|
Pirtûkên hilbijarte Çû |
|||
|
11.05.2008,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
|||
|
Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim. |
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
|||
|
|
”Piştî
demekê zarok raketin û min jî mihawele kir ku bi xewê re herim. Ji nişka
ve kete bîra min ku piştî heyşt salan, ew cara pêşî bû
ku ez û zarokên xwe dikira li eynî odeyê raketinan. Heta bi wê bistîkê
jî nehatibû bîra min ku em di malekê de dijiyan, lê em li ba hevdu
raneketibûn… |
|
Çû Pirtûka
”Çû” ji gelek serpêhatiyan pêk tê. Ceribandinên cewaz hilmek e nû
dide xebata wî. Bi zimanek bilind hatine nivîsîn. Beşek ji wan serpêhatiyan,
bîranînên nivîskar in. Bîranîn û serpêhatiyên wî mirov bi xwe re
dibe gelek deverên Kurdistanê. Rojên kêf û şahiyê, bîranînên
bi wate û rojên nexweş nirxê berhemê bilind dike.
Rêwîtiyên Karahan têra xwe balkêş in. Rêwîtiya bi zarokên xwe re, ku çend malik jê li jor hatine nîvîsîn, mirov, li ser jiyana xerîbiyê kûr-kûr dide hizirkirin. Li
welatê xerîbiyê, di malekê de û di nava endamên malê de, biyanî bûn,
ji hev dur ketin dikare bibe an na?
Gelek
kes bi vê pirsê her roj rûbirû dibin. Lê newerin ji xwe bipirsin. Rastî
tal e. Nexweş e. Û em pê re dijîn, lê qala wê nakin. Li dora wê
diçin û tên. Karahan, bi wêrekbûnek bêsînor berê neynikê dide xwe
û bi saya berhema wî, em jî rastiya xwe dibînin... ”Eydiya we bimbarek be!” qala cejnên olî yên li welêt dike. Mirov bi xwe re dibe demên berê. Berî cejna şekir, anjî qûrbanê. Kirîna cilan û şekirên eydê, çêkirina xwarinê. Şeva cejnê, xeyalên zaroktiyê û di nava xeyalan de raketin, di xew ve çûyîn. Roja cejnê, hatina mêvanan, derketina derve û serdana malên nasa, xizm û cînaran. Xwarina şekirên rengo-rengo û kêşnadina çixareyên duviksor.
Ez
bi xwe, di nava xetên Karahan de wunda dibim. Ez pê re, li Kurdistanê
dibime mêvan. Bi heyecana berî cejnê û roja cejnê re, mal bi mal
digerim. Şekirên nav kaxezan, yên qulqulkî, hamizhulû tam dikim. Û
li xerîbiyê nebûna cejnên wisa û berîkirina dengên selaya meleyên
welêt ji min re jî dibe cihê êşê… Min
Amedê dîtiye. Gelek caran lê bûme mêvan. Lê geriyame. Ez hinekî Amedê
nas dikim. Lê Amedê, anku Diyarbekirê qet ji min nepirsin. Ji Karahanî
bipirsin. ”Rêwiyê
Diyarbekirê siwar be!” bixwînin û di nava rêzên wî de li
Amedê bigerin: Xwirîniya xwe li cem ”cegercî Hecî” vekin. Paşê
di ber Çarşiya Şewitî re derbas bibin, li ber dikana Niyazî
Xoce hilmekê ji çixareyekî ji tutina Mûşê bikşînin, li
dikana Yûsifê kor jî dewlemendiya buharatan bibînin. Li ber deriyê Mêrdînê,
li qehwexaneya Dêrikiyan çayekî giran vexwin. Rêya xwe bi Bexçeyê Terzîler
bixîne tasek ava sûsê vexwin. Noşîcan be…
Karahan
ji bo danasîna Amedê derdikeve rê, lê ew, sînorê danasînê û
ceribandinê derbas dike. Nivîs dibe fîlmek dokumenterî. Mirov bi xwe re
taxbitax, kolanbikolan digerîne. Cî û kesên navdar bi saya rêzên
Karahanî dibin dîmen, tev mîna malikên fîlmekî li ber çavên mirovî
têne nîşandan… Pirçandîbûn,
pirengbûna welatê me, gelek caran di berhemên me de cî digirin.
”Kirîvê Gaso” jî yek ji wan ceribandinên lê hêja ye.
Karahan, di vê ceribandina xwe de, qala rengekî din, çandekî din ji yên
welatê me dike. Dewlemendiya wan çandan, ji awira aborî û çandî ve dihêne
zimên.
”Erê
Kirîvo… Tu yek ji filehên Dêrikê bûyî. Filehên me! Ew hemû jî
sinetkar bûn. Ji cildirûtiyê bigre, heta bi necarî, nalbendî, terzîtî
û koçkariyê di destê wan de bû… Ruwê
me li ber te reş e, kirîvo. Li dibistanê jî me bela xwe di Yaqûb û
Sêpanî dida ku ew eşhida xwe bînin… Ji me re hatibû gotin ku
mirov filehekî bike misilman, mirov dê here buhiştê… Haa
Kirîvo..! Ez
bi ezameta te dikim ku me gelekî bêriya we kiriye. We ew dever terk kirin
û we em bê xwedî û omîdî hiştin. Tehma sohbet û henekan jî
nemaye, kirîvo…” Rengên
welatê me, ermenî û asurî (suryanî/ kildanî). Cuhuyên me. Û koka
dara me, kurdên herî esîl, Yêzîdiyên me. Û kurdên misilman. Rengên
welatê me, bi hunera destan û pisporiya aboriyê dewlemendiyek mezin pêşkêşî
welatê me dikirin. Em tev, mîna pêşiyên xwe, dapîr û bavpîrên
xwe li wir çêbûn. Li wir mezin bûbûn. Dêr, sînagok, lalêş û
mizgeftên me hebûn. Li welatê me, li dêr, sînagok, lalêş û
mizgeftan destên nûranî ber bi esmên ve dirêj dibûn. Duayên wan bi
keda wan re dibû bereket û bi ser welêt de dirijiya. Rengên cewaz tehemûla
hev û dewlemendiyek çandî pêk dihanîn. Tehemûla xwezayî hêviyên
mezin dida mirovî…
Paşê
em ji hev hatin durxistin. Em bûn siwarên xelkê û şervanên hizirên
wan. Nemerdên xwînrêj, şerê birayên me û rengên welatê me kirin.
Û em jî bi xwe re kirin heval. Pêşî dawiya wan anî. Paşê jî
berê xwe dane me. Şerê wan yê li dijî me îro jî didome. Xeyalên
me û rengên welatê me yek bi yek têk diçin… Karahan,
weke gelek nîvîskarên me yên li ser pirçandîbûnê pispor in, zane ne,
vê êşê dibîne û dihêne zimên. Li wan rojên xweş digere. Bi
awirek rexneyî nêzî buyeran dibe. Bi zimanekî bilind, berhemekî hemdemî
pêşkêş dike. Neslên nû li ser buyerên giring û rengên welatê
me agehdar dike… Berhema
“Çû” ji 40 ceribandin, serpêhatî û bîranînan pêk tê. Her yek ji
wan têra xwe dewlemend e. Ne tenê ji awira edebî, lê belê ji aliyê dîrokî
jî têr û tije ne. Berhem di nava weşanên DOZ
ê de, di îlona 2006 an de li Stenbolê derketibû. Bi
kurdî ye û ji 160 rûpelan pêk tê.
Kesên bixwazin vê berhema hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîşanê têkiliyê deynin: dozyayinlari@yahoo.com |
|
Enwer
Karahan kî ye - Di xebata te de, qala cejnek olî tê kirin ku mirov bi xwe re dibe cejnên kevnare. Gera li Diyarbekirê weke dokumenter fîlmekî ye. Kirîvê Gaso qala pirçandîbûna welatê me dike. Her wisan li ser jiyana rewşenbîrên kurdan jî dîmenên cewaz hene. Me di analîza li ser vê xebatê de sernivîsek wisa nivîsî: Pirtûka bi dîmenên jiyanê barkirî: Çû. Dîtina te çi ye? E. Karahan: Meseleya navê kitêbê jî taqdîra we ye. Min navê "ÇÛ"yê lê kir û ew bi wî awayî hat belavkirin, jê pê ve kî çi navî lê dike yan jî bi kîjan awayî şîrove dike, êdî ew ne karê min e. Lê heger şîroveyeke piçûk pêwîst be û tu wê ji min dipirsî; rast e ku gelek tîp, cîh, his, şexsiyet û dîmenên civata kurdan û yên kultura miletên cîran di van nivîsan de hene. Heger qesda te di vê maneyê de be, tu bi heqî ku navwekî weha lê bikî. Ji xwe ev nivîsên hanê hin caran xwe li perên delavên çîrokê qewimandine û hin caran jî li deriyê helbestê xistine; hin caran verşandina hisên mirovî ye û hin caran jî lipêgerîna bîranîneke nejibîrkirî ye, loma jî ew netîceya komkirina gotin û vegotina prosesa demeke bi zahmet e. Heger bi vî awayê xwe bala xwendevanan kişandibe, ev tê wê maneyê ku ev celêbê edebiyatê jî dê cîhê xwe li ba kurdan pêde bike û ev yek jî kêfa mirovî tîne. |
|||