|
|
||
|
|
||
| "Çend çêrokên Kurdî ji Anatolyê" di nav weşanê Apec´ê da bi der ket. | ||
-Di pirtûkê da 12 berhemên yê edebîyata devkî yê Kurdan Anatoliyê hêne. Ez dixwazim li şûnê gotina çêrok, gotina berhem bi kar bînim. Ji ber ku em hemû hekatê edebîyata devkî ra dibêjin çêrok lê va ne rast e. Lê di pirtûkê da xên ji çêrokan meseleyek jî hêye. "Mesele" jî yek ji berhemên
edebîyata devkî yê Kurda ne. Şekl, û naveroka wana pir nêzikî
çêroka ye. Lê di meseleyan de mîna cêrokan, tişt yan jî bûyerên
li dijî xwezayê, ango tişt yan bûyerên di jîyanê rastan da tûneyî,
pêyde nabin. |
||
|
29.09.2007,
xelkedondurma.com |
||
| Heypeyvîn bi Rebenî Cêlîkan re ! | ||
| Çavkanî: ji Malpera Kurdenkirsehîre | ||
| Kurdî |
Türkçe |
|
|
Birêz Rebenî Cêlîkan, çend wextan ber vê pirtuka we yê bi navê "Çend çêrokên Kurdî ji Anatolyê" di nav weşanê Apec´ê da bi der ket. Em dixwazin liser vê pirtukê bi we ra hevpeyvinêkî çê bikin. Lê hîn ku me dest pê nekirîye, hun dikanin xwe bi xwendivanên me bidin nasandinê ? -Navê min Reben e. Ji gundê Qirpingarê ( Kirkpinar) yê bi ser Qulekê (Kulu) va, ye me. 28 salî me û 9 salan bi vir da li Danîmarq'ê dijîm. Pirtuka we ku ji cêrokên Kurdî ku we di nav Kurdên Anatoliyê da berhev kirî pêk tê bi der ket. Ew cara yekemîn e ku di nav Kurdên Anatoliyê da berhemekî bi vê şeklê tê weşandinê. Fikra hazirkirîna pirtukêkî veng ji ku da ket bîra we ? -Fikra weşandina vê
pirtukê ji zû va ye ku di bîra min da bû. Ez dikanim bibêm ku rêy
wexta ku di kurikêyê da kal-pîrên me ji me ra qala çêrokan dikirin
ez fikra ketibû bîra min. Ew berhemên xweşik rêy ji hîngê da li
ser min têsîra xwe kirî bûn. Ez bi xwe negihîştim ew dêmên ku
hema hema li her malê Kurd da wexta ku ro diçu ava ji kurika ra çêrok
dihat qal kirin û cimeatê Kurda bi van çêroka na perverde dibû. Lê
di kurikê me da jî çêrok hêbûn . Di pirtukê da çend çêrok hatina weşandinê ? -Di pirtûkê da 12 berhemên yê edebîyata devkî yê Kurdan Anatoliyê hêne. Ez dixwazim li şûnê gotina çêrok, gotina berhem bi kar bînim. Ji ber ku em hemû hekatê edebîyata devkî ra dibêjin çêrok lê va ne rast e. Lê di pirtûkê da xên ji çêrokan Meseleyek jî hêye ."Mesele" jî yek ji berhemên edebîyata devkî yê Kurda ne. Şekl, û naveroka wana pir nêzikî çêroka ye. Lê di meseleyan de mîna cêrokan, tişt yan jî bûyerên li dijî xwezayê, ango tişt yan bûyerên di jîyanê rastan da tûneyî, pêyde nabin. Eger me bi vê şeklê lê pirtukê mehes kir, di pirtûkê da 11 çêrok û meseleyek, bi temamî 12 berhem cîh digirin. Berhemên ku di pirtûkê da cîh digirim , gî bi zimanekî zelal yê hêla me hatine nivîsandin, ew zimanê berhema yê orîjînal e, ne ? -Belê berhem bi zimanê wana yê orîjînal hatin berhev kirin. Meriv eger li zimanê ku berhem pê hatine nivîsandinê hur dibe, dibîne ku ziman pir zelal e û têda gotinên Tirkî pir, pir kêm in. Sebebê vê yekê jî ew e ku; Zimanê li herêmê tê deng kirin di van salên paşîyê da pir xerab bûye , pir gotinên Tirkî ketine nav Kurdîyê me. Lê gava meriv guh dide ser çêrokan dibîne ku , zimanê çêrokan ji zimanê me yê ku em bi kar tînîn zelaltir e. Lewra meriv wexta ku çêrokan qal dike , wê mîna ku ji yên berê bihîstî qal dike. Ango zimanê çêroka, zimanê berê ye. Ewqas gotin hêne ku îro me ew ji bî kirine û em Tirkîyê wana bi kar tînîn, lê di çêrokan da ew gotinana bi Kurdîya orîjînal tên gotin. Ma hûn dikarin çend mînakan ji van gotinana bidin ? -Belê. Gotinek hêye , "Nebedîyar", manaya wê cîhê bêkes , dûr û tenha ye. îro di nav gelê me de şûnê vê gotinê ji Tirkî gotina "Iss ı z" tê bi kar anîn. Wekî din gotina Cutkar, cutyar hêye ku îro di nav gelê me da pir nêyê bi kar anîn. Kurdên Anatoliyê xwedîyê edebîyatekî devkî yê zengîn in. Lê çima di pirtûkê da tenê 12 berhem cîh digirin ? -Belê berhemên edebîyata
devkî ku di nav Kurdên Anatoliyê da pêyde dibin gelek pir in. Hêjmarê
çêrokên ku ez di lêgerînên xwe da rastê hatimî di navbera 40-50 da
ye. û min lêgerînên xwe tenê cografyayekî biçûk da di nav gundê
4-5 eşîran da pêk anîye. Gava merîv bi vê avayê lê mêhs dike
dikane bibêje ku çêrokên di nav Kurdên Anatolyê da pêyde dibin nêzikî
100 berheman hêne. Wekî me gotî berhem gelek in. Lê me tenê 12 berhemên ku me karê berhevkirina wana qedandîyê û jêra neqiş çêkirîyê di pirtûkê da, da weşandinê. Hêvîya me ewe ku emê di pêşarojê da wan berhemên ku me kanîyê berhev kinî gîştika bidinî weşandinê. Zor û têngasîyên ku di karê berhevkirina çêrokan da bi der dikeve pêş we çine ? -Carcaran ew çavkanîyên ku
em jê çêrokan digirin, çêrokan bi temamî nizanin yan jî çêrokêkî
bi çêrokekî din va tevlihev dikin. Berhemên ku we di pirtukê da weşandine , gî ji alîyê we va hatin berhev kirinê ? -Na xên ji min dû çêrokên ku hevalêkî ji Xelika jêr (Gölyazi) Ûsê Cimik berhev kirî jî di pirtukê da cîh digirin. û tiştekî din jî hêye ku ez dixwazim bibêjim; Me çêrokên ku di Kovar û malpêrên înternetê yê gundan da hatî weşandinê jî wek çavkanî ji xwe ra girtin. Wekî hûn jî dizanin çêrok di alîyê perwerdekirina kurikan da jî tê bikaranîn. We berê ku pirtûka xwe weşand, qet kesekî bi vê karê dizane va têkilî çê kir? -Na, min karekî veng nekir. Ji ber ku xwastina min ew bû ku, ew çêrokan bi orîjînalîya wan berhev bikim. Ango wekî dokumanterekî. Piştra kesen ku xwastinî dikanin li ser van dokumantena kar bikin, zimanê wana li gorê kurikan zelal bikin. We karekî pir xweş ji bo Kurdên Anatolyê çê kirîye, em dixwazin we pîroz bikin. Lê hîn ku me dawî li vê hevpeyvînê neanî em dixwazin ku hûn adresekî ji bo xwendivanên me ku dixwazin bi we ra têkevin têkilîyê , pirtukê bi dest xin , bi me din. -Arê kesên ku dixwazin pirtûkê bi dest xin, an jî dîtîn ûn pêşnîyarê xwe yê li ser pirtûkê bi min va parva kin, dikarên ji e-maila min celikan@msn.com bi min va têkevin têkilîyê. Em pir pir spas dikin ji bo vê heypeyvînê xweş. -Ez spas dikim ku we firsendekî veng da min. |
Sayın Rebenî Cêlîkan, İçanadolu
Kürtleri arasında derlenmiş masallardan oluşan bir derleme
kitabı çıkardınız. Kendi alanında bir ilk olan
bu kitap hakkında sizinle bir söyleşi yapmak istiyoruz. Fakat
başlamadan önce kendinizi bize kısaca tanıtırmısınız
? -Adım Reben, Konya´nın Kulu ilçesine bağlı Cêlîka (Kırkpınar) köyündenim. 28 yaşındayım ve yaklaşık 9 yıldan bu yana Danimarka´da yaşıyorum. Kısa bir süre önce Apec yayınları arasında, hazırlamış olduğunuz "Çend Çêrokên Kurdî ji Anatolyê" isimli kitap çıktı. Henüz emekleme aşamasındaki İçanadolu Kürtleri literatürüne önemli bir katkı olabilecek bu kitabı hazırlama fikri nasıl oluştu? -Aslına bakarsanız bu fikir çok eskiye dayanıyor. Çocukluk yıllarıma, hani o nenelerimizin dedelerimizin akşam karanlığında bizlere masal anlattığı o zamanlara. Gerçi yaşım itibari ile ben o, masalların masal olduğu ve Kürt toplumunda çok önemli bir yer tuttuğu eski zamanlara yetişmedim ama bizim çocukluğumuzda da masallar vardı. Bazen yerini o zamanlar yeni sayılabilecek Televizyona bıraksa da bizim çocukluk yıllarımızda, elektrik kesintilerinden kaynaklı, televizyonsuz zamanlarımızda hala yaşatılan bir masal ve masalcı geleneği vardı köylerde. Bu kitabı hazırlama fikri ilk o zamanlar doğdu desem pek yanlış sayılmaz. Fakat tabiiki ciddi olarak kitab hazırlama fikri, Bîrnebûn ve Veger dergilerinin yayına başlaması ve bunların sayesinde oluşan, Anadolu Kürtleri dayanışması , uyanışı sonunda oldu. Kitapta kaç masal yer alıyor ? -Kitapta 12 eser yer alıyor. Ben eser demeyi uygun görüyorum. Çünkü bizde Halk edebiyatının sözlü anlatılarının geneline masal deme geleneği vardır. Fakat kitapta yer alan anlatıların bir tanesi masal değil. Kürt sözlü edebiyatının önemli bir öğesi olan "Mesele" dir. Mesele´lerin masal yani Çêrok´lardan farkları içinde doğaüstü, olağandışı olayların olmamasıdır. Yani bu şekilde bakarsak kitapta 11 masal (Çêrok) ve bir Mesele(hikaye) bulunuyor. Kitaptaki masallar çok sade , tamamen yöre Kürtçe´si ile yazılmış. Bu masalların orijinal dili değil mi ? -Evet masalların yazımında kullanılan dil tamamen masalların orijinal dili. İçinde Türkçe kelimelerin az olması, dilin kuvvetli olması belki bazılarını şaşırtabilir . Çünkü Anadolu´da kullanılan Kürtçe son dönemlerde büyük bir yozlaşma içerisinde ama masallara gelindiğinde iş değişiyor. Masallar genellikle eskilerden duyulduğu şekilde nakledildikleri için dili de ister istemez eskilerin dili ile yani bugün yörede konuşulan Kürtçeden daha saf , daha orijinal oluyor. Ve o zaman daha iyi görülüyor ki bugün yöre Kürtçe´sinde bulunmadığı sanılarak yerine Türkçelerinin kullanıldığı birçok kelimenin aslında Kürtçesi mevcut. Birkaç örnek
verebilirmisiniz ? -Doğru, Anadolu Kürtleri arasında yaşatılagelen sözlü edebiyat öğeleri gerçekten şaşırtıcı derecede çok ve ayrıca çeşitli. Ben bunun sebebini Anadolu Kürtlerinin, Kürdistan´ın değişik yerlerinden buraya gelmelerine bağlıyorum. Ağırlıklı olarak Adıyaman, Maraş, Antep cıvarından gelmiş olsalar da, bugün Anadolu Kürtleri arasında Kürdistan´ın değişik yerlerinden gelme Kürtler yaşıyor. Ve bunlar bir şekilde geldikleri yörenin sözlü anlatım kültürünüde kendileri ile getirmişler. Çünkü Anadolu Kürtleri arasında derlenen masalların bir çoğu Kürdistan'ın değişik yörelerinde anlatılagelen masallar ile benzerlikler gösteriyor. Ama kitapta sadece 12 esere yer vermeyi uygun gördük. Bunun başlıca sebebi kitapta yeralan eserlerin derleme çalışmalarının bitmiş olduğunu varsaymamız , ve bunları resimlemiş olmamız. Yani bir başlangıç yapmak istedik. Şüphesiz Anadolu Kürtleri arasında yaşatılan masal sayısı bu rakamın çok çok üstünde. Benim derleme çalışmalarında sadece adına veya çok az bir kısmına ulaştığım masal sayısı 40-50 civarında. Çalışmalarımın dar sayılabilecek bir alanda, sadece 4-5 aşirete bağlı köyler arasında yapıldığını kabul edersek, genelde Anadolu Kürtleri arasında bulunan masal sayısı rahatlıkla 100 cıvarında olabilir. Peki derleme çalışmalarında karsılaştığınız zorluklar nelerdir ? -Derleme çalışmalarında genellikle kaynak olarak yararlandığımız kişilerin masallara tam hakim olmamaları, masalı eksik anlatmaları veya masalları birbiriyle karıştırmaları problem olabiliyor. Kitaptaki bütün
derleme çalışmaları size mi ait ? Bildiğiniz gibi masalların bir de pedagojik yönü var, yani çocuk eğitimine yönelik olarak, bu konuda kitabı hazırlamadan önce bir eğitimci ile görüştünüz mü ? -Böyle bir şey yapmadım. Çünkü ben masalların daha çok orijinal yönü ile ilgilenmek istedim. Yani masalların orijinal şekillerini yakalamaya çalıştım. Tabiiki bu masallar pedagoji alanında kullanılabilir. Fakat öncelikle bir elden geçmesi ve dilinin çocuklara yönelik olarak sadeleştirilmesi gerekiyor. İnaniyorum ki ileride buda yapılacaktır. Sizi yaptığınız çalışmadan dolayı tebrik ediyor ve başarılarınızın devamını diliyoruz. Son olarak kitabı almak isteyen okurlarımız için sizinle irtibata geçebilecekleri bir adres verirseniz memnun oluruz. -Kitaba ulaşmak isteyen veya kitapla ilgili soru ve düşüncelerini benimle paylaşmak istiyenler celikan@msn.com adresinden bana ulaşabilirler. Çok teşekkürler. -Bana bu firsatı verdiğiniz için ben teşekkür ediyorum. |
|
|
|
||