Ûzika Şivana

14.04.2008, xelkedondurma.com

berî ku pez bêze şivanan, dajo û xortan li nav gund digerîyan xelat top dikirin.  Ji ber ku êdin pez bi sêlametî hatin ber zayîne, ma bi xêr û bereket bêze ev jî xelat dayîna pez bû.  

 

bi ziravî gundê Altilara

Ahmet Gezer

ahsason@hotmail.com

 

Ûzika Şivana

Malê ku  êrd (xelat) nedida, digotin “pezî wane yê berbawê.”

 

Ûzik topkirin heta dema ku ezê kurik bum jî hebû, lê îro şivana û dajo ûzik êdî topnedikirin. Dem û wext heta guhertin, li gunda kurika bi ro ûzik topdikirin, bi şev jî xorte ji 12 salî heta 18 salî ûzik topdikirin. Ûzik 3 roja dihate top kirin, li gunda mina şênayîke bu. Kurik şa dibûn ku li nav gund ûzike topkin, ji dûwa jî dibirin li dûkana ji xwe re tişt dastandin.

 

Ûzik topkirin yan jî ûzik gerandin, li gundî me dibên 'ûzik' li gundên doralî me dibên çi nizam. Di dema berê de şivana, dajo û xortan li gundan berî ku pez bêze, meha çelî a paşî ard topdikirin.

 

Çima ard? Ji ber ku meha zivistane, ji êrd bêtir tiştek di mala de tûnewû.

Şivana 6 mehên bihare li çîya û banîya, li deşt û mera bi klam û bi bilura li nav gul, gupik, heşnayî, çayîr û çîmenan de derbas dikirin. 3 mehên peyîze jî, 2 mehe peşî heva germin deşt û mera bê qorî ne, şivan wan hûrd meha xêrî ji gurra rehetin. 3 mehên zivistane jî di hewşan da derbas dikirin. Ev se mehên zivistane pirr bi zehmetin,  ji alîkê da berf, baran, serma, seqem, şilî û şepalî, ji alîkê da jî şivana ev pezan di hewşan da bixavînin û him jî ew kerîyên pez têr bikin da ku pez di hewşan da mexel bibe, bixave.

 

Hewş: Her maleke ku xwudî kerîyên pez bûn hewşê xwe hebûn. Hewşa Malê Hase, hewşa Malê Milê Memed, Hewşa Malê Memê, Hewşa li Diqiz û bi vî awayî hewş bi nav dikirin. Hewş bi navên şivanan jî dihat xwendin.

 

Weng xuya dike ku navên hewşan Kurdên Anatolî Navîn bi xwe re ji Kurdistane anîne. Hewş, se alî xwe bilindin, pez nikare xwe li vê bilindîye xwe jê derxîne, alîkê xwe jî bi dar, gihê dihatgirtin. Yanî hewş mîna Gomê îronê bû, lê serîyên xwe vekirî bûn.

 

Sedema ard topkirine çibû?

Qasî ku ê ez pê dizanim û bihîstî, berî ku pez bêze şivanan, dajo û xortan li nav gund digerîyan xelat top dikirin.  Ji ber ku êdin pez bi sêlametî hatin ber zayîne, ma bi xêr û bereket bêze, ard topkirin jî 'xelat' dayîna pez bû.

 

Ez jî di ûzik topkirine gehiştim. Em kurik bûn, me tûrikên spî dest xwe dikirin li nav gund digerînî. Di navbera kurika de qarokî hewû ku kî hîng pirr êrd topke. Ji ber ve, bi lez û bez em kurik li nav gund çex tuwûnî. Ji porî me de, heta lingên me gî jê êrd spî dikir. Me got em bi lez û bez li nav gund çex duwûnî, em kurik bûn me netizanî li mala gî digerînî. Male ku pezî xwe tune yê jî, em diçûnî. Wê malê hînge digot, 'pezî me heye ku hûn ten ji me êrd dixwazine? '

 

Em diçûnî ber malê Şîmo jî, Şix Memedî Malê Êlî Qoçe. Xwudê rexma xwe lêke, wê çaxe mala Şix Memed jî mîna qonexên îro bû. Ew ji merdîwana dadiket xanî malê,  digot “werin ez êrd pê we dim.” Yên xeşîm û nezan heman bervê wî diçûn. Rexmetî merşav têjî aw dikir,  kurika jî dêrî tûrikên xwe vedikirin. Wî jî aw pê de berdida, digot “de herin! Hûne cîke din werin?      

 

Mala ku xêre neda, digotin 'pezî wane yê berbawê.'

 

Hefa van adêt û kultura me ku îro wenda bûyî, ev adetên îro nejîn. Hewceye ku em wan bi awakî bikin dokument û biparêzin.