...wek: (di bêjim)
ku parçê (di) ji parçê (bêjim) vediqetandin, her ev jî şaşe.
Şêweya rast jêre ku herdû parçe pevve bêne nivîsandin, wek: (dibêjim),
ango divê kertên peyvê bihevve bêne nivîsîn...
Pêşgotin
Berzo Mehmud
"Ji
sala 1984-an ve ta roja îro ez karê nivîsîn û serperiştiyê di warê
rojnamegeriya Kurdî de dikim, nemaze di çend govarên Kurdî de, ku despêkê
govara Gelawêj bû, paşê ez çûme nav karê govara Pirsê, û vê dawiyê
govara Hevind. Di vê qunaxa han de, min gelek xem di warê nivîsîna Kurdî de
xwarine, jiber ku di vî karî de ez pêrgî gelek kêşeyên rênivîsê
dibûm, nemaze ku rênivîseke Kurdî birêkûpêk yan jî standard nebû ku em
li ser yek awayî têde bimeşin, jibilî vê jî bîrûrayên ciyawaz
navbera rênivîsa Celadet û ya Reşîdê Kurd û ya Qenatê Kurdo hebûn,
ku vê yekê jî tevlîhevîk di nav nivîseran de drust dikir. Lê, her hemî jî
ketin xidmeta pêşketina zimanê Kurdî de. Van hokaran di warê tevgera
nivîsînê de bi zimanê Kurdî, axaftin li ser rênivîsa zimanê Kurdî di
nav rewşenbîrên Kurd de gurr dikir, û vê yeka han dihişt ku her
demekê lêkolînekê di alîkî ji aliyên rênivîsa Kurdî de binivîsim, ku
ev jî berî sala 1996an dest pêkiriye, û ji wê demê ve babetên vê pertûkê
di govarên Kurdî de dihatin belavkirin, û gelek ji wan jî ta niha belav nebûne.
Min weha dît, ku nivîsîna Kurdî pêwîstî bi lêkolîneke zimanvanî derbarî
rênivîsê heye, ku bikarê wan giriftarên ku di şêweya nivîsîna Kurdî
de hene bidê xuyanî kirin, û hewl bidê ligor nerîneke zimanvanî wan
tegeran عراقيل di şêweya hewldan û pêşniyarkirinê
de, neku biryardanê, çareser bikê.
Herweha dixwazim awayên rast, û awayên nerast ligor bîrubaweriya xwe berçav
bikim, bo nimûne, gelek caran hin peyvên Kurdî bi şêweyeke çewt û
nerast têne nivîsîn, wek: (di bêjim) ku parçê (di) ji parçê (bêjim)
vediqetandin, her ev jî şaşe. Şêweya rast jêre ku herdû parçe
pevve bêne nivîsandin, wek: (dibêjim), ango divê kertên peyvê bihevve bêne
nivîsîn.
Lewre jî min xwest di vê pertûkê de ez hin xalên, ku di baweriya min de
giringin, danim ber çavê nivîser û zimanzan û xwêneran, û raya xwe jî bi
ronî têde hişkere bikim. Bo vê yekê jî, min pişt bi lêkolînên
zimanvanî girê da, jibo bikarim li ser rêbazeke zanistî di şîrovekirina
hoyên hebûna diyardeyên zimanî de bixebitim, û têde kêşeyên zimanê
Kurdî berçav bikim. Herweha peywendiyên destûrên rêzimanî bi rênivsê re
bidim xuyanî kirin, ligor ku zimanzanên cîhanê bi şêweyeke rast û
drust têde çûne.
Zimanê Kurdî pêwîstî bi xebateke mezin heye, ku li ser bingehên zanyarî
herê pêş, û bi drustî rêya xwe têde bajo, da ku em jî wek miletên dîtir
şanaziyê bi nasnameya xwe bikin û bi zimanê bavûbapîrên xwe rewşenbîriya
xwe ava bikin, dûr ji hestê dijminatiyê bi zimanên miletên dîtir re. Ev
karê han berî her kesî di stûyê rewşenbîrên Kurd deye, yên ku îroroj
ji wan tê xwestin bi rola xweyî berpirs rabin.
Weha diyare ku rênûsa zimanê Kurdî navbera piroseya likanê û nelikanê de
diçê û tê. Ev likan û nelikan di rênûsa Kurdî de şêweya standard
li ber nivîseran wunda dikê, ku îroroj ji hemî çaxan pirtir, me pêwîstî
bi şêweyeke standard heye, ku bikarê rayên zimanê Kurdî li ser cihekî
xurt biçênê. Bo vê yekê jî, min xwest ez li ser hin alozî û ciyawaziyên
rêzimanê Kurdî rawestim, û min jî rêbaza xwe li ser yasayekî giştî
di rênivîsê de kişandiye ku ew jî bûna peyva Kurdî di du şêweyan
de: şêweya ferhengî û şêweya ristesazî, wilo jî berên peyvê
wek (nav û kar û hevalnav û jimar...) dikevin ber herdû şêweyan de û
ka çilo di warê rênivîsê de tên. Herweha ev lêkolîn li ser rêbazeke
zimanvanî, ku xelekên pertûkê bi hev ve di çarçêweyeke taybetî de tê çareserkirin,
û bîrûraya xwe têde didim xuya kirin, bihêvîme bikarim xizmetekê ji vî
zimanî re bikim.
Bi ser ku zimanê Kurdî temenekî xweyî dûrdirêj heye, lê mixabin ti xebata
zanistî di dema kevin de jêre nebûye, tiştê heyî jî di van pêncî
salên dawî deye, ev dema han jî ligor temenê zimanê Kurdî gelek kurt û
hindike.
Di vê pertûkê de dixwazim hin kêşeyên rênivîsê bi şêweyeke nû,
û bi nerîneke zimanvanî bidim ber lêkolînê, neku em bi vê destûrê yan wê
destûrê bigirin, ne tenê çima filan zimanzanî wilo daniye, yan wilo
xwestiye, inca her waye, û nabê dîtineke dîtir werê meydanê. Ya dîtir jî
ewe ku ev bîrûra di çarçêweya nerîneke tiyorî de dimênê, ne dûre di paşerojê
de ev nerîn, ya hin nerîn ji wan bêne guhartin."
* * *
Naverok
Pêşgotin
BEŞÊ YEKÊ ZARAWE
I- Danîna Zarawe
II- Peyv û Tiyoriya Morfêm
BEŞÊ DUWA
LIKAN Û NELIKAN
I- Rênivîsa Peyvê navbera Pevvekirin û Cudakirinê
II- Nivîsîna Paşkokan Di Zimanê Kurdî de
BEŞÊ SÊYA:
BABTÊN PEYVÊ
I- Peyv di Şêweya Ferhengî û Ristesazî de
II- Şêweya Standard û Şêweya Navçeyî
III- Bêje û Erkên Têvel di Danîna Rênivîsê de
BEŞÊ ÇARA
PEYVRONAN
I- Peyvronan
II- Danîna Nav
III- Hevalnav
IV- Nivîsîna Amrazên Lêkder
V- Nivîsîna Jimaran
BEŞÊ PÊNCA
NİVÎSÎNA NÎŞANEYÊN NAV
I- Nîşaneyên Rêzimanî
II- Morfolojiya Nav di şêweya likanê de
III- Likan û Nelikan
IV- Nav di Barên Ristesazî de
V- Nîşaneyên Rêzimanî yên nav
VI- Tewang
BEŞÊ ŞEŞA
NIVÎSÎNA DAÇEKAN
I- Nivîsîna Daçekan
II- II- Erk û Rola Morfêma (bi)
III - Nivîsîna Daçekên Lêkdayî
IV- Nivîsîna Daçekên ligel Navên cî
V- Egerên Likana Paşçekan
VI- Pêwîstbûna Nelikana Paşçekan
BEŞÊ HEFTA
RÊNIVÎSA KAR
Kar di Şêweya Ferhengî û Ristesazî de
II- Jêderên Sade (Pêşrês û Paşrês)
III- Kar û Paşkok
IV- Nivîsîna (ê)ya Ayinde
V- Jêderên Dariştî
VI- Jêderên Lêkdayî
VII- Karê (bûn) û Rêjeya Erênî û Nerênî
VIII- Morfêma (-e) yan (-ê)?
BEŞÊ HEŞTA
FERHENGOK