştin,
mala wan bêronî bû, dinya li wan tarî bû, bavê Yekpare li ser mîndere
seri di ber da, xwe topehev kiribû, bi hêrs û bi dengekî kelgirî li
jina xwe xulî bû û go " tu bûyî sebeba Yekpare, min go em neşînin
universîte, keçikek bi tene li bajarên dûr, nenas, tu çi dizanî a çi
bike? Xelasîya welat ji keçika te ra ma ye? Ma here, bela serê xwe
bibîne, ez qet hestirkekê ji van çavan nakime xware" . Dema ku bavê
Yekpare van gotinan digotin, ji xwe bêxeber, hor-hor digirîya, hestirk ji
çavên wî mîna dilopên barane dibarîn. Zewo li merê xwe mes kir; li
girî û nalîna wî, ew jî hate ber merê xwe rûnişt,
ji paşila
xwe resime Yekpare derxist, tev hev girîn, lê Yekpare ji wan bêxeber hîn
di resim da dikenîya. Zewo
li resim mes kir û go: "Yekpare! Min heta hiro bi te qet tu kar nekir,
min destê te şil-zîyo
nekir, me bi xwe nexwar, venexwar da te, me go ma tu nebî bermalîyek, me
tu şandî
unîversîteya bajaran, emsalên te gîşk
ji merên xwe ra bûne kole, bûn bermalî, ew çi serê we yê bêaqile, bi
derketina ser çîyan tu çi xelas bikî?" . Zewo resim ji dest xwe avêt
ser erdê, li merê xwe mes kir, li çavên wî yên tiji bûyî, li çavên
wî yên kûr-kûr difikirin, li bêdengîya wî, li keser kişandina
wî. Di dilê xwe da go: "Ew çi hezkirina welate ku, keçik û xortan
ji mal dûr dixe, ji dî û bavan vediqetîne, welatparêzîya ku keçik û
xortan ji malbatan dûrdixe, diêşîne
heşe
min qebûl nakin. Meri nikare bêderketina çiyan têkoşîna
xwe bike? Yekpare çiqes pirtûk xwendibin jî, ew hîn pir tiştî
nizane, fam nake" .
Ro
çû ava, şev
bi ser gund da dihat. Lê dinya ya dî û bavê Yekpare di ber şeva
ku bi ser gund da hatî tarî bûbû. Îdî tiştî
ku ew bikin tunebû, bêdeng, bêxwarin, bêvexwarin ew şeva
bi ser wan da hat. Bi xeman, bi keseran serê wan di ber da rûniştibûn.
Li derva baran dibarî, dilopên barane dipişqîn
cama pencere, brûskan vetenîn, tarîtîya ode pê ronî dibû, dengê brûskan
dikete guhên wan. Zewo
go:"Yekpare li van baranan bêwar, bêmal çi dike". Teqeta Zewo
û merê we nemabû, bi xew va diçûn. Bêcî, bêlihêf ketine xeweke kûr.
Di
şeva
tarî da, di nav dengê baran û brûskan da, di nav xewa ku Zewo têda dengê
lêxistina deri dihat. Zewo rabû serxwe berve deri çû. Deriyê wana qet
tu caran li van sihetan lênediket. Bi
meraqeke mezin deri ji hev kir. Kes tunebû li ber deri, Zewo serê xwe dirêj
kir, qeratîyek xay dikir, beri di we alkiribû, di şeva
tarî da nedihate naskirin, qoçikekî qut lixwekiribû, yaqa qoçik li ber
çexkiribû, bejin zirav bû, por şitil
bû, giran giran berê xwe çex kir; Yekpare bû, Zewo ew zû naskir, rukenîya
we dîsa mîna bere li ser bû, dilopên barane li ser ruyê Yekpare bû. Qîrnî
kete Zewo, bang kir: "Yekpare! Keçika min! Rindika min! Delala
min! Min dizanî tu me cînanî, terk nakî" . Zewo bi hêrs Yekpare
kire hembêza xwe, seri da ser sîngê xwe û horîna we dinya heyna û go,
"Te çima em veng êşandinî,
tu dizanî hebûn û tuneyîna me tu yî" Serê Yekpare li ser sîngê
Zewo û di navbera her du destên we da bû. Zewo destê xwe li nav porê
Yekpare digerand, por şil
bû, go," Delala minê were em derbase male bin, ta veng nexweş
bikevî, ez te zîyo bikim, xwarineke germ ji te ra bikim". Yekpare serê
xwe heyna ji sîngê dayika xwe, bi rukenîya xwe li dayîka xwe meskir û
go: "Ez nakevim male, ezê herime, hevalên min li benda min in! Dayê
ez dizanim ji bo te zor e, welate me jî mîna te dinale, bi sedan salane ew
dinale". Zewo dibê: "Delala min! Te ez gêj kirim, tu dixwazî
min dîn jî bikî? Oda te, masa te, pirtûkên te gîşk
li wir in, li benda te ne! Li van baranan tu herî ku?" Yekpare destên
dayîka xwe ji nav porê xwe giran-giran derdixe û dibê: "Bi xatire
te be daye!". Zewo biqesî quweta xwe bang dike: "Mere!!!..."
," Mere!!!..."
Dema
ku Zewo bang dikir "Mere!!!..." çavên xwe ji hev kirin, sibe bû,
tiji xu bûbû û merê Zewo bi ser we ra dawestî bû. Zanî ku xevn e.
Yekpare di xevneda jî neketibû mal. Bejna Yekpare ku di xevna Zewo da tim
dihate ber çavên we û di guhên we da gotina Yekpare; "Bi xatire te
be daye!" |
||