|
Ji Lalel Qaso pirtûkek zarokan: ABC Kurdî |
||
|
18.04.2008,
xelkedondurma.com |
||
|
|
||
|
|
||
|
|
||
|
|
|
ABC Kurdî Nivîskar Laleş Qaso bêhtir bi roman û makaleyên xwe tê nasîn. Lê xebata wî ya dawiyê, ABC Kurdî, ji bo perwerdekirina zarokan bi şêweyekî pedagojîk hatiye amadekirin. Zarokên 9-13 salî dikarin jê sudan wergirin. Xebata ABC Kurdî bi diyalektê kurmancî hatiye amadekirin. 65 rûpel e û di nava weşanên Pelda de, li Stockholmê derket. Di xebatê de hejmarek bilind wêne hene. Hejmara wêneyên hatine bikaranîn zêdeyî 400 î ne. Wêne rengîn in û bi pirs û miftokên xwe sempatiya zarokan bidest dixînin. Ji bilî rêziman, zaniyariya li ser navê rengan, navê endamên malbatekî, sal û demsalan pir dewlemend e. Ji demsalên Swêdê û Kurdistanê nimune têne dayîn. Her wisa ji awira matematîkê ve çend rûpel hatiye veqetandin. Nimune bêhtir li ser komkirinê (+) ne û alîkariya zarokan dike ku, bersivan pirsan bidin. |
|
Birêz
Laleş Qaso ji ber nerînên xwe yên siyasî nêzî deh salan di
zindanên Tirkiyeyê ve maye û ketiye ber şkenceyên giran. L. Qaso
ji salên 1990ê ve li Swêdê dimîne û romanan, nivîsaran û helbestan
dinivîse. Ta niha şeş pirtûkên Laleş Qaso derketine. Çar jê roman in û yek jî dîwana helbestan e. Sê romanên wî - Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê û Wêran - mîna trîlogiyê berdewamiyên hev in lê dikarin serbixwe jî bên xwendin. Pirtûka wî ya dawiyê, Ronakbîr, romanek kurt e. |
Pirtûk, bi 10 xaçepirsan û mijarên cewaz kêşara xwe zêde dibe û zarokan bi xwe ve girê dide. Giraniya xwe li ser pirsên matematîkê ne. Di pirtûkê de, cihê balkêş zaniyariyên li ser Kurd û Kurdistanê ne. Zarok bi vê xebatê, welatê xwe û nasnameya xwe baştir nas dikin. Hejmarek bilind ji bajarên Kurdistanê li ser nexşeya Kurdistanê cî digire ji bo ku zarok welatê xwe baştir nas bikin.
Pirtûk rengîn e, bi zaniyariyên piralî hatiye barkirin. Bêhtir ji bo zarokên Swêdê û Ewropayê hatiye amadekirin. Pêwîst e ev xebata hêja li ber destê zarokên kurda hebe.
Kesên bixwazin vê xebata hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîşanê re têkiliyê deynin: peldaforlag@comhem.se Zarathustra News |
|