Undakirineke mezin û bi keder

Bi mûnesebeta mirina Çerkezê Reş

08.04.2008, xelkedondurma.com

 

ku em li berhemên wî xwedî derkevin, çi yên weşandî û çi jî yên bi destnivîsar bicivînin û bi awakî usa bidin weşandinê, ku ew bibin mal û milkê hemû xwendevanên kurd û nemaze yê çanda kurdî yê nemir.

 

Wesîrê Eşo

 

 

Çerkezê Reş -Çerkez Tadaşî Mistoyan sala 1955a  li gundê Ermenîstanê yê Zivartnosê yê li perê bijarê Ecmiyazînê malbateke Kurdên êzdî da ya dê û bavên hema hema ne xwenda da hatiye cîhanê, yên ku jiyaneke nîv-koçeriyê derbas dikirin: ji destpêka baharê hetanî payîza derengî bin reşkonên kurmaniyê da li zozanên çiyayê Elegezê û Egrîcê diman.

Çerkezê Reş

 

21ê adarê sala 2008a li Ermenistanê koça xwe ya dawî bi cî anî ronakbîrê kurd yê bi nav û deng Çerkezê Reş. Bi mirina wî ya ji zeman zûtir (53- saliyê da) gelê kurd zaniyar û helbestvanê xwe ye xudanê kemal, talanta xwezayî ya mezin, bi zanînên kûr dagirtî, di benga berhemdariyê, efirandinê ya here xweş da unda kir. Ber vê yekê jî mirina Çerkezê Reş dubare kedere.

 

Çerkezê Reş doktorê zanînên fîlolojiyê, helbestvan, pûblîsîst-rojnamevan, pêdagoj (mamosta) û karkirê civakî bû, lê ya here mûhîm, ewî di van hemî waran da rêç, şopeke haqas kûr dû xwe hişt, ku wê weke xeta cot zû bi zû nekele, neyê hev, rast û dûz nebe, lê wê weke xwe bimîne hetanî edebyet û çanda kurdî jiyana xwe berdewam bikin.

 

Zemanê desthilatdariya komûnîstan da ji nava Kurdên Ermenîstanê bi sedan ronakbîrên kurd çê bûn, û di nava wan da çend kesên xudanê kemal, talanta xwezayî ya mezin, ku bi keda wan ya berhemdariyê ne ku bi tenê ronakbîr û Kurdên Ermenistanê, bi ser da jî yên temamiya Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, lê hemû ronakbîrên kurd, hemû gelê kurd yê pirmîlyonê dikarin xwe serbilind bibînin. Lê di nava evên dawî da jî Çerkezê Reş hetanî warekî ronakbîrekî îstîsna, degme bû.

Gorî edet, tiradîsyona bi giştî qebûlkirî, dema ronakbîrekî hêja dimre – hogir û hevkarên wî yên pênûsê xemgîniya xwe bi peyîv, gotineke ji dilê şikestî û xemgîn bi cî tînin, derheqa wî da bêtir weke mirov û hogirê dilsoz dinivîsin, lê keda wî jî bi giştî radixin ber çevan û dinirxînin. Lê ez bi vê nivîsa xwe mecbûrrim vê tiradîsiyonê hetanî warekî biterikînim û awa ji ber çi. Raste, nav û dengê Çerkezê Reş li Kurdistanê û beşên diyaspora kurdî yên dinê jî bela bûye, lê bêtir û xwerû weke nav û deng. Haya Kurdan û ronakbîrên kurd li wan deran weke pêwîste ji jînenîgarî, ji kar û barê rehmetî, nemaze ji berhemên wî yên edebyeta bedew û zaniyariyê nîne. Sebebê vê yekê yê bingehîn ewe, ku berhemên Çerkezê Reş pir kêm, heger em nebêjin qet li welatê wî – Kurdistanê û beşên diyaspora kurdî yên dinê nehatine weşandinê. Jînenîgariya wî jî usa tir. Sebekarekî vê rewşê Çerkezê rehmetî bi xweye û hetanî warekî jî em ronakbîrên kurdin. Belkî karaktêra ronakbîrên xweyê zanîn û kemala mezin waye : Çerkez piştî temamkirina nivîseke xwe zaniyariyê û weşandina wê di rojname yanê jî kovarekê da yanê jî bi sebebên cuda-cuda bi destnivîs hiştina wê bal xwe yanê jî, weke emê bibînin, bal hogirekî xwe ji wê nivîsê « neban » dibû, ew ji bîr dikir, ber ku pişt ra bi nivîsa yeke nû va gîro dibû. Ewî, weke hinekan, hewil nedida xwe, ku ew nivîs li bêtir ciya bên weşandinê û li bêtir ciyan nav û deng ji xwe ra qazanc bike. Ber vê yekê jî hetanî niha piraniya xebatên wî yên zaniyariyê bela-bela ne, bi berevokan nehatine çapkirinê. Min derheqa sûcê me – ronakbîran da bîr anî. Karaktêreke ronakbîrên me ya bi giştî bi vî awayî heye : Her yek ji me hewil dide her bitenê berhemên xwe bide weşandinê. Nava ronakbîrên gelên dinê da yên xwedî desthilatdarî, dewlet da jî ev karaktêr heye, lê angor kêm, her ku ya wan bi giranî dewlet li berhemên wan û bi giştî bi şexsê wan xwedî derdikeve. Dewleta me ronakbîrên kurd, mixabin, hê tune, bingeha wê nû li Kurdistana Başûr tê danînê.

 

A ji ber van hemî sebeban min biriyar danî nava vê pêyîva xwe da bêtir, bi giranî ser jînenîgarî û kar û barê gorbuhuşt yê berhemdariyê rawestim, ku vê gavê valaya, ku di warê naskirina wî da çû bûye, ji navê hinekî bidim rakirinê. Daxwaz û mexseda min ya here mezin vê dema xemgîniya min da ewe, ku Çerkezê Reş û berhemên wî bi goveka firetir bi xwendevanên kurd bidim naskirinê.

 

Her çiqasî jî eva weke 14 salane destê min û hogirê min yê nêzîk ji hev qetiya bû, lê dîsa jî guhê min ji dûr va ser wî û kar û barê wî bû. Her çiqasî jî cudatîya navbera temenê min û wî da ne hindik bû, lê me ne ku bi tenê hogirtîke helal û nêzîk, bi ser da jî hevkarî dikir. Ez xwe serbilind û minetkarê Çerkezê Reş dibînim, ku pirtûka min ya bi sernavê « Pamp-Sîpan » sala 1986a bi pêşgotina wî ya giranbiha hate weşadinê. Ewî her wa pêşgotina pirtûkeke min ya dinê jî bi cî anî, ya ji 400 rûpelan, lê ya ku bi sebebê hilweşana Yekîtiya Sovyêtiyê destpêka salên 90î çapxaneke Yêrevanê da neweşandî ma. Bilî vana destnivîsareke gorbuhuşt ji pir rûpela ya ser berhemên min yên edebiyeta bedew li bal min maye. Ez ewê weke tîberk diparêzim û gava îmkan çê bibe ezê wê bidim weşandinê. Eva her bi tenê mîsaleke ya “serundabûna » hinek berhemên Çerkezê Reş.

 

Çerkezê Reş (gorî dokûmanê şexsî, paseportê – Çerkez Tadaşî Mistoyan) sala 1955a  li gundê Ermenîstanê yê Zivartnosê yê li perê bijarê Ecmiyazînê malbateke Kurdên êzdî da ya dê û bavên hema hema ne xwenda da hatiye cîhanê, yên ku jiyaneke nîv-koçeriyê derbas dikirin: ji destpêka baharê hetanî payîza derengî bin reşkonên kurmaniyê da li zozanên çiyayê Elegezê û Egrîcê diman. Hetanî çûyîna dibistanê Çerkez rûyê pertûkxana nedîtibû. Malbavên Çerkez weke hemû malbatên Kurdên Ermenîstanê yên wî zemanî çi li gund û çi li obên zozanên çiyayên bilind ya kurdaxêv bû. Ji ber vê yekê jî, gava 7 salên Çerkez temam bûn – bavê destê wî girt û ew bir dibistanekê bajarê Ecmiyazînê ya ermenî, ji ber wî zemanî da îdî tunebûna dibistanên kurdî, û gava mamostan ew kurikê esmerî tenik dan axaftinê û ewî ji teldê bavê, bê hevraz rakirina serê xwe bi şermoketî û bi ermenkiya bi aksana kurdî bi dengekî nizm bersivên wan da, evên te, raste, ew sinifa yekemîn da qebûl kirin, lê bi şubheke mezin ya himberî wê yekê, ku ewê bikaribe zû bi zû bi hogirên xwe yên ermenî ra gav bide, yên ku zimanê xweyê zikmankî weke bilbil diaxivîn. Lê zûtirekê mamosta ser dîtin û bihîstina xwe jî bi şubhe bûn : Çerkez di warê perwerdê da ne ku bi tenê hat gihîşt hogirên xwe yên ermenî, lê ji wana derbaztir bû. Temamiya dibistanê da axaftin, nemaze navbera mamostayan da ser kurikê kurd çê dibû. Lê eva hê destpêka fênomêna Çerkezê Reş bû ; fênomêna girantir, mezintir wê pişt ra bihata.

 

Çerkezê 13-salî îdî dervayî dîwarên dibistana xwe – temamiya nawça Ecmiyazînê û navenda wê – bajarê eynî navî da deng da, gava sala 1968a rûpelê rojnama nawçê ya ermenî ya « Riya komûnîzmê » da çend helbestên wî, ku ewî bi zimanê ermenî nivîsandibûn bi fotoyê wî û agahdarîke ser wî hatin weşandinê. Piştî salekê Çerkez temamiya Ermenîstanê da deng da, gava helbestên wî du rojnamên komarî yên sêntiral da hatin weşandinê : rojnama ermenî ya « Gaziya piyonêran » û ya kurdî « Riya Teze » da.

 

Çerkez sala 1973a dawiyê li dibistana navîn tîne û eynî salê da Înstîtûta Yêrevaê ya pêdagojiyê ya bi navê X. Abovyan da, beş, fakûltêta wê ya fîlolojiyê da tê qebûlkirinê : dervayî konkûrsê, ber ku întiyamên  qebûlbûnê bi qîmetê here bilind dide. Û li vir jî mamostayên xwe, ku înstîtûtê da bi giranî weke dosênt û pirofêsor dihatin bi navkirinê, şaş û metel dike. Ew bi dîploma dereca yekemîn sala 1978a dawiyê li fêrbûna xwe ya li vir tîne û ber ku nava salên xwenkariyê da bilî fêrbûna here baş ewî huner, sureta bi cîanîna lêkolînên zaniyariyê jî dîhar kiribû, seroketiya înstîtûtê ewî di înstîtûtê da dihêle bona bi cîanîna fêran weke mamostê xwendkara û bi pê ra jî bona bi cîanîna nivîsandina têza doktorayê. Tiştên wa degme nava jiyana zanîngeh û înstîtutan da (yên weke zanîngehan yên fêrbûnê) diqewimîn.

 

Çerkezê Reş yê miletevîn biriyarê datîne zanîn û hereketê xwe pêşkêşî lêkolînên di warê edebyeta kurdî da bike. Ber wê yekê jî bi daxwaz û pêşniyara wî kurdzanê binav û deng, pirofêsor Heciyê Cindî weke serokê wî yê zaniyarîyê kifş dikin, ku bi seroketiya wî ew nivîsandina têza xwe ya doktorayê bi cî bîne. Lê ji bona bi cîanîna karê mamostatiyê ewî hela vê gavê bi rê dikin beş, fîlîyala înstîtûtê ya li bajarê Gorîsê. Hilbet, karê mamostatiyê pir zeman ji Çerkez distîne, lê dîsa jî ew sala 1984a têza xwe ya doktorayê ya bi sernavê « Veçêkirina zargotina Kurda di nava edebyeta ermeniya ya Sovyêtiyê da » bona parastina wê ber komîsiyoneke rûmetbilind ya zanyarên ermenî yên pisporên edebyetê yên bi nav û deng li Yêrevanê amade dike. Ev komîsiyona ji pir zaniyaran organîzekirî bi awayê dengdana dizî va têza Çerkez wek ya hêjayî nav û dereca doktorê zaniyariyê dibîne. Bi vî awayî Çerkezê Reş bû doktorê zanînên fîlolojiyê li Ermenîstanê û li temamiya Yekîtiya Sovy^étiyê, ber ku piştî vê dengdanê Komîsiyona Attêstasiyon ya here bilind li Moskovayê biriyara Şewira zaniyarên Ermenîstanê îzbat kir.

 

Her çiqasî jî di nava gelê ermenî yê bi kemal da kêmasiya zaniyaran tune bû, lê dîsa jî rê dan Çerkezê kurd, ku ew fêrên dîroka edebyeta ermeniya, yê zimanê ermenî, dîroka pêdagojiyê, perwerda êstêtîkayê, fêrên edebyata gelên Yekîtiya Sovyîtiyê ji bona xwendekaran bi cî bîne. Ji vê yekê eşkere dibe, ku seroketiya Înstîtûtê îtbar, baweriya bi cîanîna heqas pirêdmêtên pirşêwe dikaribû bi yekî xudanê zanînên ûnîvêrsal û kûr baniya û ew zaniyar jî Çerkez bû. Eva serbilindîke mezin bû ji bona me Kurdan û nemaze ronakbîrên kurd li Ermenistanê.

 

Sala 1990î Çerkezê Reş çend hogirên xwe yên ermenî ra li Yêrêvanê Zanîngeha ser navê Davîd Anhaxt vedike û di wê beşa kurdzaniyê organîze dike. Lê gava bi sebebên cihê-cihê ev zaîngeh tê girtinê Çerkez xwenkarên xwe yên kurd bêxwedî nahêle, 25 kesan bi xwe ra dibe Moskovayê û piraniya wan Înstîtûta wira ya dostaniya gelan da dide qebûlkirinê. Ew bi xwe jî li Moskovayê bi cî dibe û karê rojnamevantiyê bona Kurdan bi cî tîne wek berpirsiyar û amedekarekî rojnamên « Axîna Welêt » û « Kurdistan raport ».

 

Sala 1996a Çerkez vedigere Yêrêvanê û dibe berpirsiyarê rojnama sêksiyona nivîskarên kurd ya Yekîtiya nivîskarên ermenî ya « Botan ». Pişt ra ew dibe serok-berpirsiyarê rojnama « Mêsopotamiya », ku bi du zimanan yên ermenî û kurdî tê weşandinê.

 

Çerkezê Reş bilî bi cîanîna karê mamostatiyê û rojnamevantiyê yê giran mîrateke xebatên zaniyariyê ya dewlemend jî dû xwe hiştiye. Sala 1980a kitêba wî bi sernavê « Veçêkirina zargotina Kurda di nava edebyeta ermeniya ya Sovyêtiyê da » li Yêrevanê bi zimanê ermenî hate weşandinê. Pişt ra dîsa li Yêrêvanê lêkolîneke wî hate çapkirinê bi sernavê « Dîharbûna jiyana gelê kurd di nava edebyeta ermeniya ya Sovyêtiyê da » (sala 1984a).

 

Çerkezê Reş pir gotar di rojname û kovarên kurdî û ermenî yên Ermenîstanê û Moskovayê da yên ser pirsgirêkên edebyet û çanda kurdî dane weşandinê û ji wana her yek, nava wê jimarê da ya here kurt jî gotineke nû, lêkolîneke zaniyariyê ya kûre.

 

Çerkezê Reş pêşgotinên çend pirtûkên nivîskar û zanyarên kurd, bilî yên ser berhemên min, ku min li jor bîr anîn, bi van sernavan bi cî anîne û dane weşandinê : « Bavê zargotina cimeta kurd » (Heciyê Cindî), Bahar, Yêrêvan, 1988), « Derheqa romana kurdiye sovyêtiyê da » (Eliyê Evdilrehman, Şer çiya da », Yêrêvan, 1989), « Fêrîkê Ûsiv » (Fêrîkê Ûsiv, Ber cewika çiya, Yêrêvan, 2004).

Em ji pir gotaran her bi tenê sernavên çend hebên Çerkez bîr bînin : « X. Abovyan û jiyana kurdî », « Av. Îsahakiyan û edebiyata kurdî », « ji tarîxa Kurdên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê », « Nivîskar li Kurdistanê ».

 

Çerkezê Reş cara yekemîn ji orîjînalê du pirtûkên dînê êzdîtiyê (« Meshefî Reş » û « Kîtabî cîlwa ») yên pîroz wergerandin ser rûsî û bi pêşgotineke zaniyarî ya kûr dan weşandinê.

 

Em jimar û sernavên wan gotar – komêntarên Çerkezê Reş, yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi kurdî hatine weşandinê nikarin li vir bîr bînin, çimkî ew gelekin.

 

Sed heyîf, ku çend lêkolînên Çerkezê Reş yên pirrûpel û giranbiha hetanî niha nehatine weşandinê, bi destnivîsar di arşîva wî da mane û ji wana evên han : « Poyêtîka û êstêtîka Kurda ya sedsalên navîn », « Çevaniyên Ermeniya yên kevnar derheqa Kurda û Kurdistanê da », « Janra çarîna di edebyeta Ermeniya da ».

 

Çerkezê Reş şayîrekî xudanê kemala mezin bû. Weke me got, ewî ji dunizgeh-sêzdehsaliya xwe da pênûsa helbestvaniyê gerand. Bilî gelek rojname û kovarên kurdî û ermenî helbestên wî di wan berevokên berhemên şayîrû pirosayîsên kurd da hatine weşandinê yên ku salê carekê salên 90î da yên sedsala buhurî hetanî destpêka salên duhezarê yên bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê dihatin çapkirinê. Lê sala 1986a li Yêrêvanê pirtûk, berevoka helbestên wî bi sernavê « Şorişa xebera » tê weşandinê. Rojnama Riya Teze wê berevokê bi vî awayî dinirxîne : « Ev berevok him aliyê naverokê da, him jî aliyê sazmaniyê da (konistrûksiya) belkî rênîşeke nû danî di nava lîtêratûra Kurdêd Ermenîstanê da. Lê hema wextê xwe da nehate femkirinê û qîmetkirinê » (Riya Teze, çiriya paşin, sala 2004a).

 

Çerkezê Reş ne ku bi tenê avtorekî « Bahara teze » û « Bahar » bû, lê bi ser da jî amadekarek û berpirsiyarekî gelek jimarên wê berevokê.

 

Di warê wergervaniyê da jî keda Çerkezê Reş heye. Emê bi tenê nimûneke karê wî yê wergervaniyê bînin navê. Gava min di sala 1986 da kitêba berhemên ronakdarê Ermeniya yê mezin yê sedsala 19a, dost û xêrxwazê gelê kurd Xaçatûr Abovyan da weşandinê (X. Abovyan, Kurd-Êzdî, amedekirin, werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo) – di wê da çend çarînên wî jî bi wergera Çerkezê Reş bi cî kirin. Gava wana dixûnî tu hew zanî, ku ew ne wergerin, lê bi kurdî û bi destî şayîrekî kurd yê weke Mellayê Cizîrî hatine nivîsandinê : kurdiya wan wergera haqas xwerû û başe.

 

Çerkezê Reş welatparêzekî mezin bû. Gava destpêka salên 90î dutîretî ket nava olka Kurdên Ermenistanê, rasttir, dutîretî dixistin navbera Kurdên musulman û Kurdên êzdî, Çerkezê Reş bi êginî û bi cesaretekî xurt sîngê xwe da ber wê lêyî-lêmiştê û wek ronakbîrekî kurd, wek cîgirê serokê Şêwra ronakbîrên Ermenîstanê yên kurd navê Kurdîtiyê yê ser hemû beşên gelê me û zimanê gelê me yê giştî bi heval û hogirên xwe ra hetanî ji destê wan hat parast.

 

Ew, çi ku Çerkezê Reş wek ronakbîrekî bê goman mezin pê ra gîhand bi cî bîne bona gelê xwe, bona edebyet û çanda wî navê wî bi hêjatî mor dike nava rûpelên dîroka çanda kurdî da, wî navî wek yê nemir diparêze. Lê berpirsiyariya me hogirên wî yên pênûsê ya ronakbîrên kurd himberî bîranîna wî ya geş da ewe, ku em li berhemên wî xwedî derkevin, çi yên weşandî û çi jî yên bi destnivîsar bicivînin û bi awakî usa bidin weşandinê, ku ew bibin mal û milkê hemû xwendevanên kurd û nemaze yê çanda kurdî yê nemir. Ez bawerim, ku di zemanê ber me da hukumeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê ya fêdêral jî wê li mîrata ronakbîrê me yê hêja xwedî derkeve.