KURDĪ KURMANCĪ PIRTŪKA XWENDINŹ -1 

...Pirtūka Kurdī kurmancī -1, ji bo kesźn salmezin  ku qet bi kurdī nizanin, hatiye amade kirin. Loma bīhna pirtūkźn almanī ū īngilīzī  yźn ku ji bo armanca fźrkina zimanź xwe amade kirine jź tź....

Amed Tīgrīs                                                                                    

 
Weha diyar e ku ji bo amadekirina vź pirtūka dersź, mamoste Evdila Dirźj ked ū xwźdaneke mezin ū zźde daye. Herweha hevalźn ku bi karź teknīkī ū raxistina rūpelan ve daketine, wan bi xwe jī zehmetī ū cefa dītine

KURDĪ KURMANCĪ PIRTŪKA XWENDINŹ -1

 

Wek di navź xwe de jī diyar e, ev pirtūkeke dersź ye. Pirtūka Kurdī Kurmancī -1, ji aliyź Evdila Dirźj ve, di sala 2005an de li Berlīnź hatiye nivīsīn ū amadekirin. Pirtūk deh beş e: 1. hevnasīn, 2. welat, ziman ū pīşe, 3. xanī ū mal, 4. xwarin, vexwarin ū xurekźn jīyanź, 5. jiyana rojane, 6. sefer li Kurdistanź, 7.cejn ū şahī, 8. bajarźn Kurdistanź ū trafīk, 9. tenduristī ū jiyan ū 10. demsal ū avhewa.

 

Pirtūk bi ebata A-4 e ū 155 rūpel in. Rengīn e ū CD a wź jī heye. Di dawiya pirtūkź de, bi kurdī, almanī ū īngilīzī ferhengokek sźzimanī heye.

 

Pirtūka Kurdī kurmancī -1, ji bo kesźn salmezin  ku qet bi kurdī nizanin, hatiye amade kirin. Loma bīhna pirtūkźn almanī ū īngilīzī  yźn ku ji bo armanca fźrkina zimanź xwe amade kirine jź tź. Mirov li ēavkaniyźn zimanźn cīhanī yźn pźşketī binźre, ji tecrūbeyźn wan sūd bigre, metodeke gelek baş e. Lź bi mercź ku taybetiyźn zimanź xwe(kurmancī) ji bīr neke. Ji ber ku her ziman taybetiyźn xwe hene ū rewşa her zimanī cuda ye ū her yek di ast ū pīleyźn cihźreng ū cuda de ye.

 

Weha diyar e ku ji bo amadekirina vź pirtūka dersź, mamoste Evdila Dirźj ked ū xwźdaneke mezin ū zźde daye. Herweha hevalźn ku bi karź teknīkī ū raxistina rūpelan ve daketine, wan bi xwe jī zehmetī ū cefa dītine. Heta ji destź wan hatiye, huner ū zanīna xwe bi kar anīne ku pirtūk bi kalīte derbikeve. Di gelek waran de bi ser ketine ū berhemeke hźja afirandine. Wek fikir, metod ū bikaranīna ziman serketine, lźbelź di gelek mijar ū waran de jī kźmasī ū şaşī hene. Ez ź li gor zanīn ū dītina xwe bi kurtī ū bi ēend xalan van kźmasī ū şaşiyan destnīşan bikim:

1. ji bo ku pirtūka dersź ye diviya bū pirtūk baş bihatana redakte kirin.

 

2. wek tź zanīn redakte bi tenź ne rastkirina ziman e; herweha sazkirin ū serūberkirina mijar ū raxistina rūpelan e jī. Wek nimūne di rūpeleke vź pirtūkź de ēar-pźnc mijar ū wane hene. Hema li pey hev rźz kirine. Rūpel dagirtī ne. Xwendekar nikarin nefes bigrin. Halbū ku dikaribūn wan wane ū mijaran ne di rūpelekź de, di ēar-pźnc rūpelan de, li pey hev raxin, bi cih bikin. Wek nimūne li rūpela 11. binźrin. Hem alfabe heye, hem spardin heye ū hem jī bi wźne nasandina kesan heye. Tevlihev e!

 

3. ya herī xerab ū ne pedagojīk, fźrkirina rźzimanī ye. Li ser hev ū pey hev ēend mijarźn rźzimanī hatine rźz kirin. Wek mīnak, di rūpelźn 18 ū 19an de, bź navber ū tekst ev mijarźn gramerī li pey hev hatine rźz kirin: 1. cīnavkźn kesane, 2. cīnavkźn kesane ū lźker, 3. dengdar/dengdźr ū lźkera būn, 4. cīnavkźn şanīdanź, 5. cīnavka vegerok, 6. daēek, 7. cīnavka pirsyarī, 8. hokerźn pirsyarī ū  9. daxuyanī ū lźkerźn hevokź. Ne şagird, bi xwedź mamoste bi xwe jī nikare bi carekź de, ji bin van qanūn ū prensībźn neh wane ū mijarźn giran, dijwar ū cihź cihź rabe, gźj ū xīnt dibe. Gelo di şūna van neh wane ū mijarźn rźzimanī de, ji bo her wane ū mijarī bi serź xwe teksteke nīv rūpelī hebūya ū  grametīka wź li bin wź būya ne hźsantir ū xweştir bū? Bifikire kesī ku cara yekem dixwaze fźrī kurdī bibe, di carekź de weha li dūv hev deh mijarźn rźzimanī werin pźş, de ēi xwelī li serź xwe bike?

 

4. di termīnolojiya gramerī de jī gotinźn ēźkirī hene. Wek nimūne: cīnav, būye ”cīnavk”, hevudūdanī būye ”berhevīn”, kurtecīnav būye ”cīnavkźn lźhevxistī….”

 

5. ciltkirina pirtūkź gelek xerab e. Heger şagird pirtūkź du car vekin ū bigrin, ji hev dikeve ū dibe rūpel rūpel. Źdī ji formź pirtūkź derdikeve ū dibe yek rūpel.

 

Ez dikarim bźjim bi hemū kźmasiyźn xwe ve pirtūka Kurdī Kurmancī pirtūka xwendinź-1
materyaleke baş e ū mamosteyźn zimanź kurdī dikarin wź wek pirtūka waneyź bi kar bīnin. Ji xwe karanīna pirtūkźn dersź li gor daxwaz ū hilbijartina mamosteyan e. Ne pźwīst e ku mamoste hemū wane ū mijarźn pirtūkan bi kar bīnin, li gor xwe ū rewşa şagirdźn xwe hildibjźrin.

 

www.amidakurd.com

 

13.06.2007, xelkedondurma.com

 

Bigire