Îro roka yekem a rojîya Remezanê ye,
Li Xelikan we nizanim le rojîya min pir xweş derbas dibû.
Min ji 12 salîya xwe virda rojî girt.
Lê ew rojîyên kû me li xelikan digirt ji bo min ne rojî bû
wek mehek şênayî û sosyal û civakî derbas dibû.

Xelikan - Xelkedondurma
Bilal Dilovan
15.10.2004
Rojî Ferz e
Rojî ibadeteke pir kevn e. Ji dînên berî îslamê hatî ( Ehlî kitab) de jî
liser bawermendan ferz e. Rojî wek Kelimeî sehadet, hec, zekat, nimê ferzekî
ye. Ji 12 meha, mehekê kû misilman, ji ro helatinê hetanî dice ava nên
naxwin, avê venaxin û ji cînsî minasebetê dûr dadistên.
Meha Remezanê meha terbîyeya nefsê ye
Wek tê zanîn Rojî ji bo kû meriv bikaribe bedena xwe û daxwazên nefsa xwe,
herwiha nêhmetên kû jê re ji hêla xwedayê dilovan û mihrîban kû dayê
xizmeta me bizanibin, û bikanin ji wê re şukurbikin û kesên kû di
tengasîyede ne û tazî û bircî ne bînin bîra xwe û destê xwe dirêjî
wan bikin.
Meha Merhametê
Rojî bibîranîna însanîyetê ye, di vê mehê de Fitre tê dayîn, Zekat tên
dayîn û Feqîr, sewî û yêtîm tên bibîranîn û alîkarîya maddî û
manevî têkirin.
Mehake Sosyal e
Di vê mehê de misilman her êvarê tên cem hev û teravîha dikin û bivê
sedemê him bratîya di navberê hevdû de xweştir dikin û yekitîya civakî
û bratîyê di pratîkê de ji bo milletê xwe û ji bo xwedayê xwe qemtir
dikin.
Li Xelika Rojîya Remezanê
Li Xelikan we nizanim le rojîya min pir xweş derbas dibû. Min ji 12 salîya
xwe virda rojî girt. Lê ew rojîyên kû mw li xelikan digirt ji bo min ne rojî
bû wek mehek şênayî û sosyal û civakî derbas dibû. Li yaylê me li
her remezanê cimakû camîya me tune bû xoceyekê li Remezanê bigirtana û
perê wî jî ji fitre Zekatan derxistana. Ez bawerim ew edetekî kû ji Kocberîya
me xelikîyan tê. Cimakû xelikî misilman bûn û jiber kocberîyê mizgeftên(cami)
wan tunebûn. Berê cîhê terawîha ode û paşe li malan bû.
Li xelikan nimêya terawî ya
Her êvarê ji fitarê şûnda jin û mer ê bihatana malekê û nîmêya
terawîhe bikirana, yekî kû bikane qametê (ezanê) bixwîne muezzîntî dikir
û melleyê kû ji derva hatî îmamtî dikir. êvarê cemata kû ji jina û mêra
ye, li malekê digehiştin hevdû. Li odekê jin li odekê jî mer cemaata
xwe ya ji bo terawîha saf digirtin. Min him di zaroktîya xwe de him jî di
xortanîya xwe de bi hezkirinekê seccadê ye xwe yê nimê ye rexista û li kêleka
kalikê xwe apê xwe û mezinê xwe yên din bi hezkirinekê terawîha bikira.
Ez îro bîra wan rojana dikim û difikirim: Ka royên kû me bi malbata xwe ve
di safekî de nimêj dikirî? Ka ew davetên kû me ji bo mewlûdê dikirî? ew
zekat û fitre yên kû me didayî feqîrên xwe? îro li ewropa dibînin kû dînê
herî rast û ji dilde dihatî ew dînê kû me li xelikan dijîyanîbûn e. Li
ewropa îro Mizgeft (cami) bû ne cîyê tîcaretê û menfaatê.
Li xelikan Nimê ya îdê
Birastî wek min li jûr nivîsî ew jîyna xelikîyan a kevn min di jîyana
yaylê de dît kû ew jîyana hêdin ligûnd nemabû, ew hezkirina bawerî di
xelikan de pir kêm bû. Kahveyên kû li gûnd vebûyîn jîyana sosyal xerakirî
bû. Lê îd û erefe pir xweş derbas dibûn, Li Erefê "Klorên bişekir
yajî bi mit rûnkirî" dihatin belaw kirin, kurik di vê rokê de pir
şa diwûn. Piştî nimêya îdê herkes diçû mezel û mirîyên xwe zîyaret
dikirin. jê şunda biçukan destê mezinan û mezin jî diçun rûyê biçukan.
Bi vê sedemê ez vê meha remezanê ya rojîyê ji xelikîyan re û gelê kurd
û ji alema îslamê re pîrozdikim û bimbarek be. Ew meha ji me re bibe sedema
yekîtî û xelasbûyînê.
Rojî bixêr be.