|
Pirtûka
nû ya Yılmaz Güney We çawa dîtiye wisan qala min bikin |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
18.07.2007,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
We çawa dîtiye wisan qala min bikin
Gelek caran ne hêsan e ku bêyî bilindkirin û nirxdayîna Yılmaz Guney qala wî bê kirin. Jiyana wî ya rojane herdem bala mirovan dikşîne. Yılmaz
ji awira têkiliyên bi derûdora xwe re û nerîn/nêzîkbûna wî li ser
pirsên hunerî wek şexsekî ji dorê nehatiye raçavkirin. Qala Yılmazê
normal, yê li taxê, li kolanan, li malê, li zindanê, li ber û pişt
kamera, bi germiya xwe li hember zarokan û ciwanan piralî nehatiye kirin.
Fermo
nirxandina Şahinê: |
||
|
Belê,
Gümüştaş, di pirtûkê de pêyvên xwe yên pêşî wisan bi
rêz dike. Li gorî wî, mirov li Selimiyê di nava xewn û xeyalan de dijî,
ew cî, mekanê rûwên winda ye. Nivîskar, di nava xewn û xeyalên xwe de
wêneyekê ji dema zaroktiya xwe û Yılmaz nîşanî mirov dike. Yılmaz
reng dabû zaroktiya Gümüştaşî. Gümüştaş, awayê
kenê Yilmêz, meşa wî, pevçûna wî jiber kiribû. Niha jî li
zindanê bi sînemekarê nasdar Yilmêz re ye. Li hember nexweşiya mercên
zindanîkirina ramyarî, hebûna Yılmêz di hepsê de ji xwe re weke
şensekî mezin dibîne. "Rojên
bi Yılmaz Güney re / We çawa dîtiye wisan qala min bikin"
bi şêweyekî herî însanî nêzî Yılmaz dibe û qala wî dike.
Belê, cara pêşî Yılmaz bi nivîskarî re axifî bû. Axaftin li
ser pirtûka Sabahattin Ali ya "Kuyucak Yusuf" bû. Piştî vê
axaftinê, têkiliyên wan xurt dibe û li ser pirsên jiyanê didin û dîstinin. Di
pirtûkê de bîranînên fîlmkişandina Yılmaz, beşa
qalkirina Atıf Yılmaz û Fikret Hakan, pirtûkên ku Yılmaz
nivîsîne, fîlmên ku kişandine û dîtinên wî li ser pirsa şoreşê
tev hene. Raçavkirina xwezayî ya nivîskar û zimanê wî yê rojane
rastiya Yilmêz derdixîne holê û wî bêhtir nêzî me dike. Rastiya Yılmazekî
mîna me, kesek ji nav xelkê derdixîne holê. Axaftinên
Hakkı Gümüştaşî bi Yılmaz re ji bilî edebiyatê li
ser siyasetê jî piralî ne. Axaftina Yılmaz di dadgehê de û di dema
îfadewergirtinê de pir bi nirx in. Qala helwesta Yilmêz wisan tê kirin:
Ne diwestiya. Ne pîşman
bû. Ji bo pêşerojê hêviyên xwe mezin bûn. Li buyerên rast xwedî
derdiket. Yên şaş rexne dikir. Mesajên ku di fîlmên xwe de
dida ragihandin, di parastina xwe de jî dinîvisand. Li gorî wî, li çi
cihî dibe bila bibe dê têkoşîna ji bo şoreşê bidome.
Salonên dadgehê jî meydanek e ku mirov şerê şoreşê tê
de bike... Çîroka
binavkirina Qralê Kirêt Navekî din yê Yılmaz di nav xelkê de "Qralê Kirêt", anku "Çirkin Kral" e. Gelek kes li ser pirsa peydabûna navê wî pêwîstiya xwe bi zaniyariyê heye. Bersiva pirsê ji Yılmaz bi xwe hatiye wergirtin: Dema min dest bi karê sînemayî kir, keç û xortên lihevhatî hebûn. Fîlmên wan bi xweşî û bê pevçûn bi dawî dihat. Qanûnên sînemayî ji bo wan dixebitîn. Aliyên fîlmên wan yê civakî tune bû, qels bû. Rastiya jiyanê di fîlmên wan de xuyanî ne dikir, lê dîsa jî kêfa xelkê ji wan re dihat. Lê
welatê me cihê mirovên bi derd û keser e. Devera ku xelk nanê xwe ji
keviran peyde dikin e... Dema ku xelkê (bi rêya fîlmê min) rastiya xwe
temaşe kirin, guhertin jî dest pêkir. Mirovê ku dilîst ne lihevhatî
bû (Yılmaz), lêxistin dixwar, zora wî dibirin û fîlmên wî bi dîmenên
jiyaneke xweş, bi dawî nedihat. Paşê xelkê rastiya xwe di wan
filman de dît. Lîstikvanê xwe nas kir. Dema min rastiya li holê dît, ez
li ser naveroka fîlmên xwe bûm xwedî dîtin. Bi vê yekê têkiliyên me
pêk hat. Têkiliyên min û temaşevanan bala derhêneran kişand.
Dema fîlmên li salonan û koşkan bi dawî hatibû. Xelkê berê xwe
dabû fîlmên xwe (fîlmên Yılmaz). Derhêneran jî dixwest salonên
sînemayê bi saya serê fîlmên wisan dagire. Tevan digot: Filmê vî
"kesê kirêt" balkêş in û tên hezkirin. Lê me jê re (Yılmaz
re) navek peyde nekir. Yekî ji wan dibêje, bila navê wî "Qralê Kirêt"
be. Û navê Qralê Kirêt di nav xelkê de belav dibe... Her
çapek nû bîranînêk nû Roj derbas dibin, rojekê nivîskarê me dighêje azadiya xwe û ji zindanê derdikeve. Yılmaz dest bi kişandina fîlmek nû dike û paşê bûyera (kûştina dadgêrê nijadperest) li Yumurtalık ê pêk tê. TRT (kanala fermî tv ya Tirkiyê) Yılmaz Güney mîna qatil dide nîşandan. Bi
xwendina pirtûkê mirova di nava nivîsê de dirêjî wan salan dibe û
nikare bipejirîne ku Yılmaz qatil e. Çûn û hatin, dadgehkirina Yilmêz
dest pê dike û ew bi kûştina kesekî tê mehkûm kirin. Rojên wî yê
Imraliyê dest pê dike... Ev
pirtûk, ji çapa sêyem (3:em) e. "Her çapeke nû, ez ê bîranînên
Yılmaz yên nû lê zêde bikim", dibêje nivîskar Gümüştaş.
Ew dixwaze bîranînên wî hetanî roja mirinê berhev bike. Pirtûk,
bi pirsa "Li Parîsê çi bû?" bi dawî dibe. Amadekariya çapa nû
dê di meha tebaxê de bi dawî were. Pirtûk
di nava weşanên Arya Yayincılık de derketiye. Kesên
ku jiyana Yılmaz Güney ji awirên nû ve merak dikin, dikarin vê
xebatê bi dest bixînin û bi saya wê xweşiya havîna xwe rengîntir
bikin. |
|||